Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin

Welaî hişyarî da Kurd û Suniyan û got, "Bi Amerîkayê bawer nekin."

A+A-

Sekreterê Giştî yê Lîwayên Seyîduşşohedayê Ebû Ala  Welaî bangî Kurd û Suniyan kir û got, “Ji Amerîkayê bawer nekin

Seyîduşşoheda hêzeke milîs a Şîe ya li Îraqê ye.

Welaî hişyarî da Kurd û Suniyan û got, "Bi Amerîkayê bawer nekin."

Ebû Ala  Welaî eşkere kir ku heke gefeke man û nemanê li ser Tehranê hebe ew dê rasterast têkevin şer.

Lê wî da zanîn ku ew dê li Sûriyeyê ti carî nebin aliyê şerekî nû yê mezhebî yê di navbera Şîe û Suniyan de.

Plana vekişîna hêzên Koalîsyonê yên bi serkêşiya Amerîkayê ji Îraqê didome.

Her wiha aloziya li Rojhilata Navîn zêde dibe.

Di vê serdemê de rêberê Lîwayên Seyîduşşohedayê Ebû Ala Welaî hevpeyvîneke berfireh da platforma Middle East Uncoveredê.

Ev lîwa yek ji hêzên herî bibandor ên Berxwedana Îslamî ya Îraqê ye.

Welaî li ser qonaxa nû ya Sûriyeyê peyamên balkêş dan.

Her wiha wî qala radestkirina çekan a ji bo dewletê û tirsên navxweyî yên desthilata Şîeyan kir.

"Amerîka dê pişta xwe bide we"

Welaî pêwendiyên hevpeymaniyê yên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn bi zimanekî tund rexne kirin.

Wî tecrubeyên dîrokî anîn bîra Kurd û Suniyên li Îraqê û got:

"Peyama me ya eşkere ji bo Kurd û pêkhateyên Sunî ev e: Amerîkayê di rabirdûyê de çawa Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û birêvebiriya Efxanistanê di şevekê de bi tenê hiştin, rojekê dê we jî bi temamî terk bike.

Ew dê pişta xwe bidin we û ji herêmê vekişin. Baweriya bi Amerîkayê xeletiyeke dîrokî ye."

"Em dê ji bo Şîetiyê têkevin şer"

Rêberê Şîe destnîşan kir ku pêwendiyên wan ên bi Tehranê re ne taktîkî ne.

Wî anî zimên ku pêwendiyên wan li ser bingeheke kûr û mezhebî ne.

Welaî xetên xwe yên sor bi zimanekî zelal diyar kirin û wiha pê de çû:

"Heke Komara Îslamî ya Îranê bi gefeke rasteqîn a man û nemanê re rûbirû bimîne, em dê bêyî dudiliyê rasterast têkevin şer.

Em dê ji bo parastina hebûn û cihên pîroz ên mezhebê Şîe her tiştî bikin."

Welaî qala qonaxa nû kir ku piştî rûxîna rejîma Esed li Sûriyeyê dest pê kiriye.

Wî diyar kir ku ti dijminatiya wan bi gelê Sûriyeyê re nîne.

Welaî anî zimên ku ew dê êdî şervanan neşînin welatê cîran û wiha axivî:

"Em tevlîbûna şerekî nû yê li Sûriyeyê bi zimanekî tund red dikin.

Şerê mezhebî yê Şîe û Suniyan di rabirdûyê de bû sedema karesatên mirovî yên mezin. Em ti carî naxwazin ev şer ducare bibe.

Hîn zû ye ku em li ser rêberê nû yê Sûriyeyê Ehmed Şer biryara pêşwext bidin.

Çawaniya birêvebirina dewletê ya ji aliyê wî ve dê paşê diyar bibe. Dê helwesta wî ya li hemberî mafên Elewî, Durzî û Kurdan vê yekê diyar bike."

Li Bexdayê tirsa 'Tişrîn'ê û redkirina çekdanînê

Welaî li ser siyaseta navxweyî ya Îraqê jî mikurhatineke balkêş kir.

Wî eşkere kir ku Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîe ku li ser desthilatê ye, ji tevgera gel ditirse û got:

"Şoreşa Tişrînê ya sala 2019an, qîrîna rewa ya xizan û wan ciwanan bû ku nedihatin tayînkirin. Em serbilind in ku em bûn beşek ji wê tevgerê.

Îro di nav Çarçoveya Hevahengiyê de tirseke kûr û rasteqîn heye.

Tirs ew e ku ew xwenîşandanên mezin ên gel ducare dest pê bikin."

Serokwezîrê Îraqê bangî hemû komên çekdar kiribû ku çekên xwe radestî dewletê bikin.

Welaî bi şertekî bersiva vê bangê da û got:

"Em pêbendî Belgeya Serweriyê ne. Lê ev peymana me girêdayî aliyê beramber e.

Divê aliyê din jî li ser derketina temamî ya hêzên biyanî soza xwe bi cih bîne."

Bi vî awayî wî eşkere kir ku ew dê bi awayekî yekalî çekan daneynin. (RN)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin