Serokê PSKyê Mesut Tek: Bangawaziya Mustafa Özçelik Nişana Dilsozî û Berpisayetî ye

Serokê PSKyê Mesut Tek: Bangawaziya Mustafa Özçelik Nişana Dilsozî û Berpisayetî ye

.

A+A-

RÛPELA NÛ/ Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik li ser bûyerên dawî yên Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê di roja 17.12.2020an de bangî Birêz Serok Mesud Barzanî û Birêveberîya Herêma Kurdistanê kir da ku partîyên Kurdan yên li her çar perçeyên Kurdistanê û nûnerên Kurdên li welatên cihanê  di demek zûtir de di civînekî berfireh de bînin cem hev.

Binêrin: Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik bangî Rêvebirîya Herêma Kurdistanê kir

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik di roja 20.12.2020an de jî banga xwe dûbare kir û got: Banga me ji bo parastin û lêxwedîderketina destkeftinên netewî, niştimanî yên Başûrê Kurdistanê ye. Divê ji bo parastin û piştgirî û lêxwedîderketina destkeftinên federe yên Herêma Kurdistanê, gavên nû bêne bêne avêtin. Ji bo wê jî ez bangî Birêz Serok Barzanî, Birêzan Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim. Demildest bes ji bo vê mijarê, civîneke awarte, acîl li dar bixin û bangî hemû partiyên Kurdan ên li çar parçeyên Kurdistanê û nûnerên Kurdan yên li weltên cîhanê bikin vê meselê bi zelalî ji me re eşkere bikin û em biaxivin û em bikaribin helwesteke netewî û niştimanî bi hev re nîşan bidin. 

Binêrin: Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik: Banga me ji bo parastin û lêxwedîderketina destkeftinên netewî, niştimanî yên Başûrê Kurdistanê ye

Me wek RÛPELA NÛ li ser banga Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, nêrînên Serokên partiyan, nivîskar, Siyasetmedar û Rewşenbîr an wergirt. 

Emê peyder pey nêrînên li ser banga Mustafa Özçelik bi we re parve bikin.  

Em nuha nêrîna Serokê PSKyê Mesut Tek ya di heqê vê  banga Serokê PAKê Mustafa Özçelik bi we parve dikin.    

Mesut Tek (Serokê Giştî yê PSKyê): Bangawaziya Mustafa Özçelik nişana dilsozî û berpisayetî ye.

 Bê guman bandora buyerênku li Kurdistana Başur û Rojava rûdidin, li ser parçeyên din yên Kurdistanê hene û parastina deskevtên netewî erkê niştimanî ye û her metirsiyek, ku li ser destkevtên hanê hene, her usa metirsî ye li ser tevgera niştimanîya seranserê Kurdistanê.

Her peşniyarek sazkar a derbareyê bûyerên dawiyê bi nirx e û girîng e.

Ji bona ku ji rewşa heyî pirtir agahdarbûn û alîgorkirina bîr û boçûnan diyalog pêwist e û baştirîn diyalog jî civin eku divê hemû partî û aliyên siyasîyên welatparêz têda beşdar bin.

Heger serokatiya heremê, bangî me yê, ji bo civîneke bi vî rengî bike, em amade ne beşdar bin û bîr û boçûnên xwe pêşkeş bikin.

Her usa em amade ne her erkek, ku di vî warê de bikeve ser milê me, emê li gor taqat û hêzên xwe, cî bi cî bikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin