Cano Amedî

Cano Amedî

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

ŞAGIRTÊN AKADEMÎYA JOSEPH GOEBBELS Û MEDYA

A+A-

Cano AMEDÎ

Ev demek e, ez li ser mijara medyaya netewî radiwestim û dixwazim balê bikşînim ser vê mijarê. Ev mijareke pir girîng e û di heman dem de, di warê exlaq, wîjdan û hiqûqê de birîndar e. Bandora teknîkên Goebbels û sîyaseta Dewleta Tirk li ser qada kurdî, ne tenê mijareke medyayî, di heman dem de kêşeyeke ewlehîya netewîye jî. Ji ber van sedeman, em mecburin ku bi hûrgilî li ser vê mijarê rawestin.

Îro gava ku qala propagandaya reş dibe, navê Hîtler, Mussolonî û bi taybetî jî navê Joseph Goebbels derdikeve pêş. Lê em baş zanin ku mamoste û pêşengên wan zaliman rejîma Îttîhad Terakkî û sîstema Teşkîlatê Mahsûsa bû. Ev sîstema hanê, zêdetirî sed salî ye ku hebûn û desthilatdarîya xwe didomîne. Îro ev nexweşîya ku wek pênceşêrê dixwaze civakê dîl bigire, bi zimanekî jehrî, li seranserê Kurdistanê daxwaza bêdengî û bîatê dike. Nêrînên cuda, rexneyên cuda, şîrove û helwestên cuda tên tomarkirin û bi rîya makîna derewan wek lîsteyek reş bi raya giştî re parve dikin. Gava em li xwedî û amadekarên wan lîstan dinêrin hemû kesên erkdar û gumanbar in.

Komara derewan, bi hemû şêweyên propagandayên reş, li dijî miletê Kurd sîyaseta tunekirinê dimeşîne. Bi derew û operasyonên xirakrinê, dixwazin pêvajoya desthilatdarîya xwe, li ser civakek kedîkirî bidomîne. Di vê derbarê de, ez dixwazim bi vê mijarê ve girêdayî, li ser hişmendîya Joseph Goebbels û makîna derewan çend gotinan bejim.

Îro şopînerên wê “felsefê” dixwazin di bin kirasê îdeolojîk de derewên “demokratîk”, propagandayên reş û sîyaseteke dijberîyê li ser civakê ferz bikin. Yalçın Küçük, Doğu Perînçek, Weysî Sarısozen û hwd. weke şopîner û xwedî mîrata Joseph Geobbels, di bin navê “jiyanek nû, medyayeke nû” de aparatên ji wîjdan û hiqûqê, ji prensîp û exleqê mirovî dûr bikartînin.

Weke tê zanîn di serdema desthilatdarîya Nazîyan de, Adolf Hitler, bi navê “Wezareta Agahdarkirina Gel û Propagandayê” wezaretekê avadike û Joseph Goebbles jî dike wezîrê wê wezaretê. Joseph Goebbles ji salên 1933an heta dawîya şerê cîhanê ya duyemîn, bê westan karê propagandaya reş û derewan dimeşîne. Di dîrokê de wek `bavê makîna derewan û endezyarê kontrolkirina civakê` tê qebûl kirin. Di heman deman de, felsefa Joseph Goebbels, ji bo dewletên dagirker û dîktator bû rêbaza dîktatorîyê.

Di dîroka modern de, amûra propagandayê, bi destê Joseph Goebbels, şêweyekî zanistî û tarî stend. Goebbels bawer dikir ku “dereweke ku hezar carî were dubarekirin, dibe rastî.” Îro, gava em li qada medya û sîyaseta kurdî dinêrin, em dibînin ku şop û bingeha vê hişmendîyê, li ser civakê bi hêztir bandora xwe nişan dide, û bi rengekî îdeoljîk desthilatdarîya xwe didomîne.

Îro medyaya îdeolojîk ku xwe bi têgehên “azad”, “demokratîk” û “pêşengê jiyanek nû” nîşan dide, di rastîya xwe de bi propagandaya reş, `li hişmendîya Goebbels rahmetê dixwînin.` Arşîva beşek ji medyaya kurdî gelek nimûneyên balkêş radixe ber çavan. Em dibînin ku bi rêya “operasyonên psîkolojîk”, bi dorpeçkirin û îzolekirina rastîyan rûyê xwe nîşan didin. Armanc ne agahdarkirina civakê ye, tenê ji bo bigihîjin armancên xwe, dixwazin pêvajoya dîlgirtina civakê bidomînin û mekanîzma kontrolkirinê û pergalên mobîlîzekirinê, bi têgehên berevajî rewşa xwe û bejî xurtir bikin. Pirî caran di medyaya kurdî de, bi taybetî di navbera alîyên siyasî de, ev teknîk bi vî rengî tên bikaranîn. Ev dide îspatkirin ku ruh û mîrata Îttîhat Terakkî, Komara derewan û Goebbels, bi destê erkdarên Dewleta Tirk yên weke Dogû Perînçek, Yalçın Kuçuk û Veysî Sarısozen û hwd medyaya îdeolojîk dîl girtîye.

Bi hişmendîya tawanbarî, dijberî û reşkirinê, kadro û rewşenbîrên kurd, li gorî paradîgma dewletê tên darizandin û di nava civakê de wekî “xayîn” nîşan didin. Ev siyaset û propagandaya reş, êdî bûye karê rojane û li dijî fikrên cuda, li dijî kes û alîyên mixalif bi şêweyekî berfireh tê meşandin. Ev medyaya ku ji nîrxên mirovatîyê dûr, bi dubarekirina derewan, bi belavkirina nûçeyên sexte, bi manîpulasyon û rojevên derewîn dixwazin di mejîyê civakê de cîh bigrin û ziyanek giran bidin doza miletê Kurd.

Em baş zanin ku Dogû Perînçek, Yalçın Kuçuk, Veysî Sarısozen û hwd di dîroka nêz a sîyaseta kurdî de fîgur û aktorên stratejîk in. Ew û şagirtên wan, îro jî bi mantiq û hişmendîya “Kemalîzmê” bi mêjîyê “Statukoparêzîyê” dixwazin berjewendîyên dewleta xwe di nav sîyaseta kurdî de wek “stratejîya entergasyonê” bi cîhbikin. Armanca vê siyasetê û kesên erkdar ew e ku kurdan ji xeta netewî (milî) dûr bixin û wan bikin “hêzekî” sîstema mêtîngehkarîyê.

Em dibînin ku bandora wê siyaseta entegrasyonê, bi rêya medyayê li ser civakê tesîrek negatîf dike. D. Perînçek, Y. Kuçuk, Veysî Sarısozen û şagirtên wan di hemû sazîyên medyayê de, li ser tora ragihandinê zimanekî wusa ava kirine ku tê de “Netewe”, “Al” û “Serxwebûn” wekî têgehên “paşverû” têne îfade kirin. Ev hişmendî rê li ber ekoleke xêrnexwaz vekirîye û bi rêya medyayê di nav civakê de, bingeha zimanê jehrî ava kirîye. Ev jî li şûna ku xizmeta berjewendiyên doza neteweyî bike, bûye amûreke şerê navxweyî yê îdeolojîk ku di bin kontrola dagirkeran de bi rêve dibin.

Divê baş bê zanîn ku sedemên hêvî şikestin û sarbûna ji têkoşîna netewî gelek in; lê hemû jî bingeha xwe ji çavkanîyên propagandayên reş digrin ku zemîna bêbawerîyê firehtir dike. Milet êdî nizane bawerîya xwe bi kê bîne, ev jî dibe sedema demsalên pasîfbûnê û dûrketinê. Gava ku hêzên civakî, di nav tora “propagandaya reş” de enerjî û hêza xwe li hemberî hev bikar bînin, wê neyarên miletê Kurd jê sûd bigrin û bi ser bikevin.

Ji bo ku neyarên miletê Kurd bi ser nekevin û em ji bin bandora ewrên tarî derkevin, pêdivîya me bi “Medyaya Netewî ya xwedî exlaq, xwedî wîjdan û xwedî hiqûqê” heye. Ev medyaya hanê divê bi hişmendîya netewî, li gorî pîvan û exlaqê ragihandinê ku ji alîyên sazî û komeleyên navnetewî ve li ser bingeha hiqûqa hatîye destnişankirin tevbigere û parastina berjewendîyên netewî weke erk bipejirîne. Rê li ber dijberî û xurandina nakokîyên navxweyî asê bike û divê medyaya netewî tu carî rê nede ku ew alîyên dixwazin li ser bingeha “derewên Goebbels” û şopa `Teşkîlatî Mahsûsa` tevdigerin, bi ser bikevin.

Divê em jibîrnekin ku medyayek ku fînans û hefsarê wê ne di destê hêzên tarî de be, dikare bi serbestî biaxive, binivîse û tevbigere! Em baş zanin ku medyaya azad, çapamenîya azad, ramanên azad li ser bingeha çavkanîyên hişmendîya netewî geş dibe; ne li ser bingeha “talîmat” û dijberîyê…

Bi kurt û kurmancî heta ku medyaya kurdî xwe ji bin bandora “operasyonên psîkolojîk” ên îdeolojîk rizgar neke; siyaseteke milî ya kurdî zehmet e. Pêwîstî û pêdivîya me bi zimanekî hevbeş, çêkir û ji diyalogê re vekirî, bi rexneyên avakir, li hevkirî heye. Ji bo serkeftin û rizgarîya medyaya netewî yekem rêgeh vegera li ser rastîya dîrokî û netewîya kurdî ye. Werin em cardin li ser gotinên Joseph Goebbels rawestin, bifikirin da ku xwestîye çi bibêje?

“Hûn tiştekî çiqas dirêj dubare bikin, mirov wê ewqas zêdetir jê bawer bikin.”

“Derew çiqas mezin be, ewqas bêtir jê tê bawerkirin.”

“Çapemenîyê wekî klavyeyeke dêw bifikirin ku hikûmet dikare bikar bîne.”

“Derewa bikin, helbet kesên ku dê jê bawer bikin derkevin.”

“Armanca me ne gotina rastîyan e, armanca me bandorkirina li ser mirovan e.”

“Medyayeke bêwîjdan bide min; ez ê civakeke bêhiş pêşkêşî we/te bikim.”

18.02.2026

Cano Amedî

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin