Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Du Bawerî, Yek Sir: Di Gengeşiya bi Kazim Eryaşar re de İlm-ê Ledün û Pîroziya Êvara Pêncşemê

A+A-

Di jiyana mirov de hin kêlî hene ku dil dibe derya û peyv dibin pira heqîqetê. Min û kirîvê xwe yê hêja, Kazim Eryaşar, di rojeke wiha de li ser koka du baweriyên qedîm ên vê xakê – Alawîtî û Êzdîtî – gengeşiyeke kûr û pîroz kir. Me dît ku her çend navên wan cuda bin jî, dilê wan bi heman "Sira Batînî" lê dide.

Di dîroka Mezopotamya û Anatolyayê de, baweriyên ku xwe dispêrin "sira hundirîn" (Batînî), wekî çemên ku ji heman kaniyê diherikin in. Di bingeha vê baweriyê de 124 Hezar Pêxember û İlm-ê Ledün (zanistiya veşartî ya ku rasterast ji Xwedê tê) hene. Ev zanîn ne bi xwendina pirtûkan, lê bi "çavê dil" û di bin siha "Mürşid" an jî "Rihanî" de tê hînbûn.

Rêya Batînî: Alawîtî û Kokên Wê

Gelek caran Alawîtî û Bektaşîtî bi hev re têne binavkirin. Her çend Bektaşîtî di sedsala 13'an de bi Hacı Bektaş Veli re bibe saziyek (tarîqat), lê koka Alawîtiyê (Kizilbaşî) pir kevntire. Di vê rêyê de, İlm-ê Ledün mîrasa Hz. Elî yê di batiniyê de. Armanc ne tenê şiklê îbadetê ye, armanc gihîştina "İnsan-ı Kamil" (mirovê gihîştî) ye. Alawîtî bi "Sîstema Ocakê" û bi rêya xwînê (soylu) berdewam dike, Bê îkrarê alavîtî tûne.

Kaniya Veşartî: İlm-ê Ledün

Di vê sohbetê de, gava yekem a me İlm-ê Ledün bû. Kirîvê min Kazim Eryaşar bi rûmet behsa vê zanista ku ji Hz. Elî yê ji batiniyê maye kir; zanista ku ne bi pênûsê, lê bi "nûra Xwedê" di dilê mirovan de tê nivîsandin. Me dît ku ev ilm di Êzdîtiyê de jî mîna kaniyeke zelal diherike. Ew sirra ku Melek Tawus daye rihaniyan(Pîr ,Şêx û hwd), ne tiştekî ji derve ye; ew nasîna "Mirovê Kamil" e. Her du bawerî jî dibêjin: "Yê xwe nas bike, wê Heq (Xwedê) jî nas bike."

Rêwîtiya Ruh: Don Guhartin û Kiras/Rih Guhartin

Me bi Kazim Eryaşar re li ser rêwîtiya ruh a bêdawî rawesta. Di her du baweriyan de jî mirin ne tunebûn e, tenê guhartina "libas" (cil) e. Alawîtî jê re dibêje "Devriye", Êzdîtî jê re dibêje "Kiras/Rih Guhartin". Me di gengeşiya xwe de li hev kir ku: Ruh wekî rêwiyekî ye; ji kirasekî derbasî kiresekî din hedefa kamilbûnê ye heta ku di deryaya heqîqetê de bibe yek û vegere ser koka xwe ya pîroz.

Pîroziya Êvara Pêncşemê

Xala herî balkêş a ku me bi hev re dît, pîroziya êvara Pêncşemê bû. Ev roj di her du baweriyan de jî roja "êvara xêra nanê miriya" û "civînê" ye.

• Di Alawîtiyê de: Ev şev şeva Kırklarê û Cemê ye; roja ku çira (çerağ) têne vêxistin da ku tariya nezanînê winda bibe.

• Di Êzdîtiyê de: Ev "êvara xêra nanê miriya" e.

Me dît ku di her du aliyan de jî xêr û ronahî, nîşana hebûna Xwedê û pakbûna dilê mirov e.

Encam: Du Şax, Yek Dar

Di dawiya gengeşiya me de, ez û kirîvê xwe Kazim Eryaşar gihîştin vê baweriyê: Alawîtî û Êzdîtî du şaxên dareke pir kevn û pîroz in ku koka wan di kûrahiya axa Mezopotamyayê de ye. Ev "Sira Batînî" ya ku bi sedsalan e bi fîdan û îqrarê tê parastin, mîraseke mezin a mirovahiyê ye. Wekî ku me bi hev re fêm kir; rê cuda bin jî, Heqîqet (Heq) her yek .

Kemal Tolan (Nivîskar û lêkolînerê Êzdiyatiyê) & Sadili Kazim Eryaşar , Cemal Abdal Ocağın Talîbî

663276068-4428946610654319-332260690260409978-n.jpg

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin