
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
❝Bajarê Pêxemberan❞ bû ❝Bajarê Muzîkê❞ jî...
Rewaniya kurdiya wî û şehrezatiya wî di zimên de, kir ku Maşallah Dekak di tevlîbûnên zindî di bultenên nûçeyan de cihê pejirandina temaşevan û guhdaran be. Rewşenbîriyeke wî ya kûr heye û şehrezayê dîroka Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ye.
Ji sala 2009an ve, wek peyamnêrê rojnameya Rûdawê, çapa Kurdistan û Ewropayê, dest bi kar kir. Di salên 2012-2013an de, xula perwerdeya karê televizyonî li Rûdawê li ser destê Ewropiyan dît.
Bûyerên Bakurê Kurdistanê rûmal dike. Hilbijartin li Bakurê Kurdistanê rûmal kirine û dîbeytên taybet di vî warî de bi rêve birine. Li ser sînor, êrişa DAIŞê li ser Kobanê (Îlona 2014-Rêbendana 2017) rûmal kir.
Maşallah Dekak programeke heftane di radyoya Rûdawê de pêşkêş dike bi navê (Bi Dema Amedê) ku tê de li ser rojeva hefteyê mêvandariya siyasetvan û rewşenbîran dike.
Riha (Rûdaw) - Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê wekî "Bajarê Muzîkê" yê sala 2026an ragihand.
Ev cara yekem e ku bajarekî Bakurê Kurdistanê ji aliyê UNESCOyê ve wekî Bajarê Muzîkê tê diyarkirin.
Bi vê boneyê hunermend û muzîkjenên ji 30 welatan û 4 parzemînan li Rihayê beşdarî civîna Bajarên Muzîkê ya UNESCOyê bûn.
Dengbêj Şakiro û awazên cîhanî bi hev re olan dan
Li salona ku civîna UNESCOyê lê hat lidarxistin, dengê dengbêjê navdar Şakiro bilind bû.
Paşê jî awazên dengbêjiyê cihê xwe da muzîka kevneşopî ya Romanyayê.
Stranên neteweyan li gel awazên gelên cuda bûn yek û hunermendên navneteweyî dilê beşdaran şa kir.
Ji ber vê helkeftê, ji çar aliyên cîhanê mêvan û şande li bajêr hatin ba hev.
Serokê Şandeya Xirvatistanê Goran Beus li ser hezkirina xwe ya ji bo bajêr got:
"Demeke dirêj e ez Rihayê nas dikim û heta niha ez rastî kesekî dengnexweş ê Rihayî nehatime."
Hunermenda ji Romanyayê Stefania Redulescuyê jî kêfxweşiya xwe anî zimên û got:
"UNESCOyê Riha wekî bajarê muzîkê pejirand. Muzîka Rihayê gelekî xweş e û min jê pir hez kir.
Em ji Romanyayê bi orkestraya xwe hatin û me bi zimanê xwe stran gotin. Atmosfereke gelekî baş bû."
Nûnera Şaredariya Hannoverê ya Almanyayê Almut Wille jî diyar kir ku bajarê wê 10 sal in di lîsteyê de ye û got:
"Ez pir kêfxweş im ku Riha kete nav lîsteya Bajarên Muzîkê ya UNESCOyê."
Sine û Riha: Du bajarên Kurdan di lîsteyê de ne
Di çarçoveya bernameyên UNESCOyê de li Rihayê çendîn konserên muzîkê yên sembolîk hatin lidarxistin.
Kordînatorê Bajarên Muzîkê yê UNESCOyê Jacoba A. Wagner bal kişand ser dewlemendiya bajêr û got:
"Riha di warê çanda muzîkê de bajarekî pir dewlemend e. Ji ber vê yekê gava serî li me dan, me ew rasterast pejirand.
Bi vî awayî du bajarên Kurdan ketin nav lîsteya Bajarên Muzîkê ku ew jî Sine û Riha ne."
Şaredariya Rihayê mêvandariyê dike
Serkêşiya van konser û çalakiyan ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ve hat kirin.
Seroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Şaredariya Rihayê Elîf Esra Onalê pêvajoya serkeftina bajêr nirxand û got:
"Em wekî bajarê Rihayê mêvandariya civîna Bajarên Muzîkê ya UNESCOyê ya sala 2026an dikin.
Ev serkeftin di rojek an du rojan de çênebû. Em bi bajarên din ên berbijêr re ketin pêşbirkê û em bi ser ketin."
Her çend çalakiyên li bajêr di çarçoveyeke diyarkirî de bin jî, dengvedana qebûlkirina Rihayê di asta navneteweyî de gelekî mezin bû. (RN)
Maşallah DEKAK

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin