Abuzer Balî Han

Abuzer Balî Han

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Bangawaziyek ji bo Kurdên Rojava!..

A+A-

Di nav çar beşên welat de bê guman pir rêxistin, şoreşger û welatparêz bi milyonan hene! Min di dawî de hewce dît ku di vê derbarê de ez baweriya xwe ji gele xwe re pêşkêş bikim!

Welatparêziya xwe bêtir min ji Rojavayê Kurdistanê girtiye! Dema ez di navenda Komela Xwendevanên Kurdistanê Li Dervayî welat de bûm, wê demê partî û rêxistinên Kurd li dervayî welat tûne bûn!  Wê deme Komela Xwendekarên Kurd, ji berku partî û rêxistinên  Kurdan li dervayî welat liqên xwe venekirî bûn! Karê partiyan û endamên wan di nav Komela Xwendekaran de wek endamên komele kar dikirin. Ez naxwazim navê berpirsiyarê hin partiyên Kurd bidim! Lê wê demê endam û berpirsiyarên partiyan yên komiteyên navendî jî din av komela xwendekaran de wek endam bûn! Wana jî wek endam bi çalakî jî kar dikirin!.. Min di nav karûbaran de dît ku xwendekarên rojava ji yên aliyên Kurdistanê dîn welatperwer û şoreşger bûn! Hestên welatperweriyê li gor pir ciyên welat pêşda çûyî bû!  Ji wan mirovan hinekan jî bi navê “Partiya Kurdan Ya Marksîst û Leninisf” bi napenî kar dikirin. Gelek endamên Komela Xwendevanên Kurd li bajarê Pragê di navenda Komela Xwendevanên Cîhanê Yên Sosyalist de jî endam bûn. Serok û endametiya navendî de jî wana wek endam Kurdan kar dikirin!.. Di wan salan de xwendekarên Kurd yên li dervayî welat gelek çalak bûn!..

Mijara min ya vê gotarê ew bû, ku welatparezî û şoreşgeriya mirovên Kurd yên li Rojavayê welat dijîn, ew ji ku têye? Ez dawî de têgîhîştim ku dema Fransiz li Suriyê bûn, di navbeynê salên 1920-1946 an de ji bo Rojava û Kurdên li wê dijîn di nav ronakbirên Kurd de di aliyê çand û dîroka Kurdistanê de xwe nasîn û bi xwe hatina Kurdewatiyê di wê demê de pêşda çûye!.. Di wan salan de zilm û zordariya li ser Kurdên Bakurê welat dibûn, pir Kurdên ronakbîr jî derbasî Rojavayê welat bûyî bûn! Taybetî ji Bakur malbeta Bedirxaniyan li Suriyê di hinek zirûfên serbest de wê demê dikarine ku weku Fransizan Elîfbeya Latîni çawa kar tanîne Bedirxaniyan jî bi tîpên Latînî rojname, Kovara Hawar, Kovara Ronahî derxistine û di nav gelê Kurd de bilav kirine! Ew dagirkeriya Fransizan di aliyê çandî û geleriya Kurdan de hin derfet dayî bûn Kurdan. Gelek Kurd bûyî bûn leşkerê Fransizan!.. Di wan salan de pir Kurd bi tîpên Latînî hînî Fransizî û Îngîlîzkî jî bûyîne! Bi tîpên Latînî zimanê Kurdî hînkirin hên jî hêsantir bûye!..

Dema Fransizan li Suriyê di pirsgireka netewî de li ser Kurdan bandorek netewiya Ereban hindik bûye, an jî qet ne bûye!.. Leşkerên Fransizan li Çiyayê Kurmênc heya Qamîşlokê bêtir bi Kurdan re xebitîne! Berpirsiyarên rêvaberiya sînor yên asayîşê piraniya wan jî Kurd bûne! Ji wan kesan yek malbetê dixwazim mînak bidim! Berpirsîyarê navçeya Antakya, Çiyayê Kurmênc, Kilîs û Dîlokê (Anteb) Qoco Axa bûye! Di serboriyên Nurî Dersimî de, ew li ser Qoco Axa jî agahiyan dirêj dide! Lawê Qoco Ağa yê bi navê rahmetî Dr. Qoco Elbistan, ew di doza 49 kesên Kurd ku li Kurdistana Bakur di girtîgeh û dadgehan da doza Kurd bi mêranî  parastine! Brayê xwe Parêzer Sitki Elbîstan û brayê wan têkoşerê navûdeng îro li Elmanyê dijît Memet Elbistan û malbeta wan di dema Fransizan de li wê navçeyê bi karûbarên xwe hatine nasîn!..

Ez bi xwe ne xelkê Rojava me! Lê ez li rojava hemî gerîme û dinasim! Mamosteyên min yên hêja wek Têkoşerê nemir Osman Sebrî û helbestvanê sosyalist û welatparêz Seyda Cigerxwîn  ji wana min gelek gotinên û serboriyên wan yê welatparêz û şoreşgerî  guhdarî kirine!.. Li dervayî welat jî min pir Kurdên Rojava û welatparêz naskirin. Demên borî de endamên Xoybûnê yên hêja piraniya wan jî, ji bakur ber sordestiyê revîne Rojava! Osman Sebrî ji eşîra Mirdesiyan ya li nevçeya Samsur û Kolikê ye! Seyda Cigerxwîn ji gundê Hesarê navçeya Mêrdînê ji dayîka xwe bûyê.

Di 5 ê cotmeha sala 1927 an de, li Libnanê ew lêhengên bi rûmet, Xoybûn bi beşdarbûna Celadet Ali Bedirxan, Kamiran Ali Bedirxan, Memdûh SelîmÎhsan Nûrî Paşa, Mehdî Seîd (birayê Şêx Seîd), Bozan Şahît BegHaco AxaHemze EfendîNûrî Dêrsimî û çendek kesên dîn dicivin û karê xwe yê ji bo azadiya Kurdistanê li nav Kurdên Rojava dimeşînin! Rojavayê welat bi ronakbîrên xwe her dem heya raja îro bi nav û deng e!..

Gelo çawa dibe ku ew ciyê mêrxwas û lêhengên Kurdên ewqas zana û têgîhîştî, mîrovên li ber destên wan mezin bûyî, îro ewna baweriya xwe mirovekî Tirkan di nav Kurdan de wek siyasetmedar pêşanî kirin, baweriya xwe piraniya Kurdên Rojava çawa bi wî anîne?!.. Min ew pirsa giran têkoşerê nemir Osman Sebrî jî pirsî. Min jê re got:“Dibêjin Apo Osman Sebrî jî bûyê alîgirê Apoçiyan!..“

Bersiva wî wûsa bû:“Ez ne Apoçî me! Ez ji avakarên Partiya Demoqrat Li Suriyê me! Lê ez di jiyana xwe de dibînim ku bê çek, em Kurd nikarin azad bibin! Ez doza wê dikim!..“ Osman Sebrî her çiqas ji malbeta axayên Mirdesiyan bû, lê ew mîrovekî wek Seyda Cigerxwîn pêşverû û sosyalist bû! Seyda Cigerxwîn xwe Marksist û Lenînîst jî dibînî!.. Wî digot: „Riya me riya Lenin e! Du bendî tê de nîn e!..“

Ew sala em têda li dervayî welat di xwepêşandinan de bi duruşmên (silogan) „Yeke, yeke! Kurdistan yek e! Rojava Rojhilat e! Kurdistan Yek Welat e!..“ Bi van duruşman Kurdan bawer dikir ku Rojava hêdî azad dibe!.. Di aliyê dîn de yên Kurdistana Bakûr dixwazin diyarî nijadperestên Tirk bikin, me dît ku wana rola xwe li Rojava jî bi mirovên xwe bi rêva birine!.. Bi telefonan û bi nûçeyên, Kurdan di nav xwe de dabeş dikin, me dît ku Rojavayê ber bi azadiyê diçe, ew dîsa xistine bin bandora Ereb û Tirkan!..

Derfetên azadiyê bi hêsanî dest gelên bindest nakevin! Rojavayê nîv sedsale ku li hêviya azadiyê ye! Ewa ku bi darê zorê mafên xwe bi dest xwe xistin, çawa dibe ku îro ewna, ji wê destketiyê, jê sûd wernegirin!.. Kî dizane ku heya derfetek wûsa carek dîn bi destkeve çiqas salên dîn yê biborin?!. Heya wê demê, Kurd li Rojava asîmîle bûn, wê demê wateya azadiyê ji bo Kurdan jî namîne û bêwate ye!..

Xemgînî ne baş e! Berxwedan jiyan e! Hîn mercên azad bûna Rojava winda nebûne! Bes bi aqilê siyaseta Kurdên Bakur yên ku bi navê siyasetek qirêj bi nijadperestên Tirk ve kar dikin ew nikanin ku Kurdên Rojava azad bikin!..

Kurdino! Bawariya xwe yên li dijî nav û hebûna Kurdan dibin nînin! Ew dixwazin Kurdan ji holê rakin! Gelê me yê Rojava!.. Îro dem hatiye, yek bin, bi yek dengî azadiya xwe xwedî derkevin! Mafên we yên ku we bi dest xistin wana ji destên xwe bernedin!..

   20 ê Gulanê 2026

    Abuzer Bali Han

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin