
Sibe Fraksiyona PDKê tevlî civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê nabe
.
Serokê Fraksiyona PDKê di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de taybet ji Kurdistan24ê re ragihand: "Sibe em tevlî civîna Encûmena Parêzgehê ya girêdayî guhertina posta parêzgar nabin."
Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Hesen Mecîd îro (Çarşem, 15ê Nîsana 2026ê) li ser rûniştina sibe ya wê encûmenê bersiva pirsên Kurdistan24ê da.
Hesen Mecîd eşkere kir ku, sibe Fraksiyona PDKê tevlî civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê nabe, ku biryar e di wê civînê de guhertin di posta parêzgar de bê kirin.
Ev jî di demekê de ye ku li gorî bernameya rûniştina sibe ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, Rêbwar Teha Mistefa dê dev ji posta xwe berde û Mihemed Seman wek parêzgarê nû dê dest bi kar bike.
Li gorî şopandinên Kurdistan24ê, Bafil Talebanî ligel Helbûsî û Kildanî li hev kiriye ku posta Parêzgarê Kerkûkê ji Rêbwar Teha bê wergirtin û bi Mihemed Seman ku Serokê Eniya Tirkmenî ya Iraqê ye bê dan û Mihemed Seman dê ji bo dema heft mehan bibe Parêzgarê Iraqê.
Piştî wî jî, ew post dê bi kesekî ji pêkhateya Erebên Sune bê û ew post dê heta hilbijartinên bên ên Parêzgeha Kerkûkê di destê Erebên Sune de bimîne.
Her çend piştî civîna 10ê Tebaxa 2024ê ya li Hotêla Reşîdê ya Bexdayê (di navbera YNK, Teqedum û Tevgera Babilonê de), YNKê red dikir ku posta Parêzgarê Kerkûkê radestî tu aliyekî din bike, lê lihevkirin hatiye kirin û dê bê bicihanîn. Hinek çavdêr di wê baweriyê de ne ku, YNK bi vê pêngavê dixwaze peywendiyên xwe ligel Tirkiyeyê asayî bike.
Piştî civîna Hotêla Reşîdê, ev zêdetir ji salekê ye ku ew encûmen neciviyaye lê sibe ji bo wergirtina posta Parêzgarê Kerkûkê ji Kurdan dê bicive.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin