
Trump: Me û Çînê li hev kir û Tengava Hurmizê vedibe
.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew dê Tengava Hurmizê ya stratejîk bi yekcarî ji çûn û hatinê re vebike.
Trump diyar kir ku wan di vê pêvajoyê de bi Çînê re peymaneke girîng kiriye.
Trump eşkere kir ku birêvebiriya Pekînê soz daye ş li gorî peymanê, Çîn êdî çekan naşîne Îranê.
Serokê Amerîkayê li ser platforma xwe ya medyaya civakî Truth Socialê peyamek belav kirin.
Wî qala dengvedana pêngavên xwe kir.
"Çîn ji vê rewşê gelekî kêfxweş e"
Trump destnîşan kir ku operasyona pêkanîna ewlehiyê û vekirina Tengava Hurmizê gelekî girîng e û da zanîn ku ew pêngav ji bo aboriya cîhanê jiyanî ye.
Wî di peyama xwe de wiha got, "Çîn ji vekirina Tengava Hurmizê ya bi temamî gelekî kêfxweş e.
Ez vê yekê hem ji bo wan hem jî ji bo hemû cîhanê dikim. Ev rewşa girtina tengavê dê ti caran dubare nebe.
Birêvebiriya Çînê li ser neşandina çekan a ji bo Îranê bi me re gihîşt peymanekê."
Serokê Amerîkayê diyar kir ku ew dê di hefteyên pêş de biçe Çînê.
Wî qala pêwendiya xwe ya bi Serokê Çînê re jî kir.
Trump got, "Dz di nav çend hefteyan de gihîştim baweriyê Serok Çînê dê min bi hembêzeke mezin û germ qebûl bike.
Em bi hev re bi awayekî zîrekane û gelekî baş dixebitin."
"Em di şerkirinê de jî baş in"
Trump diyar kir ku çareseriya dîplomatîk ji şer û pevçûnan bibandortir e.
Wî di dawiya peyama xwe de hêza xwe ya leşkerî xist bîra Tehran û hevrikên xwe yên din û got:
"Xebata bi hev re ji şerkirinê baştir e, ne wisa? Lê vê yekê ji bîr nekin: Eger em mecbûr bimînin, em di şerkirinê de gelekî baş in.
Hem jî em ji her kesî gelekî baştir in!"
Ev daxuyaniya Trump piştî pêngaveke nû ya Amerîkayê hat.
Amerîkayê berî niha bi demeke kurt li dijî benderên Îranê dorpêçeke deryayî dabû destpêkirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin