Li Tehranê metirsiya mezin: ‘Tenê têra 2 hefteyan ava me maye’

Li Tehranê metirsiya mezin: ‘Tenê têra 2 hefteyan ava me maye’

.

A+A-

Ji ber kêmbûna ava di bendavan de dibe ku Tehrana paytexta Îranê di nava du hefteyan de rûbirûyê krîzeke cidî ya avê bibe.

Birêvebirê Giştî yê Îdareya Avê yê Tehranê Behzad Parsa ji medyaya Îranê re ragihand ku li Bendava Emîr Kebîrê ya ku depoya sereke ya ava bajêr e, niha tenê 14 milyon metre sêgoşe av tê de maye û ev jî tenê ji sedî 8ê kapasîteya bendavê ye.

Parsa hişyarî da ku bi kapasîteya heyî, bendav dikare herî zêde du hefteyên din avê bide Tehranê û anî zimên ku sedema sereke ya vê kêmbûna dramatîk, kêmbarîna baranê ye.

5 bendav hema hema vala ne

Li aliyê din, ava 5 bendavên mezin ên ku avê didin parêzgehên Tehran û Elburzê, hema hema bi temamî daketiye asteke xeter.

Ava Tehranê ji 5 bendavên bi navê Lar, Mamlû, Emîr Kebîr, Talîkan û Latyanê tê dabînkirin ku Emîr Kebîr a herî mezin e.

Li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê di 5 salên dawî de barîna baranê bi awayekî cidî kêm bûye.

Li gorî amarên saziyên keşnasiyê, îsal li Tehranê baran li gorî demsala normal ji sedî 40 kêmtir bariyaye.

Bi taybetî bihar û havînê hema bêje qet baran nebariyaye û ev yek bûye sedema kêmbûna rezervên di bendavan de.

Vê rewşê ne tenê di avên rûyê erdê de, di rezervên ava binê erdê  de jî kêmbûneke cidî çêkiriye.

Îdareya Avê ya Tehranê 20ê Tîrmehê hişyarî dabû ku ji ber hişkesaliya 5 salên dawî, rezervên avê yên di bendavên Tehranê de gihîştine asta herî nizm a sedsala dawî.

"Bi rastî ava Tehranê nîne"

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan 23ê Tîrmehê derbarê mijarê daxuyaniyek dabû û gotibû, eger kêmbûna avê ya li Tehranê bi vî rengî bidome û çareserî neyê dîtin dê gihandina avê ya xelkê ne mumkin bibe û anîbû ziman:

"Bêdengeyiya enerjiyê di qonaxeke cidî de ye.

Bi rastî ava Tehranê nîne û eger rewş bi vî rengî bidome, em dê nikaribin avê bidin xelkê."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin