Cano Amedî

Cano Amedî

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Ciwan dikarin ji zanyarî û tecrubeyên nifşên berê sûd bigirin! (II)

A+A-

Di warê bêdîyalogîyê de, xalek jê jî kêmasiya kanalên ragihandinê ne. Nebûna avakirina kanalên ragihandinê yên bi bandor, di navbera nifşan de, an jî têra xwe bikarneanîna kanalên heyî, dikare pêşî li danûstandina agahî û ramanan bigire. Dikare dîwarên dijberî û yên îdeolojîk bilind bike. Bi taybetî di navbera nifşên ciwan ên li diyasporayê mezin bûne û nifşên kevin û ên li welêt dijîn, cudahiyên ziman û çandê derxe holê û dikare di derfetên ragehandinê de jî zehmetîyan zêde bike.

Cudahîyên siyasî yên borî(bihurî) û nebawerîyên ku hatine jiyandin, dikarin avakirina diyalogek vekirî û samîmî di navbera nifşan de zehmet bike. Astengîyên avahîyên li pêşiya beşdarbûna ciwanan di pêvajoyên siyasî de (wek mînak, têra xwe temsîlnekirina wan di mekanîzmayên biryargirtinê de), dibe sedema nebihîstina dengê wan û bêdîyalogîyê. Divê sîyaseta kurdî li gorî şert û mercên serdema îroyin van rastîyan bibine û rê li ber ciwana xweştir bike.

Ez dixwazim çend xalan ji Danazana/Deklerasyona PWKyê bi we re parve bikim: “Di warê aborî, civatî, çandî, sîyasî û rêxistinî de pirsgirêkên ciwanên kurdan yên taybet û girîng hene. Divê em bi awayekî ciddî li ser wan pirsgirêkan bisekinin û ji wan re çareserîyê bibinin.”

Dîsa di xalek Deklerasyona PWKyê de ji bo ciwanan ewha dinivîse: “Yek ji wezîfeya ciwanên kurdan ya sereke jî bi evîndarîyek neteweyî, hînî dîrok, ziman û çanda xwe bibin. Divê em di wî warî de, xwe perwerde bikin û xwe bi rêxistin bikin. Ji ber ku ciwanekî ji zanîn û hişmendîya neteweyî bêpar be, neperwerdekirî û bêrêxistinî be, wê ji şexsîyet û civata xwe bi dûr bikeve û wê bi hêsanî asimle bibe.”

Ji ber wê yeke em weke PWK girîngîyeke mezin didin nêrîn û hişmendîya ciwanan. Di warê rexnegirî û pêşnîyaran de em vekirî ne. Em hêvî dikin ku ciwan bi şêweyeke azad li pirsgirêk û doza xwe ya neteweyî xwedî derkevin, rê û metodên xebatê minaqaşe bikin. Bi îradeyek azad pêşbinî û hêvîyên xwe bi cîh bînin.

Hewldanên diyalogê yên ji bo pêşeroja siyaseta neteweyî ya kurd girîng e!  Hêvgirtina agahî, tecrube û enerjîya nifşên cuda, dikare bo beşdarîya avakirina xeteke siyasî ya berfirehtir, dînamîktir û bi bandortir bibe û rê li ber derîyê dîyalogê veke.

Em bawerin wê ciwanên welatparêz, bi ked û xebatên xwe yên cîhêreng, bi xwendin û pêşbinîyên nû bibin cîhê hêvîyê û emê bikaribin bi hevre di nav refên têkoşînê de cîh bigirin.

Wê gavê emê bi hevre, bi peyam û xebatên xwe, bersîva peyamên Ahmedê Xanî, Şêx Ubeydulahê Nehrî, Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nûrî Paşa, Qazî Mihemed û Mele Mistefa Barzanî bidin.

Ev hewldan, xebat û organîzasyonên sivîl û civakî dikarin mizgînîya xêrê bigihînin nifşên pey xwe. Serkeftin û serfirazî bi kedek hevpar, bi têkoşînek domdar û bi asoyek netewî mimkun e.

Ez/em bawerin ku wê cîwanên welatparêz bi reng û dengê xwe, bi têkoşîn û keda xwe, di nav refên sîyaseta netewî de rûpelên ezmûnên serkeftî bihûnin.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin