Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin

Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin

"Eger li Îsraîlê serkirdeyê şaş hebe, ku her kesê din ê ji bilî Bîbî (Benjamin Netanyahu) be, dê Amerîka neçar bimîne bi xwe vî karî bike (şer bike), ez jî vê yekê naxwazim."

A+A-

 Serokê Amerîkayê Donald Trump, di peyamekê de ji bo xelkê Îsraîlê, piştgiriya xwe ya "tam û bêmerc" ji bo Binyamîn Netanyahu di hilbijartina bê ya serokwezîriya wî welatî de ragihand.

Trump hişyarî da ku serkeftina her kesê din ê ji bilî Netanyahu, dê barê şerê li gel Îranê bixe ser milê Washingtonê.

Trump di peyama xwe de di rûbirûbûna Komara Îslamî ya Îranê de Netanyahu wekî "şervanekî mezin û şirîkekî mezintir ê aştiyê" bi nav kir.

Trump her wiha diyar kir ku Îran çi di warê leşkerî û çi di warê darayî de "bi awayekî sîstematîk hatiye wêrankirin" û eger bi lez siyasetên xwe neguherîne, "em dê di demeke nêzîk de vî karî bi dawî bînin."

Serokê Amerîkayê da zanîn ku pêdiviya Washingtonê bi rêberekî wekî Netanyahu heye û got:

"Eger li Îsraîlê serkirdeyê şaş hebe, ku her kesê din ê ji bilî Bîbî (Benjamin Netanyahu) be, dê Amerîka neçar bimîne bi xwe vî karî bike (şer bike), ez jî vê yekê naxwazim."

Trump pesnê berxwedana Netanyahu ya li hemberî guvaş û dijberiyên navxweyî yên Îsraîlê da û bangî dengdêrên wî welatî kir ku careke din baweriyê bidinê.

Ev peyama Trump di demekê de ye ku bangaşeya hilbijartinên Îsraîlê gihîştiye rojên xwe yên dawî û pirsa ewlehî û şerê li gel Îranê bûye mijara sereke ya rikbaziya navbera aliyan.

Hilbijartineke çarenivîssaz a piştî 7ê Çiriya Pêşîn

27ê Çiriya Pêşîn a 2026an, ango sê sal piştî êrişa 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan, welatiyên Îsraîlê diçin ser sindoqên dengdanê da ku çarenivîsa Benjamin Netanyahu û paşeroja siyasî ya welatê xwe diyar bikin.

Ev hilbijartin dikare desthilata rastgirên tundrew bi awayekî mayînde bisepîne.

Netanyahuyê ku 21ê vê mehê temenê wî dibe 77 sal, xwediyê serdema herî dirêj aserokwezîriyê ye di dîroka Îsraîlê de ku bi giştî zêdetirî 19 salan desthilatdarî kiriye.

Ew Kanûna Pêşîn a 2022yan bi hevalbendiya li gel partiyên neteweperwer û olç yên tundrew vegeriya ser desthilatê.

Lê niha ji ber rêbaza şer, Îsraîl li gelek welatên Rojavayî rûbirûyî tecrîda dîplomatîk bûye.

Her wiha ji aliyê Dadgeha Tawanan a Navneteweyî ve jî biryara desteserkirinê ji bo Netanyahu hatiye derxistin.

Ji bilî vê yekê, ew li navxwe jî ji ber tohmetên gendeliyê rûbirûyî darizandinê ye.

Rikaberiya tund a bi Gadi Eizenkot re

Rapirsî nîşan didin ku di navbera Netanyahu û rikeberê wî yê herî bihêz de rikaberiyeke gelekî nêzîk heye.

Rikaberê wî Gadi Eizenkot e ku Sererkanê berê yê Artêşa Îsraîlê ye.

Eizenkot wekî nûnerê eniya navend û partiyên mixalefetê bûye namzed.

Ew di bangaşeya xwe de qal dike ku Netanyahu di rêlibernegressîna êrişên 7ê Çiriya Pêşîn de berpirsiyarê sereke ye.

Eizenkot bi eslê xwe ji malbateke Cihû ya koçber a Mexribê ye.

Eger ew bi ser bikeve dê bibe kesê yekem ê ji wê civakê ku digihîje wê postê. Kurê wî jî di şerê Xezeyê de hatibû kuştin.

Her çend mixalefeta Îsraîlê rasterast rexne li şer û bombebaranan negirtibe jî, bi tundî êrişî hevalbendiya Netanyahu ya bi partiyên olî yên "Haredî" (Ortodoksên tundrew) re dike.

Mixalefet bi taybetî li dijî bexşandina xwendekarên olî ji xizmeta leşkerî radiweste.

Dengdêrên Ereb û hevsengiyên nû

Li aliyê din, alîgirên Netanyahu di wê baweriyê de ne ku şerê li dijî Hemasê û lêdana li Îran û Hizbulahê aramiya herêmê vegerandiye.

Di heman demê de Netanyahu bi rêya partiya xwe Likudê, li dijî dengdêrên Ereb ên li navxweyî Îsraîlê ku nêzîkî ji sedî 20ê nifûsê pêk tînin, dest bi bangaşeyeke berfireh kiriye.

Netanyahu soz daye ku ti carî bi partiyên Ereb re hevalbendiyê neke. (RN)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin