Seîd Veroj

Seîd Veroj

Hemû nivîsên nivîskar >

Seîd Veroj/ Rewşa zimanê Kurdî (kurmancî û kirdî/dimilî) li Bakurê Kurdistanê

A+A-

r.jpeg

Kurdên li bakûrê Kurdistanê, bi du dîyalektên (zaravayên) zimanê kurdî dipeyvin; kurmancî û kirdî (dimilî/zazakî). Dema ku mijara (babeta) nivîsê ziman û dîyalektên kurdî be, bivê nevê ji bo ronîkirina pênase û pêvajoya geşbûna ziman û dîyalektan, kurteagahîyekê divê.

  1. Kurteyek li ser ziman û dîyalektan

Dema em bala xwe bidin xebatên li ser ziman û dîyalektolojîyê, dîyar dibe ku ev cûre xebat, di dawîya sedsala 19an de hîn bêtir berfireh bûne. Bi taybetî ji layê sîyasî ve merkezîbûna dewletan yan jî peydabûna dewletên modern, mesela standartbûna ziman anîye meydanê; vê yekê jî di warê ziman de têgehên (termên) wekî zimanê nivîsandinê, zimanê fermî, zimanê navendî, zimanê dewletê, zimanê serdest, zimanê eqelîyat û pirsgirêka dîyalektan derxistîye holê. Ji ber vê, di destpêkê de dixwazim bi kurtayî behsa wateya hinek têgehan (terman) bikim.

Ziman, ne tenê wesîteyê têkilî û axaftina me ye; roja ku mirovan nav li xwe, li hebûn û tiştên dervayî xwe, li kar û tevgerên xwe kirîye, ji wê gavê hetanî îro ziman bûye rênîşanderêk dîroka bûn û hebûna me. Lewra dîroka însanetîyê, dîroka hemû kom û qewmên li rûyê erdê, nemimkun e bêyî nasîn û hînbûna pêşkevtina qonaxên dîroka zimanê wan, bi zelalî bête zanîn. Manekirina hemû kaînatê û têgihîştina wê ya ji layê civakê ve, bi rêka ziman mimkun dibe. Ziman di encama destpêka têkilî û jîyana komelayetîyê de peyda bûye û di çêbûna bîrewerî û pêşveçûna hişê mirovan de, kilîla sereke ye. Ji ber vê, di çêbûna fikir û ramanên me de, di kemilîna şexsîyet û haletê ruhîye yê me de, di çêbûna nasnameya me ya neteweyî de xweyî bandorek pirr girîng e. Bi taybetî ji çêbûna netewe-dewletan şûn ve, her dewletê ji bo xwe zimanekî fermî, navendî yê nivîsandin û perwerdeyîyê çêkir. Bi gotina zimanzan Walter Porzîg: “Ziman, bi tevî dewletan zêde dibin; an ku dewlet bi zimanan zêde nabin.”[1]

Peydabûna cihêtî û guherîna ziman, xusûsiyetekî dîrokî û esasî yê ziman e. Ji roja ku ziman peyda bûne û heta îro, her cûreyê têkilîya navbera komên mirovan, bûne sebebê guherîna ziman, peydabûna zar (diyalekt), kom û komikên kulturî yên ciyawaz. Li gorî pileya (asta) têkilîya kom û komikên mirovan; wekî têkilîya wan a bi hev re jiyînê, dînî, bazirganî, sîyasî û kulturî, pêkhatina bûyerên xwezayî û komelî, bûne sebebê danûstendin û guherîna ziman û kulturên cîyawaz. Wekî ku zimanzan F. De Saussure jî dibêje: “Di nava demê de guherîna ziman, bûye sebebê peydabûna dîyalektên cihê”[2] Di dawîya van têkilîyan de zimanek, hem li gor cî-herêman û hem jî li gor rewşa welatên cuda di nava xwe de diguhere; berîya her tiştî jî bilêvkirina hinek peyvan û pêvekên wan diguherin. Carna ev guherîn ewqas zêde dibe, ku axaftvanên heman zimanî pir bi zahmetî hevûdu têdigîjin yan jî tênagîjin. Li gor cî û warên cuda, bi vê awayî guherîna zimanekî, bi peyva dîyalekt (lehçe, zarava) tête binavkirin. Lêbelê hetanî îro ji bo dîyalektê pênaseyek standard jî nehatîye kirin.

Zimanzanê Almanî Ludwig Paul dibêje: “di navbera ‘ziman’ û “dîyalekt” de hîç sînoreke qethî û ‘xwezayî’ nîne. Em dikarin du şêweyên cuda yên zimanek, ji aliyê kulturî ve wek dîyalektek û ji alîyên din ve jî wek du zimanên cuda pênase bikin. Mesela “ziman û dîyalekt”, li gor tarîfkirin û xusûsiyetên wan, mimkun e ku hetanî radeyek keyfî be jî.”[3] John Loyns jî dibêje: “Di navbera dîyalektên zimanekî de yan jî di navbera dîyalektên zimanên cîran de dîyarkirina sînoreke mutlaq mumkun nîne.”[4] Hin zimanzan jî dîyalekt, wek “şêweyeke axaftina” ziman pênase dikin. Bi kurtayî em dikarin bibêjin ku li ser pênase û çarçoveya “dîyalekt”ê, fikrek sabît û sînoreke mutlaq nîne. Gelek zimanzan li gor lênêrîna xwe tarîf û pênaseyek dike (dihêne).

Peydabûna dîyalekt û şêweyên cuda yên zimanekî, tenê bi qeydeyên lenguîstîk jî îzah nabin. Bi tevî xusûsiyetên lenguîstîkî ve tarîx, kultur, folklor, adet û toreyên komelekê jî unsurên herî girîng ên dîyarkirina ziman û dîyalektên wê ne. Herwekî ku F. De Saussur û ji wî şûn ve Antoine Meillet jî gotîye: “Guherîna ziman, bi guherîna komeleyên axaftvanên wî zimanî ve girêdayî ye; di rewşekî weha de ziman, encamê pêkhatina kulturek û dîroka wê kulturê ye.”[5]

  1. Erdnîgarî û rêjeya axaftvanên zimanê kurdî (kurmancî û kirdî/ dimilî/zazakî)

Li bakurê Kurdistanê du zaravayên zimanê kurdî têne axaftin; pirranîya nifûsa kurdên li bakurê Kurdistanê, bi zaravaya kurmancî dipeyvin û yên mayî bi kirdî (dimilî/zazakî,) dipeyvin. Cografya axaftvanên her du zaravayan jî ne yekpare ye, têkel e. Evro îstatîstîk û rêjeyek dîyar a axaftvanên her du dîyalektan jî li ber destê me nîne. Reqamên ku li vê derê têne dîyarkirin, texmîna şexsî ya lêkolîneran e. Di vê nivîsê de, bi taybetî dixwazim li ser rêjeya axaftvanên kirdî (zazakî) rawestim. Lewra di hundir û der ve de, gengeşîya herî zêde li ser nifûsa zazayan tête kirin.

Li ser jimara nifûsa axaftvanên dîyalekta zazakî fikrên cuda hene. Li gor gotina hin lêkolîner û nivîskaran bi texmînî nêzîkê 2.5-3 mîlyon axaftvanên vê zaravayê hene û hin jî reqameke hîn zêdetir dibêjin. Lêkolîner û nivîskar Osman Aydin dibêje: “Li gor serjimêrîya sala 2001ê, ji %6.54ê nifûsa Kurdistana Bakur, bi dîyalekta zazakî (dimilî) dipeyvin.”[6]

Hejmara axaftvanên van her du dîyalektan çi dibe bila bibe, dema ku em bala xwe bidin ciyên belavbûna nifûsa eşîretan û zimanê wan ê axaftinê, xuya dibe ku bi awayek mutleq dîyarkirina nexşeya axaftvanên dîyalekta kurmancî û zazakî ne hêsan e. “Di Kurdistanê de gelek eşîret hene ku li herêmek bi zazakî (dimilî), li herêmeka din bi kurmancî, li herêmeka din jî bi soranî dipeyivin. Mesela: Eşîra Heyderan, li herêma Dêrsimê bi zazakî, li Wanê kurmancî û li başûrê Kurdistanê jî soranî dipeyvin; eşîra Lolan, li herêma Dêrsimê zazakî, li Wanê û Hekarî jî kurmancî dipeyvin; eşîra Demenan li Dêrsimê bi zazakî, li herêma Sêwaz, Wan û Hekarîyê jî kurmancî dipeyvin; eşîra Şadîyan li Dêrsim, Çewlîk, Mûş û Qereqoçana Xarpêtê kurmancî û li qeza Madenê jî zazakî dipeyvin; eşîra Îzolî li Bîngol, Dêrsim, Elazîz, Meletî û Sorekê bi kurmancî û li qeza Pêtûrgeya Meletîyê jî bi zazakî dipeyvin; eşîra Xormekan, li Çewlîk û hinek gundên wî bi zazakî û li hinek derên din jî bi kurmancî dipeyvin…”[7] Yanî em dibînin ku ciyên axaftvanên dîyalektên kurdî ne yekpare ye.

Mehmed Mîhrî li ser seha îroyîn a belavbûna zazayan weha dibêje: “Zaza; binecîyên qismek wîlayetên wek Erzerom, Xarpêt, Dîyarbekir, Bedlîs û Azerbaycanê ne.”[8] Ew wîlayet û qezayên ku bi temamî yan jî beşekê wan bi zazakî dipeyvin: Piranîya nifûsa nava bajarê Çewlîk û qezayên wî; li alîyê bakur piranîya nifûsa Dêrsimê; beşek girîng ê nava sûka Dîyarbekir û piranîya qezayên wî yên wekî Pîran, Hêne, Gêl, Çêrmûk, Çingûş, beşekê Licê û Pasûr û hinek gundên Arxenî; beşekê hindik ê nava sûka Xarpêt û qismekê girîng ê qezayên wî yên wekî Pale, Maden, Xulêman û 15-20 gundên herêma Qerebegan; di nava sûka Ezirganê de beşekê hindik û di herêma Qeredere ya navbera Tekman û Pilemurê de nêzîkê 30 gund; li Semsûrê tenê qeza Gerger (Aldûş) û li Rihayê jî piranîya qeza Soregê; li Mûşê beşekê hindik ê qeza Varto û li Bedlîsê jî nêzîkê 15 gundên Modkan bi dîyalekta zazakî dipeyvin. Herweha li hin qezayên bajarên wekî Sêrt, Erzerom, Sêwaz û hwd. jî kolonîyên axaftvanên zazakî hene. Em dikarin bibêjin ku ji dervayê ciyên li jorê hatine dîyarkirin, li dîaspora û metropolên Turkiyê jî nifûsek girîng a axaftvanên zazakî hene.

  1. Zimanê kurdî di çapemenî, hînkarî û perwerdeyî de

3.1. Di çapemenîyê de bikaranîna zimanê kurdî

Di vê meqeleyê de ez dê behsa berhemên kevnare yên zimanê kurdî nekim, ji çapkirina rojnameya Kurdistanê vir ve, hinek kurtegadarîyan li ser bikaranîna kurdî di çapemenîyê de bihênim bîra we. Ger hinek nivîsên ku berîya derçûna rojnameya Kurdistanê di rojnameyên osmanî yên wê demê de (Wekî Tercûmanî Heqîqet) hatine çapkirin, neyin jimartin, Kurdistana (1898) Mîqdad Mîdhed Bedirxan rojnameya pêşî ye ku bi zimanê osmanî û zarava kurmancî hatîye çapkirin. Ji çapkirina rojnameya Kurdistanê şûn ve, hetanî damezirandina Cimhurîyeta Tirkiyê, eger em rojname û kovarên ku wê demê li başûrê Kurdistanê çapbûyî daxil nekin, di nava sînorên Kurdistana Osmanî de kovar û rojnameyên wekî Ummid, Serbestî, Rojnameya Tewûn û Teraqîya Kurdan, Rojî Kurd, Hetavî Kurd, YekbûnJîn û kovara Kurdistanê (1919) ji layê rêxistin û rewşenbîrên kurdan ve hatine derxistin. Di van weşanan de, digel zimanê osmanî, kurdîya bi zaravayê kurmancî û soranî hatîye bikaranîn.

Ji damezirandina Cumhurîyeta Tirkiyê şûn ve, hemû xebatên çapemenî û weşanên bi zimanê kurdî hatine qedexekirin. Heta sala 1962ê, hikumeta Tirkiyê hîç rê nade ku bi zimanê kurdî rûpelek tiştê çapkirî bête weşandin. Di sala 1962an da, bi xweyîtîya Edîb Qerexan pêşîyê kovara Dîcle-Firat (8 hejmar) û paşê jî bi xweyîtîya Ergun Koyuncu kovara Deng (du jimar), û ji wê şûn ve jî di heman salê de rojnameya Roja Newe bi xweyîtîya Doğan Kılıç Şêxhesenanli tête derxistin. Zimanê nivîsandina ev her sê weşanan jî bi tirkî bû lê di nav rûpelên wan de hinek çîrok û helbestên kurdî, dersên ji bo hînkirina zimanê kurdî hebûn.

Ji salên 1975an şûn ve, kovar û rojnameyên wekî Xebat, Rêya Azadî, Tîrêj, Rizgarî, Roja Welat û wd. ji alîyê rêxistinên kurdan ve hatin weşandin. Zimanê van rojname û kovaran jî bi giştî tirkî bû, lêbelê di nav rûpelên wan de bi kêmanî be jî nivîsên bi zimanê kurdî jî hebûn. Kovara Tîrêjê (1979) ne tê de, bi giştî an jî pirranîya nivîsên kurdî, bi zarava kurmancî bûn.

Bi tevî darbeya leşkerî ya 12yê Îlona sala 1980ê, bi hukmê qanûnê carekî din hemû rêxistin û komeleyên kurdî hatin girtin û qedexekirin, weşanên wan jî hatin betalkirin. Û herweha axaftina bi zimanê kurdî jî hate qedexekirin. Qedeqeya li ser ziman û weşanên kurdî, hetanî sala 1991ê dewam kir. Di dema serokkomarîya Turgut Ozal de, qanûna qedexekirina kurdî ya bi hejmar 2932yê, di destpêka sala 1991ê de hate betalkirin. Ji vê dîrokê şûn ve, hinek deman zixtên desthilatdarîya sîyasî zêde be jî, di seha çapemenî û weşangerîyê de bikaranîna ziman û zaravayên kurdî hetanî îro berdewam dike. Lêbelê îro jî di qanûnên Tirkiyê de qedexe ye ku navê zarokan û navên taybetên din, li gor deng û alfabeya kurdî bête nivîsandin.

Piştî kurteagahîyên li jorê, dixwazim bi çend rêzikan jî behsa nivîsandina bi zaravaya kirdî/zazakî bikim. Ji alîyê nivîsandinê ve dîyalekta kirdî/zazakî lawaz e, qasê kurmancî bi pêş ve neçûye. Dûkomentên nivîsandî yên bi vê zaravayê, li ber destê me gelek kêm in. Heke dûkomentên nû yên kirdî/zazakî ji ciyên tarî dernekevin ronahîyê, dûkomentên ku di navbera salên 1856-58an de ji alîyê Peter Lerch ve bi navê “Forschungen ûber die Kurden und die Iranischan Nord-Chalder” hatine berhevkirin, wek nivîs û dûkomentên pêşî yên zaravaya zazakî têne qebûlkirin. Di van materyalên folklorîk ên kirdî/zazakî yê ku ji layê Peter Lerch ve hatine berhevkirin de, ji bo axaftvanên vê dîyalektê hem peyva “kird” û hem jî “zaza” hatine nivîsandin.[9] Ji xeynî van nivîsandinên kevn, pêşkevtina nivîsandina bi zaravaya kirdî/zazakî, ji dawîya salên 1970yê dest pêkirîye û îro bi derxistina çend kovar û rojname û malperên dijîtal berdewam dike.

3.2. Hînkarî û perwerdeyîya bi zar û zimanê kurdî

Heke em perwerdeyîya di medreseyên Kurdistanê de ji vê pêvajoyê veqetînin, di dema hevdem a modern de yekemîn sazîya ku ji bo pêkanîna perwerdeyîya bi zimanê kurdî hatîye damezirandin, dibistana kurdî ya bi navê Meşrûtiyetê ye ku di sala 1910an de li Îstenbolê bi girêdayî Cemîyeta Neşrî Mearîf a Kurdan ve hatîbû vekirin û ji bûdçeya Wezareta Mearîf a wê demê îstifade kirîye. Li gor agahîyên mewcud, zimanê hînkarîya vê dibistênê kurmancî bûye.

Ji wê rojê ve hetanî sala 2010an, di dezgeh û sazîyekê fermî yê dewleta Tirkiyê de, hînkarî û perwerdeyîya bi zimanê kurd çênebûye. Hebûn, ziman û hemû nirxên kulturî-neteweyî yên miletê kurd hatine qedexekirin. Zarokên kurd mecbûr kirine ku bi zimanê tirkî hîn bibin û herweha perwerdeyîya wan jî bi zimanê tirkî be. Ne ku tenê perwerdeyîya bi zimanê kurdî, bi çi awayî dibe bila bibe, li her derê bakurê Kurdistanê axaftina zar û zimanê kurd di dibistanên Tirkîyê de, di dezgehên fermî yên dewletê de hatîye qedexekirin, yên ku vê qedexeyê nasnekirine bi tûndî hatine cezakirin. Çawa ku li jorê hate gotin, vê qedexeyê hetanî sala 2010an dewam kir.

Di sala 2010an de, di bin rêvebirîya Enstîtuyên Zimanên Herêmî de, li hinek unîversîteyên Tirkiyê, Beşê Ziman û Kultura Kurdî hate vekirin. Di sala 2012an de jî, di dibistanên fermî yên li herêma bakurê Kurdistanê de, ji bo hînkirina zimanê zikmakî yanî kurdî (kurmancî-kirdî/zazakî), xwendina “Dersê Bijarte yê Kurdî” di dibistanên herêmî de hate tetbîqkirin. Bi vê guhartin û tetbîqkirinê, dê di bin sîwana zimanekê serdest de, zimanê zikmakî yê zarokên kurd hînê wan bikira. Dema em bala xwe bidin tecrûbe û pratîka van salên derbasbûyî, divê em bipirsan gelo çi qas zarokên kurd (kurmanc, zaza) tevlî van dersan bûn, tetbîqkirina bernameya dersên bijarte, ji bo zarokên kurdan çi serkevtin bi dest ve anîye?

Berîya ku bersiva van pirsan zelal bikim, dixwazim bi kurtayî behsa têkilîya zimanê serdet û zimanê zimanê zikmakî yê kêmneteweyan bikim. Îro zimanê tirkî li Tirkîye û bakurê Kurdistanê, zimanê serdest e. Ji ber vê yekê, bêyî ku rizamendîya welatîyan bête girtin, her ferdek mecbûr e bi zimanê tirkî fêr bibe û bixwîne. Hun dê bibêjin çi kêmanî çêdibe ku zarokên kurd bi tirkî fêr bibin? An jî di rewşekê weha de, di navbera hînkirina tirkî û kurdî de çi ferq heye? Ez dê ji bo pênasekirina vê rewşê, li vê derê li ser du têgehan rawestim; hînkarî û perwerdeyîya bi “zimanê zêdeker û zimanê kêmker.”[10]

Eger zimanê serdest digel zimanê zikmakî bête hînkirin, tu pirsgirêk nîne û ji bo pêşkevtina repertuar û perwerdeyîya zarok jî baş dibe. Lêbelê ku zimanê zikmakî yê zarok bête qedexekirin, tenê perwerdeyî û hînkarîya bi zimanê serdest li ser wî/wê bête ferzkirin, wê deme zimanê serdest wezîfeya kêmker dibîne; di zihnîyeta wî/wê zarokî de xusarên têgihîştinê, perwerdeyî, ziman, derûnî peyda dike û bi vê yekê ve girêdayî tengasîyên di beşdarîya aktîvîteyên civakî û sîyasî de jî derdixe holê. Eger ku li şûna zimanê zikmakî zimanê serdest bibe zimanê hînkarî û perwerdeyîya zarokan, wê demê “Zimanê serdest dikeve şûna zimanê zikmakî û zimanê zikmakî ji repertuara zarokan derdixe, ev jî wezîfeya hînkarî û perwerdeyîya kêmker dibîne. Perwerdeyîya kêmker, li gor Peymana Jenosîd a Neteweyên Yekgirtî, ji pênc pênaseyên jenosîdê, didoyan li xwe digire (2b û 2e).[11]

Ji vê agadarîyê şûn ve, dixwazim carekî din vegerem ser babeta vekirina Beşê Ziman û Kultura Kurdî di pênc unîversîteyan de û herweha ji bo hînkirina zimanê zikmakî, di dibistanên fermî yên bajarên bakurê Kurdistanê de destpêkirina dayina “Dersê Bijarte yê Kurdî”. Bêguman digel ev her du pêngavan, vekirina televîzyona TRT-Kurdî jî, wek destpêkek ji bo çareserîya pirsgirêkê girîng bûn. Lêbelê ji layekî ve HDPê û rêxistinên bi wî ve girêdayî û bi taybetî jî sendîkaya mamosteyan a bi navê Eğitm-Senê, li hemberê vê pêvajoyê propagandayek dijwar a negatîv dan destpêkirin. Wan digotin, heke di bin hukma me de “xweserîya demokratîk” neyê qebûlkirin, tu wateyek van pêngavan nîne. Ji alîyê din ve jî, di nav dewlet û hikûmeta Tirkiyê de, ji bo ku çarçoveya van pêngavan di sînorek teng de bête kontrolkirin û rêjeyek zêde yê xwendevanan dersê bijarte nexwazin, bi rêya îdareyên dibistanan û şîretên veşartî yê dilnexwazên van pêngavan, di pratîkê de meseleya hînkarîya “Dersê Bijarte yê Kurdî” hate pûçkirin û betalkirin. Piştî deh salan îro ji nû ve me rahiştîye hewldana ji bo tercîhkirina “dersên bijarte yên kurdî”.

Li gor agahîyên fermî yên wezareta perwerdeyîyê, sala destpêkê tenê 25.000 xwendevanan “Dersê Bijarte yê Kurdî” xwestine. Bi tevî vê dijberî û hîleyê, îro jî bi egera ku mamosteyên kurdî nînin, di piranîya dibistanan de ew tercîhên daxwaza dersên bijarte yê kurdî dihêne betalkirin. Îro bi tevî ku her sal di beşê Ziman û Kultira Kurdî de bi sedan mamoste mezun dibin, lêbelê ji alîyê hikûmetê ve salê tenê 3-4 mamosteyên kurdî têne tayînkirin.

Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEBê) ya Tirkîyê, di derheqê rewşa dersên bijarte yên kurdî de, ji sala 2012an ve heta îro tenê agahîyên sala perwerdeyîya 2015-2016an belav kirîye. Li gor agahîyên MEBê: Di salên hînkarî û perwerdeyî ya 2015-2016an de; ji bo dersê bijarte yê kurmancî 71.616 xwendekar û ji bo kirdî/zazakîyê jî 6.315 xwendekaran, yanî li ser hev 77.931 xwendekaran zimanê kurdî (kurmancî-zazakî) wek dersên bijarte tercîh kirine. Wezareta Perwerdeyî ya Tirkîyê jî, hetanî îro ji bo dersên bijarte yên kurdî li ser hev 59 mamoste bi fermî wergirtine û ji bo vê salê jî mamosteyên kurdî nehatine wergirtin. Ji van 59 mamosteyan, 48ê wan ji bo kurmancî û 11ê wan jî ji bo zazakî hatine tayînkirin. Pirranîya van mamosteyan jî bi egera ku li wê dibistanê qasê pêdivî tercîha xwendekaran çênebûye û sinifê kurdî pêknehatîye, nikarin dersên kurdî jî bidin. Li hinek dever û dibistanên ku mamosteyê kurdî li wê derê nîne, dersên bijarte yên kurdî, ji alîyê mamosteyên dersên din ve ku kurdîya wan lawaz e tête telafîkirin û ev jî tesîrekê negatîf li xwendekarên kurdî dike.

Heke me hemû kurdan bi hev re, ji bo hînkirina zimanê kurdî (kurmancî-zazakî) bi mîlyonan daxwazname bidana îdareya dibistanan û ji bo raya giştî jî aşkere bikira, bawer dikim dê hikumeta Tirkiyê ji ber vê yekê biketa tengasîyek gelek mezin. Di avêtina van pêngavan de, nîyeta dewlet û hikumeta Tirkiyê çi dibe bila bibe, dawîyê sîyaseta parelel a hikûmet û HDPê, van pêngavan pûç û betal kirine.

Îro li Tirkîye û bakurê Kurdistanê, hînkarî û perwerdeyîya kêmker tête tetbîqkirin, ev bername bi navê “polîtîka perwerdeyîya neteweyî” li ser hemû zarokên kurdan tête tetbîqkirin. Lewra zimanê perwerdeyî bi tenê tirkî ye. Armanca hemû polîtîkayên Tirkîyê ev e ku di nav demê de zimanên ji dervayê tirkîyê û bi taybetî jî kurdî û dîyalektên wê, bihelînin û tune bikin. Polîtîkaya di bareyê kurdan û zimanê kurdî de, hetanî destpêka salên 1990an li ser înkarkirina hebûna wan hate meşandin, di van salên dawîyê de hebûna kurdan û zimanê wan hate qebûlkirin, lêbelê polîtîkaya asîmilasyonê bi şêwe û rêbazên nû tête domandin. Zarokên ku bi taybetî li bajaran mezin dibin, beşekê pirr zêde yê wan nizanin û nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî bipevin û bixwînin. Ji ber vê yekê, bi giştî li Tirkiye û taybetî jî li bakûrê Kurdistanê, zimanê kurdî bi tevî zaravayên xwe ve rû bi rûyê xeterîyek (tehlokeyek) pir mezin e.

  1. Di rewşa îro ya bakurê Kurdistanê de, ji bo pêşîlêgirtin û kêmkirina xeterîyên li ser ziman û zaravayên kurdî, divê çi bête kirin?

Bêguman mesele û pirsgirêkên perwerdeya bi zarava û zimanê kurdî, bi rewşa dîrokî, neteweyî û sîyasî ya kurdan ve têkildar û girêdayî ye. Ji ber vê yekê, bivê nevê dema ku mafê ziman û kulturî dihêne gengeşîkirin, nirixandin û pêşniyarên ku ji bo çareserîyê têne kirin, ji alîyekî ve digîje sîyaseta giştî û herweha sîyaseta ziman jî. Ji destpêka salên 1900î vir ve, babet û daxwaza perwerdeyîya bi zimanê kurdî di rojevê de ye, lê mixabin hîn jî ew mafê rewayê miletê kurd ji alîyê desthilatdarên dewletê ve nehatîye qebûlkirin. Bi tevî ku wê demê jî û îro jî pişta kurdan ji baca dewletê xûz bûye.

 Di vê çarçoveyê de, ji bo sivikkirin û çareserîya hinek pirsgirêkên ziman û zaravayên kurdî, pêşniyarên min ev in:

– Divê bi taybetî li gund û bajarên kurdan û bi giştî jî di hin bajar û metropolên Turkiyê de, bi rêbazeke rast û aşkera nifûsa axaftvanên ziman û dîyalektên kurdî bête destnîşankirin, xarîteya ziman û dîyalektên kurdî bête amadekirin.

– Zimanê ku ji alîyê zarokan ve neyê axaftin, xwendin-nivîsandin û berdewamîya hebûna wî di astekî xeternak de ye. Zarok di nav mala xwe de hînê axaftina zimanê kurdî bibin jî, ji bo hînbûna xwendin û nivîsandinê, di rêberîya mamoste û dibistanek baş de, bi kêmanî 1-2 sala perwerdeyî divê.

– Bi zimanê serdest an jî kêmker, perwerdekirina zarokên kurd, şiyana (karîna) têgihîştin û serkeftina wan dadixe. Di vê rewşa hanê de zimanê perwerdeyî yê serdest, şûna zimanê wan ê zikmakî digre û zimanê wan ê zikmakî dimirîne. Ev jî, li gor pênaseyên peymanên navneteweyî jenosîda ziman e.

– Divê li Tirkîye û bakurê Kurdistanê zimanê kurdî wek zimanê fermî yê duyemîn bête qebûlkirin û herweha ji dibistana seretayî bigre heta unîversîteyê bibe zimanê perwerdeyî.

– Divê zimanê perwerdeyîyê, ne li gor pirraniya hejmara xwendevanan, li gor pirraniya hejmara rûniştvanên (akincihên) wê herêmê bête dîyarkirin. Ji bo kurdên rûniştvanên li rojavaya Tirkiyê jî, li gor hejmara xwendevanên kurd, li dibistanê dersxaneyên taybet bêne vekirin.

– Îro li bakurê Kurdistan nifûsek girîng ê axaftvanên zarava kirdî/zazakî hene, tehlûkeya li ser dîyalekta (zarava) zazakî ji ya kurmancî bêtir e. Ev dîyalekta resen û şîrîn a kurdî, di rewşa eqeliyatê eqeliyat da ye. Ji bo parastina dîyalekta kirdî/zazakî: divê em di nav civakê de axaftin-nivisîn-xwendina wê bi rê û rêbazên cûr bi cûr teşwîq bikin; di çapemenî û ragihandinê de bêtir girîngî bidinê, piştgirîya çapkirina berhemên bi zaravaya kirdî/zazakî, rêxistinbûn û çalakîyên wan ên kulturî bikin; di televizyon û medya dijital de rasterast bernameyên bi zimanê kirdî/zazakî çêkin û biweşînin.

– Parastin û zindîkirin û pêşxistina zar û zimanê me, ji alîyek ve bi xwestin û helwesta me ve girêdayî ye, divê her kes; ferd, malbat, komik, komel, rêxistin, partî, medya; hemûyê dezgeh û saziyên kurdan rewşa zar û zimanê kurdî munaqeşe bikin û bi hemû şiyana xwe, ziman û zaravayên kurdî di her warê jiyanê de bi kar bînin.

 

1 Walter Porzîg, Dil Denen Mucize, Kültür Bakanlığı Yayınlar, Ankara, 1990

2 Neqilker: Prof. Dr. Doğan Aksan, Her Yönüyle Dil, Türk Dil Kurumu Yayınları: 439, 1995, Ankara, r. 145

3 Ludwig Paul,  I. Uluslararası Zaza Dili Sempozyumu, Bingöl Üniversitesi Yayınları, 2011, r. 20

4 Prof. Dr. Doğan Aksan, Her Yönüyle Dil, Türk Dil Kurumu Yayınları: 439, Ankara, 1995, r. 146

5 Zeynel Kıran, Dilbilim Akımları, İkinci Baskı, Ankara,1996, r. 46

6 Osman Aydın, Li Kurdistana Bakûr Struktura Demografîk, www.lemonde-kurdi.com, hej.: 19

7 Seyîdxan Kurij, Zazalar ve Zazaca Yazınının Tarihçesi, http://www.kovarabir. com/seyidxan-kurij-zazaca- yazininin-traihcesi-II

8 Mehmed Mîhrî, (M. M.), Mukaddimet-ûl Îrfan, Necmî İstikbal Metbası, İstanbul, 1918, bn. Seîd Veroj, Mihemed Mîhrî Hîlav û Kovara Kurdistan, Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkcî, Îstenbol, 2015, r.160

9 Peter J. A Lerch, Qauxê Nêrib û Hêynî, Forschungen über die kurden und die iranischen Nordchaldar,  Band I St. Petersburg 1857, r. 78

10 Bn. Dr. Tove Skutnabb-Kangas, Tehlike Altındaki Dilsel ve Kültürel Çeşitlilik ve Tehlike Altindaki Biyoçeşitlilik, kovara Bîr, Dîayrbekir, hejmar: 3, 2005

11 Bn. Dr. Tove Skutnabb-Kangas, Tehlike Altındaki Dilsel ve Kültürel Çeşitlilik ve Tehlike Altindaki Biyoçeşitlilik, kovara Bîr, Dîyarbekir, hejmar: 3, 2005, r. 11-12

Çavkanî / Kovarabîr

Önceki ve Sonraki Yazılar