Şirîkatîya hevkarên sadabadê û Kurd
Cano Amedî
Li Paytextê Pakîstanê, li bajarê Îslambadê hevdîtinên di navbera şandên Emerîka û îranê di atmosferek giran de destpêkir û bê encam bi dawî hat. Ev jî dide xuya kirin ku “ev hevîr wê gelek av bigir e” Pêwendî, dijayetî û dostanîya hêzên desthilatdaran li gorî berjewendîyên dewletên desthilatdar dimeşe. Hewldanên rêya çareserîyê, li gorî nakokî û pirsgirêkên heyî tê guhertin.
Bazarîya navbera alîyên şer, li heremê û li Dinê ji alîyê gelek miletan ve tê şopandin. Her alî li gorî berjewendîyên miletê xwe, li gorî berjewendîyên dewleta xwe şîrove dikin, helwest digirin, strateji û siyaseta xwe ya heyî guncaw dikin û ji bo paşeroja xwe tevdigerin. Dewletên Ewropa, Rûsya, Çîn, dewletên Ereban, Tirk, dîyaloga di navbera îran û Emerîka de tê meşandin bimeraq û bi kelecanî dişopînin.
Hemû alîyên li heremê şerê desthilatdarîyê dimeşînin dixwazin ji rewşa heyî sûd bigirin û cîh li xwe firehtir bikin. Ev dewletên alaqadar ji bo rê li ber berjewendîyên xwe xweştir bikin ji alîyekî ve dixwazin ew alîyên ku şer dikin, bila hevdû zêdetir bi êşînin, ji taqatê bixin lê ji alîyekî ve jî naxwazin têkçûnek bingehîn pêkbê. Bi taybetî jî dewleta Tirk ji hemû alîyan zêdetir meraq dike ku wê encama şer çewa be û wê ber bi kêderê ve biherike? Meraq û merama wan ew e ku rê li ber berjewendîyên miletê Kurd venebe, bi derîyê azadî û destkeftîyên nû rûbirû nebin! Ev tirsa hane ji bo wan problemek bingehîne!
Ji ber wê yekê Dewleta Tirk weke kordînatorê şer tevdigere û dixwazê ji hemû alîyan şer bacê bigire û rê li ber têkoşîna miletê Kurd asê bike. Hemû hewldan, dîplomasî û pêveberdanên (tawîz) dewleta Tirk li ser hişmendîya “bila Kurd dîya xwe ne bîne” dimeşe. Ev dide xuya kirin ku dewleta Tirk naxwaze ji kodên damezrandina xwe bi qasî misqalekî pêveberdanekî bide an jî rastîyê qebûl bike.
Em baş dizanin ku ev şerê ku di navbera Îran-Îsraîl û Emerîka de didome şerekî demkî û girêdayê dabeşkirin û lihevhatina bazara çavkanîyên enerjîyê ye. Lê belê bandora vî şerê li ser dahatûya miletê Kurd gelek tesîrek girîng dike. Ji bo me xala esasî û ya grîng ew e ku emê çewa tevbigerin, çi bi dest bixin an çi hunda bikin? Gelo emê vê carê bikaribin li Hespa Felekê suwar bibin an cardin bi dilşikestinek sar emê li toz û dumana heyî meze bikin?
Lê mixabin ev şerê ku çar dewletên dagirker û mêtînger li hemberî miletê Kurd di meşînin encamê siyaseta mêtîngerîyêye û xwedî dîrokek kevnar e. Encam û bandora wê sîyaseta heyî bi her awayî bal dikşîne ser xwe, di nav civaka Kurd de rê li ber derizandin û bê hêzbûnê xweştir dike. Paradîgmayên ku dewletên dagirker amade dikin cardin bi deste hinek alîyên sîyasî ve li ser miletê Kurd tê ferz kirin. Rê li ber kom û alîyên berjewendîperest tê xweşkirin û her diçe daxwaz û nîrxên neteweyî tê dorpeç kirin.
Em hemû baş dizanin ku çar dewletên dagirker li gorî peyman û lihevhatina SADABADê, li hemberî miletê Kurd şerê tunekirinê, hewldanên jenosaydê, siyaset û hiqûqa dijmînatîyê bi hevre di meşînin.
Ew çeteyên îro li çar beşan hebûna xwe li ser bingeha şer û narkotîkê dimeşînin, grûbên ji aliyê dewletên dagirker ve hatine damezrandin û li ser navê dagirkeran tevdigerin îro raste rast li dijî miletê kurd, li dijî gelê Kurdistanê, li dijî hukumet û desthilatdarîya Başûrê kurdistanê şer ragihandine.
Heta niha, bi çekên giran, fuze, dron û çekên cuda li başûrê Kurdistanê êrîşên hovîyane pêkhatî ye. Li gorî agahîyên bi raya giştî re hatiye parve kirin, heta niha zêdetirî 670 êrîşên esmanî pêk hatîye. Di encama wan êrîşan de hejmarek zêdetir Pêşmerge, kesên sivîl û hemwelatî hatine kuştin, bi sedan kes birîndar bûne. Di derbarê zirar û ziyana maddî de tu lêkolînek ber bi çav nehatîye kirin û heta îro tu bertekek ber bi çav pêk nehatîye. Ev bêdengî û bê helwestîya hanê, çerçewa rewşa heyî îfade dike.
Îro li Iraqê, desthilatdarî di destê Îranê de ye. Îran û hewkarên xwe yên PEYMANA SADABADê bi rîya şerê wekaletî, bi operasyonên hevbeş û bi grûbên îstîxbarî şerekî vekirî didomînin. Armanca wan ew e ku destkeftîyên heyî ji holê rakin, desthilatdarîya Başûrê kurdistanê bi dawî bînin. Divê em baş bizanibin ku ev êrîşên li hemberî desthilatdarîya başûrê Kurdistanê encamÊn strateji û peymana Sadabadê ye. Dewletên dagirker û hêzên wan yên wekîl li hemberî destkeftîyên heyî, li hemberî hukumeta başûrê Kurdistanê, li hemberî desthilatdarîya sîyasî şer ragihandin e.
Miletê Kurd, gelê Kurdistanê divê li hemberî vî şerî li seranserê dîaspora bertek nîşan bide, helwest bigire, raya giştî hişyar bike û li ser dewlet û sazîyên navneteweyî bandorek çêbike ku li dijî van êrîşan, li kuştin û qetlîaman helwest bigirin û bertek nîşan bidin. Em di pêvajoyên girîng de derbas dibin, divê helwest û sekna me girêdayê berjewendîyên miletê kurd be. Sîyaset û bertekên me divê girêdayê hişmendîya niştimanperwerîyê be.
Divê em tu carî ji bîr nekin ku ev şer li hemberî mirovahîyê, li hemberî miletê Kurd tê meşandin. Ji ber wan sedeman em mecburin bi hişmendîyek netewî, bi helwestên milî tevbigerin, li dijî dewletên dagirker bertek nişan bidin û li gorî pêwîstîya erkê neteweyî sîyasetek milî û stratejik biafirînin…


YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin