Nuri Aldur

Nuri Aldur

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Coxrafya bi xwȋn – 2

A+A-

Nuri Aldur

Di nivîsamin ya yekemde min qala coxrafya Kuridistan kiribû ku li wir, her dem ji alîyên dagirkeran ve êş, kûştin û her xwîn hebûyîye û her waha jî berdewama.        

 Ezê di vê berhemê de jî, her li ser heman tema yê bixebitim.                                          

Ezê bi gotineke ku min di pirtûka nivîskarê swêdî Ingemar Ottosson ”Sidenvägen” de (rûpel, 134) dîtîye anjî xwendîye, destpê bikim. Pirtûk qala demên berê, demên ku ticaret bi karwanên mezin û rêyên dirêj yên Sidenvägen(Ȋpekyolu) dike. Qala demên ku li Asyayê,  Mongol hakîm bûn dike, piştî wan Timurlenk meşhûr dibe û qala Osmanîyan, Safewîyan û Awrûpîyên mesîhî jî dike. Qala hemû awayên jîyanê yên wan deman dike.                                                                                                                 

Fermo em pevre li wê gotinê temaşe bikin û wê bixwênin:

” Gelek kesên ku seyahetî Sûrî û Iraqê dikin, rastî kesên sexte, durûtî/durûyan dibin.

Kesêndin ku gera heya Hindistanê dikin, ewan tenha tûcarên ku tiştan difroşin û dikirin dikin.

Hinekedin diçine Turkistan û Çînê û ewan dibînin ku ew welatan, tijîne ji diz û sextekaran…..”

Bê goman emê nikaribin bibêjin ku heman kûltûr niha jî heye;  na, evê dijî qanûna xweza û merovatîyê bê, lê emê bikarin ku weha bibêjin, ku van hikimdar û dewletan, berê jî û niha jî hîç pêşxistin û gûherînên erênî bo gel û welatên xwe nekirine. Hikimdarên Sûrî û Iraq bi xwe diz û sextekarbûn, durû û sûcdarbûn - heya berî bi çend salan û bi daxawe niha jî wehaye; gendelî û xwefiroşî, çetetî û mafyayî li her derên welatên wan hakîme. Di nav xaka Ȋran û Tirkîyê de qefl bi qefl, skandal bi skandal, grûbên paramiliter mîna hebên tezbîhê li pey hevin û hev dikşînin û gelek ji van sextekar û dizan, jîyana xwe bi xwîna kurdan berdewam dikin û xweş dikin; lewra ez dibêjim ku evan dewletan ji xwîn û dojehê pêde tu tişt nedana kurd û Kurdistanîyan.

 

Em karin li vir navên hinek ji van haydût û dijminên merovatîyê/kurdayatîyê bibêjin ku ewan tenha bo ku kurdan qetl bikin û coxrafya Kurdistanê reş, tarî û bi xwîn bikin, hatine çêkirin û organîze kirin: Ergenekon, Kontrgerîla, Hizbûllah, HizbilKontra, Derin Dewlet û hê gelekedin ku ez navên wan nizanim hebûn/hene û evan hemû xwedî armancek bûn ku kurdan têk bibin, nifşên nû bi tirsênin/wan kerr, lal û kor bikin û ewan  gelek deman jî bi ser diketin û doz û tekoşîna kurdan dişkandin û pêşxistin derengdir dikirin/dihiştin.

Êêê pekî, ma heya kengî eve coxrafya wê bi xwîn be û ewê bi xwînê bêt şiştin?

Erê, bi daxewe/malesef wê ne ez û ne jî tû kes bikarê bersiva vê pirsê îroj bide, ji ber ku eve bi tekoşîna gel, welat û coxrafya Kurdistan û ya her çar dewletan ve girêdayîye. Û bersiva vê pirsê bi coxrafya Rojhelatî navîn ve girêdayîye, bi politîka Amerîka û Awrûpa ve/global ve girêdayîye.                                                                        

Ezê nivîsa xwe yî sêyemîn û dawî jî li ser ”Coxrfya bi xwîn”, dû hefteyên din pêşkêşî we xwendevanên Rûpela nû bikim.

Bi gotineke xweş û bi wate, ezê vê nivîsê bi dawî bênim:

” Ma we hîç ev rastî ferq kirîye; ku zarok tûcarî nebûne durû ”.

 

Durû:bi bi tirkî têt wateya ”iki yüzlü”.

Eve gotin ya kesekî ku bi navê ”Osho” ye. Lê ”Osho” kîye,  ez jî nizanim.

 

 

 

 

 

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin