Ji SOHRê bîlançoya nû: Ji dema ketina Esed ve 10 hezar kes hatine kuştin

Ji SOHRê bîlançoya nû: Ji dema ketina Esed ve 10 hezar kes hatine kuştin

.

A+A-

 Çavdêriya Mafên Mirova a Sûriyê (SOHR) bîlançoya dawî ya kuştinên ji dema hilweşîna rejîma Esed ve belav kir. Li gorî SOHRê ji  8ê Kanûna 2024an heta 6ê Tebaxa 2025an, li gel berdewama tundî û aloziyê, 9 hezar û 889an kes li Sûriyeyê hatine kuştin.

SOHRê diyar kir, ji wan 7 hezar û 449 kes sivîl in û ji vê hejmarê jî 396 zarok û 541 jin in.

Li gorî bîlançoya SOHRê, hejmara kuştiyan ji 8ê Kanûna 2024an heta 6ê Tebaxa 2025an wiha ye:

Ji 8ê Kanûna 2024an heta dawiya heman salê: 2 hezar û 354 kes hatin kuştin.

Di Çileya 2025an de hezar û 122 kes,

Di Sibatê de 603 kes,

Di Adarê de 2 hezar û 644 kes,

Di Nîsanê de 452 kes,

Di Gulanê de 428 kes,

Di Hezîranê de 391 kes,

Di Tîrmehê de hezar û 733 kes,

Ji 1ê Tebaxê heta 6ê Tebaxê 162 kes hatine kuştin.

Ji nava wan kesên hatine kuştin, 2 hezar û 535 kes li meydanan hatine guleberankirin (tenê di Adarê de hezar û 726 kes). Kesên hatine qetilkirin li gorî nasname û aîdîyetê bûn. Herwiha bi dehan kesan di îşkenceyê de di girtîgehên hikumeta veguhêz de jiyana xwe ji dest daye.

Di nava bîlançoyê de endamên ji rêxistinên çekdar û cîhadîst ên wek DAIŞê, dewleta Tirk jî hebûn. Li kêleka wê jî di êrîşên Îsraîlê û dewleta Tirk de jî kuştî çêbûn.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin