Abuzer Balî Han

Abuzer Balî Han

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

MA HÊLÎNA HELBESTA KURDÎ SORAN AN JÎ BEHDÎNAN E?

A+A-

Di salên 1975 an vir de min dest bi lêkolîna helbest û helbestvanên Kurd kirye. Dema min dest bi lêkolînê kir, helbest û helbestvanên Kurdistan û navên wan roj bi roj zêdetir bûn! Ji bo min ne Başur, ne Rojhilat û ne jî Başurê Piçûk baş ne diyar bû. Dema mirov bê agah be, ji xwe mirov difikire ku ji xeynî nezaniyê tiştek jî nîn e! Di Bakurê welat de jî demek dûr û dirêj bê dengiya helbestvanên Kurd mirov gelek acîz dikir. Ez di xortaniya xwe de hîn bûyî bûm, ku ”Welatek bindest be û ew welatê bindest jî helbestvanên xwe ne qîrin, ew welata wek zarokên sêwî mayî ye!..“ Nezaniya min ya li ser wêje û helbestvanên Kurd bêtir ez ber bi herêma Soran û Goran birim. Paşê herêma Behdînan jî ez ber bi rojhilat heya Kirmenşah birim. Dema Başurê Piçûk min dît û nasî, gotina şaîrê Kurd yê bi eslê xwe Kurd ku bi zimanê Osmanî nivîsî bû, ew helbestvan Nebî hat bîra min. Wî bi zimanê Osmanî bi Kurdiya îro digot: ” Ew masiyên ku di nav behrê de ne, lê ew ji hebûna behrê bê agahdar in!“ digot!..

Lêkolîna min ya li ser helbestvanên Kurdistan rastiyek anî pêşiya min. Ew rastiya jî dewlemendiya çand û hunera Kurdî ya ku bê dewlet çawa bûye ku ewqas sal bi serê xwe jiya ye?.. Min di nav gencineyek usa de karê xwe dikir. Lê min dît ku ew gencîneya çanda Kurd bê serûber e!.. Dema lêkolîna li navçeya Silêmaniyê min dikir, mîn dît ku bes li bajarê Silêmaniyê 300 helbestvanên Kurd  zêdetir jiyane. Ji wana gelek jî bi nav û deng in. Dema min piraniya helbestvanên Silêmaniyê behs dikir, helbestvanên ji herêma Behdînan ji min re digotin: ”Hêlîna helbesta Kurdî navçeya Behdînan e!..“ Dewlemendiya çand û hunera Kurdistanê bi jimartin mirov nikane bîne ziman. Li başurê Piçûk-Rojava û li Rojhilatê Kurdistan jî jimara helbestvanên Kurd ji perçên din ne hindiktirin!.. Helbestvan, kesên ku neteweya jê tên, yên ku hestên xwe berz û bala ne! Ji bo welatek bindest kesên hestên xwe yên netewî lê nemayîn, ew kesna, kesên ji rastiya xwe dûrketine û mirine!.. Di nav helbestvanan de kesên bê wate hevûdu rexne dikin jî ne kêm in. Li gor baweriya min zêdetirîn qasî hezar helbestvanên Kurd yên kevn bi yên îro di nav me de dijîn heya roja îro jiyan e. Heya nîviyê sedsala bîstan di nav Kurdan de kesên xwendin û nivîsandin dizanîn jimara wan gelek kêm bû. Ewên xwendin û nivîsandin dizanîn jî piraniya wana bi zimanên dagirkeran dixwendin û dinivîsandin. Di rewşek wusa de wêjeyek netewî bi roman, şano, çîrok û bi helbest pêş de naçe!.. Di tevliheviyek wusa de bavê helbesta Kurdî tayîn kirin jî zor e. Ji mirov bipirsin û bêjin reîsê şaîrên Kurd kî ye? Bersiva pirsek wusa dayîn li gor kesan têye guhartin û bersivek bi bersiveka dîn hevûdu nagirin!..

Di dema îro em têde dijîn de helbestvanê (mêr) an jî helbestvana (jin) Kurd ya/yê herî mezin kî ye? Pirsek wûsa bêye pirsîn, bersivek erenî dayîn jî pir zore! Ji bo xwendevanan dema bavê helbesta Kurdî kî ye û ew bi nav bêye nav kirin, ez dikanim bersivek wusa bidim: ”Bavê helbesta Kurdî Antolojiya Helbesta Kurdî ye?..Belê, belê di antolojiya helbestvanên Kurd ya sedsala dawî de bi sedan nav û helbestên helbestvanên Kurd tê de hene. Di nav wan de yek serokê an jî seroka helbestvanan e!.. Gelo, ew kî be? Di vê sedsalê em tê de dijîn de nebe, di sedsala pêşiya me de gelê Kurd yê wê/wî navî tesbît bike…

Di vê derbarê de ez dixwazim mînakek balkêş bidim! Helbestvanên Kurd pir caran navê xwe yî rast li bin helbesta xwe nanivîsînin. Ji tirsa dagirkeran bi mahlesan xwe bi nav dikin. Rojekê min ji mamostekî Kurd îro gorbehîşt bûyî pirsî! Ew xelkê Dêrsimê bû. Min jê re got: Mamoste! Ez jiyana helbetvanekî Kurd digerim! Ma agahiya te li ser wî navî heye? Mamoste bi wênekêşiya xwe jî navdar bû. Ji min re got: Ew xelkê kîderê ye? Min jê re got, belku xelkê Dersimê be! Mahlasa xwe jî „Hulmanî“ ye! Ew kenî û bersiva min wûsa daye min:“Gelo, kesê tu lê digere ez im! Ew mahlasa ji navê gundê min Hulmanê têye... Mamoste bi destê xwe refa pirtûkan xwe nîşanî min da û got: Ew 13 dîwanên helbestan destnivîsên min in. Ji wana heya îro yek bilê çap nebûye! Wergerên min ji zimanên beyanî ji bo Kurdî jî gelek in. Lê qet yek jî çap nebûye. Ya herî ez pê xemgîn dibim jî, çar hezar zêdetir wêneyên min bş destan çêkirî hene. Salên min ji heftêyî derbas dibin. Ciyekî ez wana diyarî bikim, ji bo duweroja çanda me bêne parastin bilê nîn e! Li welatên beyanî emrê me borî, lê em bi hesreta welatê xwe li dervayî welat dimînin û dijîn! Dîwanên helbestvanên Kurd wenda bûyî, yên bi destê neyaran hatin şewitandin, an jî yên wek berhemên mamoste di refan de dirizîn, wenda bibin jimara wan ji yên çap bûyî, heyî ne kêmtir in!.. Ji bo vê jî, di nirxandina helbesvanên Kurd de min ji wana yek ji yê/ya din bilindtir nekir. Bi destpêka navê alfabetîk min, ewna li duhev rêz kirin. Hemî wekhev hêja girtin û ewna bi helbestên wan pêşkêşî xwendevanan kirin. Bila xwendevan binirxînin û nirxa wan bidin wana!.. Ya rast ew e, ku rewşa Kurdan ya îro ji ya borî çêtir e. Lê dîsa jî helbestvan û romanivîsarên Kurd ne zêde ne. Ji berhemên nivîskarên Kurd ji wana çendan berhemên xwe hatin wergerandine zimanên beyanî? Çend helbestvanên me bi helbestên xwe navnetewî bûne? Ya herî mezin bi profesiyonelî nivîskariya Kurdî hîn baş pêk nehatiye. Ji bo ku berhemên nivîskarên Kurd diafirînin pê wana, keda wan têrî wan nake û nikanin bi hatina perên wan zikê xwe têr bikin. Ewna neçar dibin bixebitin û revra jî binivisînin. Nivîsandinê şunda vê carê nikanin berhemên xwe biweşînin!.. Dema berhem hatin weşandin jî bazara pirtûkan wek bazara welatên sermayedar bi kar nayen û pirtûk baş nayên firotin!..

Asteng bi xwe re astengan tînin û ewna jî nivîskar û helbestvanên heyî dixeniqînin. Pir helbestvanên Kurd hene ku ji wana piran jî wek mamoste Riza Topal dîwanên xwe yek jî bilê çapnekirine!..Welatê Kurdan sedsalan vir de di bin talana dagirkeran de bûye. Niha jî

dagirkeran ji xwe re rêyek din jî peyda kirine. Çeteyên dewletên dagirker pasaportan çêdikin û didin destê Kurdan û ji metrepolan derdêxînin û dişînin welatên cîhanê. Nîv sedsale ku Kurd bûyîne penaberên hemî cîhanê. Jimara wan niha de milyon derbas bûye…

Pir Kurd heneku helbestan dinivisînin. Di nav wan de yên baş tên nasîn hindik in. Lê helbestvanên serketî û yên di devê gel de tên bi nav kirin, ewna yên herî bi şans û bextewar in. Di nav hemî gelan de helbestvanên nav û deng û yên nemir hene. Di nav me Kurdan de jî wusa ye. Di ew berhema helbestvanên Kurd yên sedsala dawî de di hundirê çar bergan de qasî sêsed helbestvan hatine komî serhevûdu kirin. Ji wana hinek bi nav kirin û yên din bîrkirin bi zanîn min nexwest ez bikevim wê şaşitiye. Lê rexnevanên li ser wan binivîsînin û wana bi nav bikin pir in. Min ew kara ji wan re hîştiye!..          

Wek di nav pir pîşeyên (meslek) heyî de hin helbestvan jî hevdu baş na ecibînin û baş napejêrin. Hin helbestvan bi helbestên hev, hev du nizm dikin. Ez dixwazim du helbestvanên bi esle xwe Kurd bûn, lê bi zimanê beyanî helbestên xwe nivîsandine! Dixwazim wana mînak bidim. Rastî jî di dema wan de li Bakurê welat Kurdî qedexe bû. Di wan salan de nivîsek Kurdî dîtin ne mimkun bû! Her du helbestvan jî îro di nav me de nîn in. Lê nav û dengê wan îro jî mezin e! Ji wana yek Ahmed Arîf bi eslê xwe ji Amedê ye. Helbesvanê dîn Enwer Gokçe jî, ji Erzincanê ye. Li ser jiyan û eslê wî goftûgo hebin jî xortaniya xwe di salên 1940 î de li zanîngeha Enqerê de derbas kirine û her du helbestvan bi hevra dibin rêheval! Bes di rêhevaliya wan de zîndan, têda û îşkence ji wan re dibe jiyanek hevbeş! Paşê riya wan ji hevdu dûrdikeve û dixeyîdin û bi hevdu re jî qise nakin!..

Rojek ji rojan rojnemevan ji Enwer Gokçe dipirsin û dibêjin, Ehmed Arîf bi pirtûka xwe ya helbestan bi navê ”Ji hesreta Te Min Pranga Kevnkirin“ çapa dehan ji nû ve hate weşandin. Li ser Ahmed Arîf û helbestên wî tu çi difikire,baweriya te di derheqê wî de ya heyî çi ye?.. Enwer Gokçe hers dikefe û dibêje: ”Ma Ehmed Arîf jî helbestvan e? Ew helbestên min didize û ji xwe re hin tiştan lê zêde dike! Ezê ji bo helbestên wî ma çi ji wer e bêjim?!..“ Gotinên ne çak zû diçin ciyê xwe! Dema ew pirsên li jor bûyî bi bersiva wan ve ji Ahmed Arîf rojnemevan dipirsin! Ew dîtina xwe wusa diyar dike:“Enwer madem usa dibêje, bila usa be! Ez bi helbestên wî ewqas têm nasîn, bila ew jî bi helbestên xwe duqat ji min bêtir bêye nasîn!..“ dibêje!..

Ew her du helbestvan bi şoreşgeriya xwe dema di salên 1960 î li zanîngeha Enqerê min dixwend, ewna baş dihatin nasîn û berhemên wan di devê hemî şoreşgeran de bûn. Her du jî helbestvanên mezin bûn. Ewna ji aliyê mirovên welatparêz ve dihatin xwendin û dihatin parastin! Lê çi mixabin, wana hevdu nadipejirandin û bi helbesvaniya hev behecokî bûn!..

Di ser mirina wan re pir sal derbas bûn. Enwer Gokçe jî dihat xwendin. Lê hêdî hêdî pirtûkên wî di refên toz de dimînin! Bes Ahmed Arîf bi yek berhema xwe ya heya îro 60 carî

nûve çap bûyî têye nasîn. Ew berhem wek îro hatiye nivîsin ji nûve rojane têye xwendin. Pir salên borî de ew pirtûka bi nav û deng min ew ji zimanê Tirkî wegerand ziman zimanê Kurdî! Bi rêya hevalê hêja parêzer û Hozan Rahmi Saltik, min destûr ji jina wî ya bi navê „Aynur Onal“ û lawê Ahmed Arîf yê bi navê „Fîlînta Onal“ xwest! Çi mixabin destûr nedan ku em wê bi Kurdî çap bikin û biweşînin! Ew kara wek destnivîs di nav arşîva min de maye!..

Filinta Onal bi peykertiraşiya xwe ew têye nasîn! Xanima Filinta, ya bi navê Natalie“ ew ji malbeta nivîskarê Uris yê li cîhanê nav û deng Tolstoy e! Malbeta Ahmed Arîf bi malbeta Tolstoy va bi vê girêdayîne dibin xismên hevûdu!..

Di dilê mirovan de, bi hesta mîrovan xwe nûvekirin, mezinahiya helbestvan dide xuyakirin. Bi darê zorê tukes nabe helbestvanê mezin. Ez bawer nakim, ku helbestvanên mezin ji xwe re bêjin ”Ez helbestvanê mezin im!“ Di dema salên 1980’yi de li Şamê dîwana Osman Sebrî ya min amade kirî, min jê pirsî bû:“Helbestvanekî wek te gel jê hezdike, serbilind û têkoşer!..“ Wî gotina min ji min girtî bû! Ji min re wûsa axaftî bû:“Hevalê birêz! Ez ne helbestvan im! Ji ber ku gel bi rêya helbestan bêtir rêzaniya (politika) Kurdî hez dikin! Ez jî

hestên xwe bi wê rêye dinivisînim û digînim gelê Kurdistan!“ Min bersiva wî nedaye!.. Lê hin kesên xwe dikin ciyê helbestvanê mezin jî heke hun bibînin xwe dudilî nekin! Di helbestvaniya herî berz û gewre de xweperestî û quretî têde nîn e! Bi gotina dawî helbestvan fîdayiyê netewa xwe ye!.. Yên ew hesta tê de heyî û yên helbestan bi wan hestan dinivisînin hemî helbestvanên hêja û gewre ne!..

 

      01 Avrîl 2026

    Abuzer Balî Han

Wejevan-Kurdolog

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin