
Hewramanî: Bersiva metela şandina çekan bo Kurdan tenê li ba Amerîkayê ye
.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dûr û nêzîk tu peywendiyek bi mijara şandina çekan re nîne, û tekez jî kir ku bersiva vê metelê tenê li ba Hikûmeta Amerîkayê ye ku diyar bike; li kû, bi kê, çawa, çend û kengî çek bi Kurdan hatine dan.
Berdevkê Fermî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî îro (Çarşem, 20ê Gulana 2026ê) di hevpeyvînekê de li gel kanala "BBC Persian" (BBC ya Farisî) ronahî berda ser nûçeyên dawiyê yên li ser parvekirina çekan li deverê û ragihand: "Bersiva metela şandina çekan bo Kurdan tenê li nik Hikûmeta Amerîkayê ye."
Pêşewa Hewramanî tekez li ser şefafiyeta helwesta Hewlêrê kir û diyar kir: "Divê Hikûmeta Amerîkayê bi rengekî fermî vê pirsê eşkere bike û ji raya giştî re rabigihîne ku li kû, bi kê, çawa, çend û kengî çek bi Kurdan hatine dan!"
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê red jî kir ku dezgehên fermanî yên Herêma Kurdistanê agahdarî tu livînên wiha yên derveyî sînor bin û tekez jî kir: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê dûr û nêzîk tu peywendî bi vê mijarê ve nîne."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin