TAYBET - Hîlalî: Bêhtirî 1500 malbatên Efrînî vedigerin malên xwe

TAYBET - Hîlalî: Bêhtirî 1500 malbatên Efrînî vedigerin malên xwe

.

A+A-

Alîkarê Parêzgarê Hisîçayê Ehmed Hîlalî ji Rûdawê re eşkere kir ku sibe bêhtirî 1500 malbatên Efrînî ji Qamişlo û Dêrikê vedigerin Efrînê.

Di çarçoveya peymana 29ê Kanûna Paşîn a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê de pêvajoya vegera koçberên Efrînî ya li mal û milkên xwe didome.

Piştî vegera 5 karwanên borî, niha amadehî ji bo birêkirina karwanê 6an tên kirin.

Karwanê 6an sibe bi rê dikeve

Li gorî agahiyên ku Alîkarê Parêzgarê Hisîçayê (Hesekê) Ehmed Hîlalî dane Rûdawê, sibe bêhtirî 1500 malbatên Efrînî ji Qamişlo û Dêrikê vedigerin Efrînê.

Ehmed Hîlalî li ser mijarê got, "Karwanekî din ê koçberên Efrînî yên li parêzgeha Hisîçayê, amadehiyan dike ku vegere gund û bajarokên xwe. Di nav vî karwanî de zêdetirî 1500 malbatan hene."

Hîlalî her wiha destnîşan kir ku ew karwan sibe serê sibehê bi rê dikeve.

Dîl tên berdan

Ehmed Hîlalî li ser dîlan jî agahî dan û eşkere kir ku beriya Cejna Qurbanê dê karwanê dawî yê dîlên HSDyê yên li cem hikûmeta Sûriyeyê werin berdan.

Hîlalî li ser hejmara girtiyan jî diyar kir ku niha karê jimartinê tê kirin.

Amarên vegera koçberan

Hêjayî gotinê ye ku doh (19ê Gulanê), karwanê yekem ê koçberên Efrînî yên li herêma Kobaniyê ku ji 600 malbatî pêk dihat, gihişt bajarê Efrînê.

Heta niha ji herêma Cizîrê 4 karwanên din vegeriyane Efrîn û navçeyên wê û amar bi vî rengî ne:

  • 9ê Adarê: 400 malbat
  • 4ê Nîsanê: 200 malbat
  • 14ê Nîsanê: 800 malbat
  • 9ê Gulanê: Nêzî hezar malbatan

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin