
Heyeteke bilind a Brîtanyayê Rojavayê Kurdistanê ziyaret kir
.
Heyeteke Brîtanî ziyaret Rojavayê Kurdistanê kir û ragihand, “Brîtanya wekî beşek ji Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê, dê têkoşîna li dijî vê gefê û hevkariya bi HSD û hevkarên din re bidomîne.”
Heyeteke Brîtanyayê ku ji Berpirsa Siyasî ya Maseya Sûriyeyê Niamh Connolly û Konsula Brîtanyayê ya Hewlêrê Charlotte Dixon pêk dihat, 5ê Tebaxê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ziyaret kir.
Li gorî malpera Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, heyet ji aliyê Alîkarê Hevserokê Daîreyê Robil Beho, Endamê Desteya Rêveber a Daîreyê Xalid Îbrahîm, Şêwirmendê Deriyê Sînorî yê Pêşxabûr-Sêmalkayê Rojhat Elî û nûnera Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Lana Hisênê ve hat pêşwazîkirin.
Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan "rewşa giştî ya Sûriyeyê, bipêşketinê li Rojavayê Kurdistanê û dan û standinên ku bi Şamê re tên kirin" gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de, mekanîzmaya entegrekirina saziyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser di nav pêkhateya hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de û her wiha mijara pêşîlêgirtina jinûveaktîfbûna "komên terorîst" ên wekî DAIŞê hat nîqaşkirin.
"Em dê têkoşîna li dijî DAIŞê û hevkariya bi HSD û hevkarên din re bidomînin"
Heyeta Brîtanyayê di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Em dizanin ku rewşa mirovî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber şerê ku zêdetirî 13 salan e didome, gelekî dijwar bûye.
Brîtanya dê bi rêya bernameyên alîkariya mirovî piştgiriya parastina sivîlan û başkirina rewşa kampan bidomîne.
Em dê li gorî pêdiviyên mirovî yên li herêmê xebatên xwe bidomînin.
DAIŞ gefên xwe li Sûriye, Îraq û herêmên din didomîne û binpêkirinên xwe yên li dijî sivîlan berdewam dike.
Brîtanya, wekî beşek ji Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê, dê têkoşîna li dijî vê gefê û hevkariya bi HSDyê û hevkarên din re bidomîne.”
Heyetê her wiha spasiya HSDyê, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmedê û nûnerên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê kir.
Di dawiya serdanê de, li gorî belgeyeke fermî ya ku di navbera Rêveberiya Xweser û Keyaniya Yekbûyî de hatiye îmzekirin, zarokekî Brîtanî yê ji malbateke DAIŞê radestî şandeyê hat kirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin