
Serok Barzanî: Silav li hemû wan qehremanên ku riya Pêşmergetiyê hilbijartine
.
Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de got, “Silav li hemû wan qehremanên ku riya Pêşmergetiyê hilbijartine û ev erkê pîroz girtine ser milê xwe.”
Serok Mesûd Barzanî îro Çarşemê, 20ê Gulana 2026an, peyamek li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" weşand û tê de, silav li diyanê şehîdan û hemû Pêşmergeyên ku niha li ser erkê xwe ne, kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de wiha got: "Silav li giyanê pak ê wan Pêşmergeyên ku xwîna wan a sor, bûye hevênê azadî û serbilindiya gelê wan û di wê rêyê de şehîd bûne."
Serok Barzanî derbarê Pêşmergeyên li ser sengeran de got: "Silav li hemû wan qehremanên ku riya Pêşmergetiyê hilbijartine û ev erkê pîroz girtine ser milê xwe; ez çavên wan maç dikim. Pêşmerge şanaziya herî bilind e."
Di 20ê Gulana sala 1962an de, Serok Barzanî di 16 saliya xwe de çekê Pêşmergetiyê xiste milê xwe û beşdarî Şoreşa Îlonê bû.
Serok Barzanî her dem tekezî li ser wê yekê kiriye ku şanaziya wî ya herî mezin, Pêşmergetî ye. Herwiha di dirêjahiya salên borî û di qonaxên herî dijwar de, bi taybetî di dema şerê dijî rêxistina DAIŞê de, ji bo parastina xaka Kurdistanê, mil bi milê Pêşmergeyan li eniyên pêş ên şer de bû.
K24

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin