21 ê Reşemî Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye!..
21 ê Reşemî (Sebat) Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye. Bila ew roj li hemî netewên cîhanê pîroz be! Roja zimanên cîhanê ji aliyê Unesco va ji sala 1999 an vir de wek rojek girîng têye pîroz kirin! Ew roj pir zimaniyê û teybet jî perwerdeya zimanê dayîkê girîngiyê dide ser.
Ew roja Unesco pîroz dike, li cîhanê li gor jimara Ethnologan 7. 151 jimanê hebûna xwe diparêzin hene. Ewqas ziman di navbeynê xwe de di bin 142 familyan da têne kom kirin. Li gor zimanzaneyan ew jimar di navbeynê 7 hezar û 8 hezar da diçe û tê! Di nav van zimanan de sedî 40 zêdetir ziman rûbirûyî wenda bûyînê ne! Zimanên li cîhanê heyîn ji wana sedî 44 an anca qasî hezar kes diaxivin! Ew têye wê wateyê ku ew zimanina rûbi rûyî ji holê rabûyînê ne!..
Gelî welatparêzên hêja! Kurdino! Mirov bi hêsanî dikare bêje ku ziman merca (şerta) heyînê ya herî pêşî ya girîng e!.. Zimanê Kurdî bingeha hebûna Kurdan e!.. Li cîhanê kesên ku zimanê xwe yê dayîkê dûr dikevin û bîrdikin, ewna dipişivin û wenda dibin!.. Kurd dibêjin:“ Ziman mirov hebûna mirov e! Zimanê mirov şûrê mirov e! Her dar li ser koka xwe, mirov jî li ser zimanê xwe şîn dibe!“ Ewqas gotinên bavkalikên Kurdan hene ku jiyana mirovan ronahî dikin!..
Ji gotinên rûsîyên Kurd çendek bijarteyên dîn ew in:
„Zar zane, zor zane, devê tifengê mor zane!..
„Zimanê mirov şûrê mirov e!
Zimanê xweş, mar ji kunê derdixe!"
Zimanê te dirêj be, serê te di xeterê de ye!
Aqilê sivik, barê giran!
Dara xweziyan şîn (heşin) nabe!“
Zimanê dayîkê mafê mirov yê herî girîng e! Bê zimanê dayîkê jiyan nabe! Zimanê mirov, mafê (haqê) mirov e! Zimanê dayîkê wek şîrê dayîke ji mirovan re helal e!..
Kurdino, welatparêzino! Di dema em tê de dijîn de, li Tirkiyê hîn li ser serbest kirina zimanê Kurdî tê axaftin! Ew ji Tirkan re şerm e! Dema îro em têda dijîn, li welatekî mafê mirovan û demokrasî hebe, zimanê mîlyonan yên hemwelatiyên xwe xedexe (yasaq) be, behs kirina dadmendiyê û demokrasiyê li kîdere dimîne!..
Disa jî em bêjin: 21 ê Reşemî „Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê“ bila ew roja li hemî netewên cîhanê pîroz be! Bila rabe, bandora ne mirovatî ya li ser zimanê Kurdî heyî!..
Li gel Tirkî divê Kurdî jî bibe zimanê fermî! Kurd dixwazin wekheviya zimanê Tirkî û Kurdî! Mamostên Kurd dixwazin Kurdî jî bibe zimanê perwerdeya fermî!..
Bi helbesta welatparêzê hêja Şikoyê Hesen, ez dawî li vê gotinê tînim!..
ZİMANÊ KURDÎ
Bi sêr û sur e,
Cewahir, dur e
Zimanê kurdî...
Bi xemil, rewş e,
Şîrin û xweş e,
Zimanê kurdî...
Bi nexş-awaz e,
Letîf û naz e,
Zimanê kurdî...
Gewgewê çiyan e,
Kubra teyran e
Zimanê kurdî...
Qezel, helbest e,
Şemdana dest e,
Zimanê kurdî...
Beyta Feqî ye,
Sewta Xanî ye
Zimanê kurdî...
Şûrê Barzan e,
Nûra erşan e
Zimanê kurdî...
Mertala me ye,
Dest pêşmêrge ye
Zimanê kurdî...
Tilbîs, 1967
21ê Reşeme 2026
Abuzer Bali HAN


YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin