Siddik Bozarslan

Siddik Bozarslan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Têkilîyê Bengladeşê – Pakistanê

A+A-

Siddik BOZARSLAN

Dema çareserî dibû babeta rojevê, kurd zêdetir li ser pirsgirêkên Bask, Îrayê kolandin çêdikirin da ku ew çawa çareser bûne. Mîsal, Partîya Demokrasî û Aştîyê, diketin nav hewildanên giring da ku geşbûn û çareserîyên li Başurê Afrikayê, têkilîyên Îngilistan-Îrayê, têkilîyên Îspanya-Baskê çawa hatine helkirin. Partîya Demokrasîya Gelan (HDP) ku piştî BDP hatibû avakirin, heman lêkolanan berdewam kir. Van lêkolînan jî dikarin girîng bin, lê şola esasî ku bikaribe rê nîşanê kurdan bide, jibo kurdan bibe çavkanîya îlhamê, gelê bengalîyê musulman, azadî û mafên xwe çawa ji Dewleta Pakistan a Musulman sitandîye. Fêde tê da heye ku bi kurtayî ev şol were nirxandin.

Îngilistan, piştî Şerê Cîhanî yê Duyemîn, haydarî da ku ew dê ji kolonîya xwe Hindistanê vekêşin û serxwebûnê bidin Hindistanê. Wek numûne pêşevayên musulman Muhammed Alî Cinnah (1876-1948), Muhammed Îkbal (1877-1938) di vê pêvajoyê da binê nuqteyek çixêz kirin ku ew naxwazin digel hindîyan bijîn û ew dewletên cuda dixwazin. Gotinên ”Zimanê me cîyê ne, kultûrên me cîyê ne. Em naxwazin digel hindîyan bijîn, em dewleteka cîyê dixwazin” pêşevayên musulman bûn. Pêşevayên Bizava Rizgarîya Neteweyê Hindistanê, Mohandas Gandhi (1869-1948) Cevahirlal Nehru (1889-1964), wê pêşnîyazê erênî qebûl kirin. Di 17ê tebaxê 1947an da, di heman rojê û seetê da du dewlet digel hev çêbûn: Hindistan û Pakistan.

Di 1948an da Mohandas Gandhi, bi suiqestek hat kuştin. Yê ku wê suiqestê pêkanî, milîtanekî hindî bû. Wî Gandhi kuşt ji ber ku ji dewleteka musulman ra erê gotîye.

Di wan deman da Pakistan, dewleteka duperçeyî hat avakirin. Rojavayê Pakistan (Pakistana îroyî), Rojhilatê Pakistan (Rojhilatê Bengladeş, Bengladeşa îroyî). Bengladeş jî du perçe bû. Rojavayê Bengladeş (bengalên hindu ne), Rojhilatê Bengladeş (bengalên musulman in). Nêzîkî sed milyon nufûsa wan heye. Serbajar (paytext) Kalkûta ye, Zimanê Resmî Bengalî ye… Îro, Rojhilatê Bengalê ku Komara Gelî ya Bengladeşê tê zanîn, 175 milyon mirov lê dijîn. Rojhilatê Bengalê, cîyê ku Çemê Ganjê diherike nav Okyanusa Hindê ye.

Demên ku Pakistan wek dewleteka serbixwe derket meydanê, yanî di dawîya 1940an da, di navbera Rojavayê Pakistanê û Rojhilatê Pakistanê da 2300 km. hebû. Wan erdan, erdên Hindistanê bûn.

Ji rojên ku Pakistan hat avakirin virve, bengalîyan dixwestin ku Rojhilatê Bengalê, otonom be, zimanê bengalî jî bibe resmî. Jibo wê bû ku bi navê ”Bizava Zimanê Bengalî” sazîyek hat avakirin. Li dijî wan daxwazên rewşenbîrên bengalî, daxwazên gelê bengalî, rêvebirên Pakistanê, her dem ”em bira ne, daxwazên we li dijî biratîya îslamîyê ne. Li dijî biratîya ummetîyê ne. Dev ji van daxwazên xwe berdin” bersîvan didan. Rewşenbîrên Pakistanê jî wek dewleta Pakistanê difikirîyan, bi wî awayî daxwazên gelê bengalê û rewşenbîrên bengalê, wek daxwazên neyênî dinirxandin. Li muqabilê haydarîyên alîyê Pakistanê, gelê bengalê û rewşenbîrên bengalî jî bersîv didan û digotin: ”Em ne bira ne. Hûn dijminê me ne. Belam we welatê me xistîye bin destên xwe (dagir kirîye), we zimanê me bengalî qedexe kirîye, we zimanê urdu kirîye serdest. Hûn dixebitin ku em kedî bibin (asimile bibin). Em dikarin ji gelên ku li alîyê dî yê cîhanê ne, gelên îslamî ra jî bira bibêjin, lê em ji we ra nabêjin.”

Di salên 1950yan da, 1960an da demên Malik Gulam Muhammed (1895-1956), Seyîd Îskender Mîrza (1899-1969), Muhammed Eyup Xan (1907-1974), Muhammed Yahya Xan (1917-1980) bi gengeşeyên weha û bi tewqîfkirinan derbas bû.

Di serê sala 1971an da li Rojhilatê Pakistanê (Rojhilatê Bengalê) hilbijartin çêbûn. Partîya Yekbûyî ya Musulman Avamî di bin Pêşevatîya Şêx Muciburrahman (1920-1975) da Piranîya gelwekîlan bi dest xist. Lê Serekcumhur Yahya Xan destûr neda ku meclis bicive. Ji ber wê bû ku gelê bengalê yê Rojhilatê Pakistanê dest bi berxwedana çekdarî kir.

Di mehên havîna 1971an da şereke dijwar hat jîyandin. Pakistanê, terora dewletê xurt kir. Di carek da bi sed hezaran Bengalîyên Rojhilatî ber bi Rojavayê Bengalê ve revîyan. Ev rewş, Hindistanê gelek eciz kir. Di encamê da orduya Hindistanê çû nav

Rojhilatê Bengalê û orduya Pakistanê bêtesîr kirDi dawîya 1971an da Rojhilatê Bengalê serxwebûna xwe îlan kir. Bengladeş bi vî awayî avabû. Tê gotin ku di hewildanên şerê havîna 1971an da bi sed hezaran kes winda bûne. Wê demê Serekwezîrê Hindistanê Îndira Gandhî (1917-1984) bûye.

Di serê salên 1972yan da Yekîtîya Sovyetan, Dewletên Yekbûyî yên Amerika, Dewletên Ewrupayê, Bengladeşê naskirin. Piştî wan hewildanan orduya Hindistanê, ji Bengladeşê çû der (an vekêşîya). Yê herî dawîyê Bengladeşê naskir, Pakistan bû. Ev naskirin, di dema Konferansa Îslamî da pêkhat ku di 1975an da çêbûbû. Piştî Pakistanê, Turkîye jî ew naskir. Di pêvajoya Têkoşîna Rizgarîya Neteweyî 1971an da, Turkîye jibo şerkarên bengallîyan wek eşqîya tawanbar / sucdar dikir.

Sloganên ”Biratîya Îslamî”, ”Biratîya Ummetî” kurdan pir dixapînin. Pêşevayên Kurdên Başurê Kurdistanê, piştî komkujîya Halepçe û Enfalê jî behsa ”Biratîya Kurd û Ereb” dikirin. Rastir e ku di şûna slogana ”Biratîya Îslamî” da xwestina wekhevîyê were parastin. Biratî, sloganeke ne zelal û vekirî ye. Birayê mezin her dem ji birayê biçûk ra ”tu biçûk î, guhdarîya birayê xwe yê mezin bike” dibêje. Lê dîtina wekhevîyê, hê pirtir zelal e. Gotinên ”Li nik te çi dezgah / sazî hebin, ez jî wan dixwazim” zelaltir in.    

Di salên 1996-1997an da, dema li Turkîyê, li Kurdistanê têkoşîna gerillayê geş bûbû, hin zanayên (an rewşenbîrên) tirk, ”jibo her zimanek dewletek ne pêwist e” digotin. Wan digotin ku ”Li cîhanê 4000 ziman hene. Ma jibo her zimanek, dewletek pêwist e?” Dema van tiştan digotin, qet behsa nufûsa ku wan zimanan diaxifin, nedikirin. Mîsal, li Sibiryayê, li herêmên Ekvatorê 100-200 kesên ku bi zimanên xwe diaxifin û bi milyonan kurdên ku bi zimanê xwe diaxifin, dixistin heman mêzînê. Di 1950yan da li Pakistanê jî hatîye gotin ku ”Ji her zimanî ra dewletek ne pêwist e.” Hal ew bû ku di wan wextan da li cîhanê Zimanê Bengalî, piştî zimanê çînî, hîndî, îngilizî û îspanyolî, zimanê pêncemîn mezin bû ku mirov pê diaxifîn. Ev, îro jî weha ye. Zimanê bengalî, ji dervayê Bengladeşê li Myanmar, Nepal, Buthan û li Eyaletên Hindistanê Assam, Tripor, Bengoyan tê axiftin.

”Slogana Biratîya Îslamî”, kurdan  pir dixapîne. Babeteke giring e ku divê li ser lêkolîn were çêkirin ku kurd çima bawerîyê bi wê sloganê anîn û çima gelê Bengalê yê musulman bawerîyê bi wê sloganê neanîn. Seyahetnameya Sedîyanî, ya Seyyahê Kurd Îbrahîm Sedîyanî, çavkanîyeke pir giring e. Îbrahîm Sedîyanî, di rêzenivîsên xwe yên ”Alîyek min av, Alîyek min agir, Sîngê xwe veke ji min ra Bengladeş!” da, daye zanîn. (Wergêr ji tirkî bo kurmancî: Siddîq Bozarslan)

 

Önceki ve Sonraki Yazılar