
NATO: Vekişîna Amerîkayê ya ji Ewropayê bandorê li planên ewlehiyê nake
.
Fermandarê payebilind ê leşkerî yê NATOyê ragihand ku vekişîna hêzên Amerîkayê ya ji Ewropayê nabe sedema têkçûna planên ewlehiyê yên hevpeymaniyê û diyar kir ku ew pêşbînî nakin ku di demeke nêzîk de Washington biryara vekişîneke zêdetir bide.
Fermandarê NATOyê yê Ewropayê Alexus Grynkewich li Brukselê ji rojnamegeran re got, "Ew hêzên ku heta niha hatine ragihandin, hemû ew hêz in ku em pêşbînî dikin di demeke nêzîk de vekişin."
Alexus Grynkewich destnîşan kir ku bicîhanîna ducare ya hêzên Amerîkayê dê pêvajoyeke berdewam be û dibe ku çend salan biajo heta ku Ewropî şiyana parastina xwe ava bikin.
Ev daxuyaniyên fermandarê NATOyê di demekê de ne ku hevpeymanên Ewropî bi dizî zextê dikin ji bo dagirtina wê valahiya ewlehiyê ya ku biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo vekişîna beşek ji leşkerên wan ên li Ewropayê çêkiriye.
Donald Trump biryar daye ku herî kêm 5 hezar leşkeran ji Almanyayê vekişîne.
Bandora Tengava Hurmizê
Ev biryara Serokê Amerîkayê wekî bertekekê ye li hemberî rexneyên Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz ên li ser şerê li Îranê û alîkarînekirina Ewropayê ya Amerîkayê ya di parastina ewlehiya Tengava Hurmizê de.
Rewşa ewlehiyê ya Ewropayê û pêwendiyên wê yên bi Amerîkayê re di demekê de ne ku aloziyên li Rojhilata Navîn gihîştine lûtkeyê.
Amerîkayê û Îsraîlê 28ê Sibatê êrişî Îranê kir û Tehranê jî bi êrişa li wan û welatên cîran bersiv da.
Ji 2yê Adarê ve, Tehranê Tengava Hurmizê girtiye û hewldanên Washingtonê yên ji bo vekirina tengavê heta niha bêencam in.
Li gorî zanyariyên 2 dîplomatên NATOyê, 32 endamên hevpeymaniyê erkê dîtina cîgirên Ewropî ya ji bo wan leşker û amûrên leşkerî spartiye Alexus Grynkewich.
Cîgirtina amûrên giran zehmet e
Dilgiraniya sereke li ser vekişîna yekeyeke mûşekî ya menzîldirêj a ji Almanyayê ye ku guhertina wê bi hêzeke Ewropî pêwîstî bi 5 salan heye.
Pisporên leşkerî jî hişyariyê didin ku her çend cîgirtina mirovî hêsan be jî di demeke kurt de cîgirtina amûrên giran ên wekî tank û wesayîtên zirxî zehmet e.
Li aliyê din, Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth plana şandina 4 hezar leşkeran a Polonyayê betal kir ku vê yekê jî hişt Varşova mat bimîne.
Lê belê Wezîrê Parastinê yê Polonyayê Wladyslaw Kosiniak-Kamysz piştî ku li Washingtonê bi Hegseth re axivî ragihand ku biryar bi ti awayî ne li dijî hevkariya wan a stratejîk e.
Wî eşkere kir ku Pentagon ji bo belavkirina hêzên xwe yên li Ewropayê mijûlî amadehiya planeke nû ye.
Grynkewich di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir, her çend 5 hezar leşker ji Ewropayê vekişin jî ev biryar nabe sedema bandorekê li ser bicihanîna planên herêmî yên NATOyê.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin