Hikûmeta Libnanê biryar da: Çekên Hizbulahê tên komkirin

Hikûmeta Libnanê biryar da: Çekên Hizbulahê tên komkirin

.

A+A-

 Hikûmeta Libnanê biryara ku hemû hebûna çekdarî, tevî ya Hizbulahê jî, bixe bin destê dewletê û çekên di destê koman de kom bike, qebûl kir.

Wezîrê Ragihandinê yê Libnanê Paul Markus, piştî civîna Encûmena Wezîran a ku bi serokatiya Serokkomarê Libnanê Joseph Aoun li Koşka Babdayê ya li Beyrûtê bi rojeva destê dewletê yê li ser çekan hat lidarxistin, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Paul Markus diyar kir ku di Encûmena Wezîran de li ser bidawîanîna hebûna çekdarî ya li Libnanê, tevî Hizbulahê jî lihevkirinek çêbûye.

Markus anî ziman ku hikûmet bi biryarên ku standine armanc dike ku aramiyê li welêt pêk bîne, desthilata dewletê ava bike û welat ji nû ve ava bike û got:

“Me li hev kir ku li seranserî Libnanê hebûna çekdarî, tevî ya Hizbulahê jî, bi dawî bibe û artêş li ser sînor were bicihkirin.”

Markus amaje pê kir ku armancên pêşniyara Amerîkayê hemû welatên pêwendîdar li xwe digire û ragihand ku Encûmena Wezîran armancên plana Amerîkayê pesend kiriye û dê artêş li gorî plana komkirina çekan hûrgiliyan gotûbêj bike.

Markus her wiha da zanîn ku Aoun di Encûmena Wezîran de derbarê hevdîtinên xwe yên bi welatên Erebî re yên ji bo rizgarkirina aboriya Libnanê agahî daye.

Wezîrên Şîe ji civînê derketin

Li aliyê din, Markus destnîşan kir ku hinek wezîran tevî hemû hewlên îqnakirinê ji civîna Encûmena Wezîran derketine.

Markus anî ziman ku wezîrên navborî tenê ji civînê derketine, ne ji hikûmetê.

Wezîrê Kar ê Libnanê Mihemed Heyder ji televîzyona El-Cedîdê ya Libnanê re da zanîn, ji ber ku wan pêşniyara Amerîkayê pesend nekiriye ji civîna Encûmena Wezîran derketine lê xwestiye ku pêşniyar piştre were lêkolîn.

Wezîrê Kar ê Libnanê Mihemed Heyder got, “Em ji civîna Encûmena Wezîran derketin lê em ji hikûmetê venekişiyan” û diyar kir ku helwesta wan wezîrên ku ji civînê derketine ne “gurkirina aloziyê” ye.

Wezîrê Dadê Adnan Nasar jî ragihand ku wezîrên ku ji civînê derketine tekezî li ser rola artêşa Libnanê kiriye û prensîba komkirina çekan di yek destî de pesend kiriye.

Encûmena Wezîran a Libnanê ku 5ê Tebaxê bi rojeva destê dewletê yê li ser çekan civiyabû “erk dabû artêşê ku heta dawiya salê planeke ji bo komkirina çekan amade bike”.

Hizbulahê îdia kiribû ku biryara hikûmeta Newaf Selam a ji bo komkirina çekan dê “Libnanê ji çeka berxwedana li hemberî Îsraîlê bêpar bihêle” û parastibû ku bi vê biryarê “şaşiyeke mezin hatiye kirin”.

Mijara “bêçekkirina” Hizbulahê

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack 19ê Hezîranê pêşniyara Amerîkayê pêşkêşî birêvebiriya Beyrûtê kiribû ku “komkirina hemû çekên li welêt tenê di bin kontrola dewletê de wekî armanca sereke destnîşan dike”.

Serokwezîrê Libnanê Newaf Selam 29ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de gotibû ku dê li ser “avakirin serweriya dewletê tenê bi hêzên xwe li seranserî axa welêt” hevdîtin werin kirin.

Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Naîm Qasim di daxuyaniya xwe ya 30ê Tîrmehê de diyar kiribû ku bêçekbûn meseleyeke navxwe ya Libnanê ye û Hizbulah ji bo Îsraîlê çekan danayne.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin