Nûnerê Trump bi Kurdî peyam da: Peymana Îraq û Tirkiyeyê pêngaveke berbiçav ev

Nûnerê Trump bi Kurdî peyam da: Peymana Îraq û Tirkiyeyê pêngaveke berbiçav ev

.

A+A-

Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraqê Mark Savaya bi zimanê Kurdî bi boneya îmzekirina peymana nû ya derbarê birêvebirina avê, pîrozbahî li Îraq û Tirkiyeyê kir.

Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraqê Mark Savaya li ser hesabê xwe yê Xê bi boneya îmzekirina peymana avê ya di navbera Îraq û Tirkiyeyê de bi zimanê Kurdî peyamek belav kir.

"Li Îraq û Tirkiyeyê pîroz be"

Mark Savaya ew peyman bi van gotinan pîroz kir, “Li her du xelkên Komara Îraq û Komara Tirkiyeyê pîzro be."

Savaya her wiha destxweşî li hikûmeta Îraqê kir  û ew peymna ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên berdewam ên birêvebirina avê hatiye îmzekirin, wekî peymaneke girîng bilind nirxand.

"Pêngaveke berbiçav e"

Savaya derbarê peymanê wiha got, "Ev peyman pêngaveke berbiçav e ji bo bilindkirina hevkariyên herêmî û misogerkirina gihîştineke berdewam bi çavkaniyên avê yên girîng.

Peyman her wiha ji bo jiyana bi milyonan Îraqiyên ku ji ber ziwabûn û kêmbûna avê zerer dîtine, girîng e."

Mark Savaya pabendbûna bihêz a Amerîkayê ji bo piştgiriya Îraq û xelkê wê ducare kir.

Peymana 26 xalî

Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karên  Derve yê Îraqê Fuad Husên û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan 2yê Çiriya Paşîn a 2025an li Bexdayê konferanseke rojnamegerî ya hevpar li dar xistibûn.

Fuad Husên ragihandibû ku wan di civîna xwe de behsa çend mijarên cuda kirine û gotibû:

"Bi taybetî em li ser mijara avê rawestiyan ku pêwendîdar e bi her du welatan û bi welatiyên her du aliyan re.

Berê jî me li Enqereyê û li vir jî behsa wê mijarê kiriye û di gelek mijaran de xalên me yên hevbeş hebûn û em gihiştine rêkeftinê."

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê her wiha gotibû, "Me pêwîst dît ku em hemû wan peyman û lihevkirinan bixin ser rûpelên rêkeftinê û îmze bikin.

Girîng e bêjim ku rêkeftineke me ya 26 xalî bi Tirkiyeyê re heye. Em li ser xalên wê rêkeftinê ji nû ve geriyan da ku em guhertinên pêwîst tê de bikin."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin