Amerîka: Sûriye di xaçerêyeke çarenivîssaz de ye

Amerîka: Sûriye di xaçerêyeke çarenivîssaz de ye

.

A+A-

Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tommy Pigott ji Rûdawê re ragihand, "Sûriye di vê qonaxê de ji bo gihîştina serfiraziyê di xaçerêyeke çarenivîssaz de ye û em dixwazin derfetekê bidinê."

Tommy Pigott li ser pirsa Rûdawê ya "Gelo Amerîka di van dan û standinan de rêberiya HSD û Sûriyeyê dike yan we mijar ji wan re hiştiye?" got:

"Em dixwazin derfetekê bidin Sûriyeyê da ku bigihîje serfiraziyê, û Sûriye di vê qonaxê de ji bo bidestxistina wê armancê li ser xaçerêyeke çarenivîssaz e. Ji ber vê yekê em li vir li gel hemû aliyên pêwendîdar ên herêmê diyalog û gotûbêjên xwe didomînin."

Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tommy Pigott di civîna çapemeniyê de pirsên Birêvebirê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivandin.

Rûdaw: Di konferansa xwe ya dawî ya rojnamegeriyê de, berdevkê we ragihand ku helwesta Amerîkayê ya derbarê dan û standinên di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de neguheriye. Tu dikarî zelal bikî ka gelo Amerîka di van dan û standinan de rêberiya aliyên Sûriyeyê û HSDyê dike, yan we mijar ji wan re hiştiye, ka gelo ew dewleteke federal dixwazin an navendî?

Tommy Pigott: Ez ne di wê astê de me ku pêşwext naveroka ragihandina sizayan eşkere bikim. Eger tiştekî me yê ji bo ragihandinê hebe, em dê wê ragihînin. Tiştê ku ez dikarim bibêjim ev e, wekî ku Serok, Nûnerê Taybet Eric û Wezîrê Karên Derve gotine, em dixwazin derfetekê bidin Sûriyeyê da ku bigihîje serfiraziyê û Sûriye di vê qonaxê de ji bo bidestxistina wê armancê li ser duçarêyeke çarenûsî ye. Ji ber vê yekê em li vir li gel hemû aliyên pêwendîdar ên herêmê diyalog û gotûbêjên xwe didomînin. Dema ku tiştekî me yê ji bo ragihandinê hebe, em dê wê ragihînin.

Derbarê pirsa te ya duyem de jî, Nûnerê Taybet Eric behsa vê yekê kiriye û ji bo ku ez zêdetir ji daxuyaniyên wî dûr nekevim, ji kerema xwe ji bo hûrgiliyên zêdetir ên derbarê gotûbêjên hestiyar ên di navbera aliyên cuda de, li daxuyaniyên wî bi xwe vegerin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin