Endamê Kongreya Amerîkayê bi serokê ruhanî yê Durziyan re civiya

Endamê Kongreya Amerîkayê bi serokê ruhanî yê Durziyan re civiya

.

A+A-

Endamê Kongreya Amerîkayê Îbrahîm Hemade ku ew bixwe jî ji xelkê Durzî ye, bi serokê ruhanî yê civaka Durzî li Îsraîlê, Şêx Miwefeq Tarif re li ser rêbazên agirbesta li Siwêdayê û vekirina korîdoreke mirovî di bin çavdêriya Amerîkayê de civiya.

Endamê Kongreya Amerîkayê  Îbrahîm Hemade di çarçoveya gera xwe ya li  herêma Julis a bajarê Eka ya bakurê Îsraîlê de bi serokê ruhanî yê civaka Durzî ya Îsraîlê, Şêx Muwaffaq Tarif re hevdîtin pêk anî.

Herdu aliyan li ser rola Amerîkayê ya sepandina agirbestê li Siwêdayê û vekirina kerîdorên mirovî ji bo veguhestina alîkariyên mirovî gotûbêj kirin. Herwiha pêşniyarên çareseriyeke siyasî ya mayînde hatin gotûbêjkirin. Hate gotin, divê  rêveberiya Amerîkayê weke garantorê lihevkirinê destwerdanê bike ku ewlehiyê pêk bîne û mafên durziyên li Siwêdayê mîsoger bike.

Herwiha di hevdîtinê de tîma nirxandin û şopandina rewşê ya girêdayî durziyan, raporeke berfireh li ser rewşa meydanî û mirovî ya Siwêdayê pêşkêş kir.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin