HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?

HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?

Ereb dixwazin hikûmeta Sûriyeyê desthilata xwe bi ser bajarê Hisîçayê û tevahiya parêzgehê de bisepîne.

A+A-

Li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê, îro piştî nimêja înê xwenîşanderên Ereb dest bi xwenîşandanê kir û xwest derbasî taxên Kurdan bibin lê hêzên ewlehiyê rê li ber wan girt.

Xwenîşanderên Ereb bi bilindkirina alayên Sûriyeyê xwest ku hikûmeta Şamê desthilata xwe bi temamî li herêmê bisepîne.

Lê belê piştî demeke kurt aloziyê rû da û xwenîşanderan hewl da biçin nav taxên Kurdan lê hêzên asayîşê rê neda wan.

Şêniyên Ereb ên Hisîçayê çi dixwazin?

Şêniyên Ereb ên li Hisîçayê kêm in û piraniya wan li taxên Til Hecer û Xiwêranê dijîn.

Ew dixwazin desthilata Şamê bi temamî li bajêr were çespandin û ji bo vê armancê jî heta niha çend caran xwenîşandan li dar xistine.

Li aliyê din, şêniyên Kurd ên li Hisîçayê naxwazin ji bilî hêzên Kurd desthilata din li ser wan hebe û vê rewşê du nêrînên dijber li bajêr derxistine holê.

Şeva borî çend kes birîndar bûn

Şeva borî bajarê Hisîçayê rûbirûyî aloziyeke tund bû.

Piştî kombûna ciwanên Kurd li çend qadên bajêr, hêzên Asayîşa Navxwe ji bo belavkirina ciwanan gule berdan hewayê.

Serokê Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdulrehman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku li nêzîkî Meydana Hemameyê çend welatiyên Kurd birîndar bûne.

Ramî Ebdulrehman her wiha da zanîn ku ji ber reşandina guleyan zerereke zêde gihîştiye mal û milkên xelkê sivîl.

Ev alozî piştî kombûneke li Taxa Muftiyê derket ku ji bo daxwaza mafan hatibû lidarxistin lê di navbera xwenîşanderan û hêzên ewlehiyê de pevçûn rû da.

Asayîşê ji bo kontrolkirina rewşê hêz bi kar anî û zerer da çend wesayîtên xwenîşanderan.

Xwenîşandana îro û rêgiriya Asayîşê

Piştî nimêja înê ya îro, şêniyên Ereb ên li taxên Xiwêran û Til Hecerê kom bûn.

Wan alayên Sûriyeyê û wêneyên kesên ku hatine kuştin bilind kirin û ber bi taxên Kurdan ve meşiyan.

Nûçegihana Rûdawê Vîviyan Fetahê ji nav xwenîşanderan ragihand:

"Ereb dixwazin hikûmeta Sûriyeyê desthilata xwe bi ser bajarê Hisîçayê û tevahiya parêzgehê de bisepîne."

Nûçegihana Rûdawê destnîşan kir ku tevî hemû hewldanan, Hêzên Asayîşa Giştî yên Rojavayê Kurdistanê rê neda xwenîşanderên Ereb derbasî taxên Kurdan bibin.

Xwenîşander li ber Taxa Til Hecerê kom bûn û piştî zêdetirî du demjimêran xwenîşandan bi dawî bû.

Vîviyan Fetahê her wiha da zanîn ku çalakvanên Ereb ev çend roj bûn banga lidarxistina van xwenîşandanan dikirin.

Xwenîşanderan piştî nîvro bi otomobîlan jî li kolanên bajêr dewran da û dirûşmên cuda berz kirin. (RN)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin