"Polîsan di 14 salan de 93 zarok kuştin"

"Polîsan di 14 salan de 93 zarok kuştin"

.

A+A-

Vakfa Baran Tursun, diyar kir ku di 14 salan de polîsan 93 zarok 404 kes kuştin. 
 
Vakfa Baran Tursûn bi navê "Rapora Binpêkirina Mafan a Di Encama Hêza Bê Sînor a Polîs û Eskeran de-Ne Mecbûr bûn bihatina kuştin" ya 14 salên dawî bi raya giştî re parve kir. Parazvanê Mafan Mehmet Tursun û Dr. Gunal Kurşun rapora ku ji 59 rûpelan pêk dihat amade kirin. Di raporê de cih dan kuştina 404 mirovên sivîl ên bi guleya polîs û eskeran hatine kuştin. Vakfê di raporê de cih da daneyên tundî û êrîşa polîsan a piştî Zagona Selahiyetê û Vezifeya Polîsan (PVSK) ya piştî sala 2007'an. 
 
EWIL ÇEKÊ DIKIŞÎNIN Û GULE BERDIDIN 
 
Li gorî rapora ku cih daye daneyên Vakfa Tursun a Baran  Tursun, di 14 salên dawî de 404 mirovên sivîl bi guleyên polîsan hatin kuştin. Vakfê di raporê de diyar kir ku piştî di salên 2007 û 2015 PVSK'ê de guhertin çêkirin, polîsan bi hêsanîtir çek kişandin û gule berdan. Vakfê da zanîn ku polîsan karê ewil çek kişandine û gule berdane û rapor wiha parve kirin: 
 
"404 KES HATIN KUŞTIN
 
*Di 14 salên dawî de 93 jê zarok, 70 jin û 241 mêr bi giştî 404 kes bi guleyên polîsan hatin kuştin. Dema der barê polîsên kujer de lêpirsînek tê vekirin, divê ew kesê kujer erka xwe berdewam neke. Divê dîsa wî terfî nekin. 
*Dema kuştinek li dijî hiqûqê be, divê dozger bêtir bi çalak lêpirsînê bikin û dozê veke. Divê doz serbixwe û bê alî bê meşandin. Divê kesê kujer bê ceza neyê hiştin.
 
*Di îhlalên ku polîs dibin sedem, divê teqez zû delîl bên komkirin û delîl neyên windakirin. Divê rê li pêş tarî û reşkirina delîlan bê girtin. 
 
* Divê kesên xizmên xwe winda kirine, bersîva neyînî nedin wan. Divê gavên erênî bên avêtin. Kesên gilî dikin, divê neyên sucdarkirin. 
 
* Kesên gef li wan tên xwarin û kesên şahid û mexdûr divê xwe di ewlehiyê de hîs bikin. Divê bên parastin. 
 
* Divê polîs li ser têgehên "Şikdarê Maqûl" û "Pêşdîtin û takdîr" yên xala 4'an a 2559'an a PVSK'ê  bi rek û pêk bên perwerdekirin. 
 
* Divê polîs û esker ewil serî li çekê nedin. Divê mevzuat li gorî standartên navdewletî têxin meriyetê. 
 
* Divê li şûna şiroveyên aloz û berfireh ên mevzuatê erka ku polîs çekê bikar bîne bên sînorkirin û tengkirin. 
 
* Divê rêxistinên civakî û sivîl jî di nava çawa bikaranîna Zagona Selahiyet û Vazifeay Polîsan de cih bigirin. Ji bo pratîka vê yekê divê mekanîzmayên serbixwe û bê alî bên avakirin. 
 
* Divê di serî de Saziya Venêrtiya Cemaweriyê, Saziay Wekhevî û Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHEK) Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê, bûyeran lêkolîn bikin û bi ser de biçin. 
 
* Divê li qereqolên polîsan û cihê lêpirsîn û binçavkirinê kamera û vîdeo her tem aktif bixebitin û di qeydan de bin. Divê ev yek jî bê teqezkirin. 
 
* Divê li dibistanên polîsan bikaranîna çekan baş bê fêrkirin. 
 
* Divê kesên bi reya darazê bi qisûr û sûcdar hatin dîtin, teqez bê ceza neyên hiştin. 
 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin