SIYARÊN DEŞTA ANATOLÎYÊ

SIYARÊN DEŞTA ANATOLÎYÊ

”Min bihîst ku kalikê min ji ber sêdarê xelas bûye.”

A+A-

 Perîn Esmeroglu 

”Min bihîst ku kalikê min ji ber sêdarê xelas bûye.”

Vê bûyerê kir ku nivîskar lêkolînekê li ser vê yekê bike. Serpêhatî li deşta Anatolîya Navîn derbas dibe. Di dema osmanîyan da kurdên ku ji Kurdistanê hatine koç û surgun kirin, li vir hatibûn bi cîh kirin. Li vê deştê, çend bajarok, gund û zozan ava kiribûn.

ts-lll.jpgOsê Biro ku bavê wî di şerê cihanê yê yekem da li Çeneqeleyê şehîd ketîye û dîya xwe jî ji ber nexweşîya xeneqokê çend sal li dû bavê xwe wenda kirîye.

Osê evîndarê Dîlbera keça Gozelê bû, her tim wî ji hevalê xwe yê nêzik û merivê xwe Omer ra behsa evîna xwe dikir. Tu çare jêra tune bû. Evîna xwe dişiband evîna Mem û Zînê ku ew çîroka di dema bêrîyê da ji meta Bostan guhdarî kiribû.

Piştî mirina bavê Dîlberê mezinên malbatê xwedî li dayika wê û li wê derketibûn. Dîlber li cem apê xwe mezin bûbû, ji bo wê jî qelindekî pir zêde ji bo wê daxwaz dikirin.

Ciwanên kurd di şerê cihanê da li Yêmen, Çeneqqele û di şerê Yunanîyan da miribûn, hinek wenda hinek jî seqet mabûn, ev jî bûbûn sebeba feqîrî û belengazîyê.

Kurdan alîkarîya dewleta nû kiribûn daku belkî xêrekê ji wan bibînin, lê mixabin! Tevlîhevîyeke mezin di nabera dewleta nû û kurdan da çêbûbû, îxaneta dewletê bûbû sebeba serhildana kurdan. 
Ew kesên ku serî hildabûn li deşt û çîyayan digerîyan, malê dewletê û yên dewlemendan talan dikirin, jiyana xwe bi vî awayî didomandin. Yên ku nedixwestin eskerîyê bikin jî tevî wan bûbûn, bûbûn ”qaçax û eşqîya” û tirseke mezin kiribûn dilê axa û began.

Yek ji wan kesan hebû ku bi navê Hecîyê Buxurcî ji eşîra Omeran, bi nav û deng bû, tirsa dilê dijminan bû. Osê ew ji kuştinê xelas kir û vê bûyerê dostanîyeke baş di nabêra wan da çêkiribû.
Hecîyê Bixurcî soz da Osê ku ew ê Dîlberê jê ra bixwaze û daweta wan çêke. Lê berî dawetê divê bibûna xwedî mal û milk. Hecî pêşnîyara karekî mezin li Osê û Omer kir, ew ê pir dewlemend bibûna, karekî pir rehet bû, ew ê êrîşî erebeya postê bikirana.

Evdo jî alîkarîya wan kir, ji ber ku bavê wî di qonaxa dewletê da xizmetkar bû, ji bo wê jî haya wî jê çêdibû ku kengî erebeya postê dê were. Evdo, Omer û Os wekî ku plan kiribûn, bi hev ra erabeya postê şêlandin.

Hecî ji ber ku qacax bû û bi dergîstî bû, bi pêşniyara hevalan teslîm bû, goya bi alîkarîya wan dost û hevalan ew ê ji girtîgehê zû derketa. Mixabin, Hecî di girtîgehê da bêxwedî ma, bêbextîya dost û hevalan dît û hat dardakirin


pirtuk-2.jpgPişt re Osê û Omer jî hatin girtin. Osê negihîşt mirada xwe, evîna xwe, Dilbera xwe, ew jî hat dardakirin. Lê Omer li ber sêdarê xelas bû, ji ber ku ji bo pîrozbahîya deh salîya Meclîsa Enqereyê, efû derketibû, Omer jî hat berdan.

Omer digel xebera nexweş û biêş; bi xebera mirina Osê Biro, hat gundê xwe. Dilbera evîna Osê jî ji kerb û hesreta Osê zêde nejîya. Omer jî bi zor û qerara eşîrê ku wî tu carî nedixwest, bi jina birayê xwe yê mirî ra zewicî.
Nivîskar bi meraqdarî dide dû serpêhatîya kalikê xwe, li ser tarîxa eşîr û malbata xwe xebateke pir hêja dike.

Bê guman ne tenê li ser malbat û eşîra xwe lêkolînê dike, her weha li ser dîroka kurdên Anatolîya Navîn, sebeba koç û bi cîh kirina wan, jîyana gund , zozan û konên wan , feqîrî, belengazî û zehmetîyên wan jî dinivîse. Îxaneta dewletê û şerê di nabera wan û dewletê da. Şerê di navbera eşîran da û sebebê jîyana eşqîyatîya di nav ciwanan da. Dûr û dirêj qal dike.

Nivîskar bi devoka xwe nivisandiye, zimanê wî pir xweş û herikbar e. Eger meriv bixwaze kurdên Anatolîya Navîn û eşîrên van deran û cih û warên wan nas bike, ev pirtûk yek ji wan e ku divê meriv bixwîne.
Muzaffer Özgür, SIYARÊN DEŞTA ANATOLÎYÊ, Weşanên Apec, Stockholm

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin