Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Hêvî dikim rayedar û parlementerên hukumeta Almaniya federal jenosîda li Êzdiyan hatiye kirin nas bikin

A+A-

Hêvî dikim rayedar û parlementerên hukumeta Almaniya federal jenosîda li Êzdiyan hatiye kirin nasbikin û pêşniyariya min* bêye pejirandin.

Ez weke nivîskarekî Êzdî û hemwelatiyê dewleta Almaniya spasiya hemû endamên „ komîteya ku li ser daxwaznameyên ji bo meclisa Almaniya federal tên kardike „ û rayedarên hukumeta Almanya fedarl dikim , ku wan di rûniştina 14.02.2022*1 de daxwaznameye ku birêz Gohdar Alkaidy hevserokê Ofîsa Karûbarên Êzdiyan li Berlînê, ji bo naskirina qirkirina Êzidiyan ya ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye kirin gihandibû wan gotûbêjkirin û nirixandin.

Ez gelekî dilxweş bûm, ji ber ku  ewan jî ew pêşniyarînameya ku min di daxwaniya „Duyemîn salvegera komkujiya Șengalê bibîr tînim!“*2 de gotibû, „hêvîdarim heta ku Kurdistaneke serbuxwe çêbive  , herêma Șengalê weke parêzgeheke Êzdîxanêye otonom, ji aliyê Dewletȇn Yekbuyî yên Amerîkayê(DYA) , tevaya netewȇn NATO’ê û welatên cîhanê ve bêye pejirandin ȗ bi parastin“*2, di vê rûiştinê de ji aliyê birêz Gohdar Alkaidiyî ve jî hate pêşniyarî kirin.

Ez hêvî ji rayedar û parlementerên hukumeta Almaniya federal dikim , ew jî pêşniyariya ku endamên „ komîteya ku li ser daxwaznameyên ji bo meclisa Almaniya federal “  pêşkêşî wan bikin , binirxînin û  qirkirina Êzidiyan ya ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye kirin, bi pejirînin û jenosîda li Êzdiyan hatiye kirin nasbikin.

 

Çavkanî :

1             Anerkennung des Völkermords an den Jesiden durch den IS

 

https://www.bundestag.de/dokumente/textarchiv/2022/kw07_pa_petition-878436?fbclid=IwAR2XiVu-EmhnvMlPti-61xVbdu51gWc_oO_vC-_Q2dQc6kaXQsSfnHZOXd0

 

2             Kemal Tolan- „Duyemîn salvegera komkujiya Șengalê bibîr tînim“!

*https://www.lalishduhok.com/ku/gotar/post/110078/

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin