Parêzgarê Kerkûkê tê guhertin

Parêzgarê Kerkûkê tê guhertin

.

A+A-

Tê payîn ku Rêbwar Taha dev ji posta Parêzgariya Kerkûkê berde.

Endamê Meclisa Parêzgeha Kerkûkê Ebdula Mîrweys li ser mijarê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Ebdula Mîrweys got, "Serokê Meclisa Parêzgeha Kerkûkê îro em agahdar kirine ku sibe saet 12:00an dê civîneke neasayî ya Meclisa Parêzgeha Kerkûkê were kirin."

Li gorî zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di bernameya kar a civînê de mijara destjikarberdana Parêzgarê Kerkûkê Rêbwar Taha heye.

"Ez we vedixwînim civîneke bilez"

Belgeya Serokê Meclisa Parêzgeha Kerkûkê Mihemed Îbrahîm Hafiz a ku ji endamên meclisê re hatiye şandin, ketiye destê Tora Medyayî ya Rûdawê.

Di belgeya Serokê Meclisa Parêzgeha Kerkûkê Mihemed Îbrahîm Hafiz de wiha tê gotin:

"Li gorî madeya 11/çaremîn û madeya 38/yekemîn a peyrewa navxwe ya Meclisa Parêzgeha Kerkûkê ya sala 2015an a sererastkirî, ez we vedixwînim civîneke bilez.

Civîn dê sibe Pêncşemê 16ê Nîsana 2026an saet 12:00an li salona civînan a encûmenê were kirin."

Dê Mihemed Seman bibe parêzgarê nû

Nûçegihanê Rûdawê yê Kerkûkê Herdî Mihemed ragihand ku dê di civîna sibe ya Meclisa Parêzgeha Kerkûkê de Rêbwar Taha dev ji kar berde.

Her wiha dê ji bo Mihemed Seman deng were dayîn da ku bibe Parêzgarê nû yê Kerkûkê.

Nûçegihanê Rûdawê yê Kerkûkê diyar kir ku di civîna dawî de Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi Ereb û Tirkmenan re li hev kiriye.

Li gorî peymanê, di berdêla devjikarberdana ji posta parêzgariyê de dê ev post ji YNKyê re werin dayîn: Qaymeqamiya Navendê, Qaymeqamiya Daqûqê, Fermandariya Polîsan û Alîkarê Parêzgar.

Piştî guhertina postê, dê destpêka sala bê post ji Tirkmenan were wergirtin û radestî Ereban were kirin.

Paşê jî dê Kurd posta Serokatiya Meclisa Parêzgehê wergirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin