
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Amadekariyên ji bo vekirina 18emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê didomin; biryar e pêşangeh roja 21ê vê mehê bi beşdariya nêzîkî 400 weşanxaneyên ji 18 welatan deriyên xwe li ber pirtûkhezan veke.
Li Qada Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê, amadekariyên sereke ji bo pêşwazîkirina weşanxane û kompaniyên beşdarber bi dawî dibin. Xula 18emîn a Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê di bin çavdêrî û serpereştiya Serok Mesûd Barzanî de, dê ji 21ê heta 31ê vê Cotmehê berdewam bike.
Serperiştiyarê amadekariyên pêşangehê Mihemed Dawûd, di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re ragihand: "Nêzîkî 400 çapxane û weşanxane ji 18 welatên erebî û cîhanî tevlî vê xulê bûne. Pêşangeh îsal di bin dirûşma 'Ez Kurdistanî me' tê lidarxistin. Ji bilî pêşkêşkirin û firotina pirtûkan, dê hejmareke berbiçav ji çalakiyên rewşenbîrî, semîner, hevdîtin û guftûgoyên wêjeyî û çandî jî birêve biçin."
Dawûd herwiha da zanîn ku ji bo hezkiriyên xwendinê û xelkê Herêma Kurdistanê, di dema pêşangehê de erzanî û daxistinên taybet li ser buhayê pirtûkan dê hebin daku pirtûk bi hêsanî bigihîjin destê xwendevanan.
Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê salane wekî yek ji mezintirîn û girîngtirîn bûyerên çandî li Herêma Kurdistanê û Iraqê tê hejmartin, ku bi hezaran hezkiriyên pirtûk û rewşenbîran ji hemû deveran dikişîne paytexta Herêma Kurdistanê.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin