Şirketeke Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê ofîsa xwe vekir

Şirketeke Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê ofîsa xwe vekir

.

A+A-

Kompanyayeke şêwirmendiyê ya Amerîkayê ya ku ji aliyê berdevkê berê yê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ve tê birêvebirin, li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ofîsek vekir da ku alîkariya fîrmayên Amerîkayê bike ku li herêmê karsaziyê ava bikin.

Birveberê Giştî yê Kompanyaya Words Warriorsê Myles Caggins ji Rûdawê re got:

"Li Sûriyeyê, em li ser du projeyên cuda dixebitin, ji aliyê bazirganî û karsaziya taybet ve.

Em bi kompanyayên petrol û gazê re şêwiran dikin da ku alîkariya wan bikin ku li bakur û rojhilatê Sûriyeyê dest bi karên xwe bikin.

Em alîkariya wan dikin ku herêmê fêm bikin û ji berpirsên hikûmetê destûrên karsaziyê wergirin.

Cuda ji sektora taybet, ji aliyê hikûmetê ve jî em bi Korpusa Endezyaran a Artêşa Amerîkayê re dixebitin."

Caggins di dema karê xwe yê 14 mehî de wekî berdevkê Hevpeymaniya Navneteweyî di salên 2019 û 2020an de, pêwendiyên xurt bi birêvebiriya Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re ava kiribûn.

Ew niha berdevkê Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (APIKUR) ye.

APIKUR komeke sîwanî ya hilberînerên petrolê ye ku li Herêma Kurdistanê kar dikin.

Myles Caggins destnîşan kir ku girîng e kompanyayên biyanî pêwendiyên baş bi birêvebiriya Kurdan a li bakur û rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta veguhêz a li Şamê re hebin.

Wî diyar kir ku kompanyaya wî dê sûdê ji pêwendiyên xwe yên "xurt" ên bi birêvebiriya HSD û Rojavayê Kurdistanê re wergire da ku alîkariya miwekîlên xwe bike ku li deverên di bin birêvebiriya Kurdan de veberhênanê bikin.

HSD sêyeka Sûriyeyê kontrol dike ku piraniya zeviyên petrolê yên welêt jî di nav de ne.

Kompanyaya Caggins dê di karên avakirinê de jî cih bigire.

"Em bi kompanyayên avakirinê re dixebitin”

Caggins li ser karê xwe jî got, "Em bi kompanyayên avakirinê yên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê re hevkar in û em li ser projeyên Korpusa Endezyaran a Artêşa Amerîkayê li baregehên Artêşa Amerîkayê û Hevpeymaniya Navneteweyî li Sûriyeyê dixebitin.

Em projeyên biçûk ên avakirinê dikin û kompanyaya min pisporên Amerîkayî yên bi perwerdeya teknîkî tîne."

Words Warriors armanc dike ku li Rojavayê Kurdistanê gelek derfetên kar biafirîne û bi giranî pişta xwe bi hêza kar a herêmî ve girê dide.

“Em alîkariyê didin temamkirina projeyan”

Caggins li ser naveroka karê şirketa xwe jî ev agahî dan:

"Di hemû rewşan de, herî kêm ji sedî 90ê kar ji aliyê xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tê kirin.

Dibe ku kompanyaya min tenê çend şêwirmend, endezyar û pisporên piştrastkirina kalîteyê bîne ku xwedî sertîfîkayên ji Amerîkayê ne û bi tecrubeya xwe alîkariyê didin temamkirina projeyan."

Korpusa Endezyaran a Artêşa Amerîkayê li ser malpera xwe dibêje ku ew xwedî nêzîkî 37,000 "Sivîl û Leşkerên fedakar" e ku xizmetên endezyariyê pêşkêşî miwekîlan li zêdetirî 130 welatên cîhanê dikin.

Words Warriors di rojên dawî de di parvekirineke xwe ya li ser LinkedInê de got ku ew pêwendiyan di navbera kompanyayên Amerîkayê û aliyên herêmî de ava dike.

Li gorî parvekirinê, tîma wan "wekî beşeke ji gotûbêjên berdewam ji bo lêkolînkirina hevkariyê li ser înîsiyatîvên enerjiya domdar, petrol û binesaziyê ku dê piştgiriyê bidin aramiya aborî ya demdirêj ji bo hemû Sûriyeyiyan” bi berpirsên payebilind ên Kurdan re civiyaye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin