Motîfên çîrokan û wateya wan a dûr

Motîfên çîrokan û wateya wan a dûr

.

A+A-

Gulgeş Deryaspî

Hejmara tevgerên stêrkan, hejmara salên di nav çîrokan û hejmara di nav zimanê me de cih girtî ye ne tesadûf e. Em çima nabêjin du sal û du şev? An jî şeş şev dawet hat kirin, heşt bira bûn?

Gelek motîfên ku îro him di nav jiyana rojane de him jî di nav çîrok û xewnên me de hene, em bikartînin. Ger çiqas jî em wateya wan ê dîrokî an jî mîtolojîk nezanin jî her motîfek xwediyê wateyekê ye. Gelek caran dema bi kêrê me tên em wateya wan hîn dibin û gelek caran jî em wateyan li wan bar dikin. Ev di nav rengan de, hejmaran de, ziman de, motîfên heywanên ku têne xewna me an jî formên di nav falan de derdikevin pêşberî me. Mînak renga spî dema tê gotin, di bin hişê me da a yekemîn erêniyek ava dibe. Halbûkî kefen jî spî ye û parçeyek ji mirinê ye. An jî reş dema ku tê gotin neyîniyek ava dibe, halbûkî bîbika çevan reş e. Wateya şevê yanê bêrohnîbûniyê li reşê hatiye barkirin lê ferqa renga reşê jî spiyê jî tine. Her rengek bi estetîka xwe delaliyek e li ser axê.

Çend hejmarên ku wate li wan hatiye barkirin û di nav zimanê meyê rojane de pir tê bikaranîn û em hay jê nîn in ku têne çi wateyê. Di nav çîrokan de jî mijara hejmaran pir bibandor e. Heft xwişk û birayek, heft roj û şev, heft tebeqeya binaxê, çil şev û çil roj, sê bira û hwd... Emê li ser van û wateya wan a dûr yek bi yek bisekinin û hewl bidin ku rave bikin.

Gorê çavkaniyan, çîrokên devkî yên şaristaniyan ji aliyê mijar û motîfan va dimînin. Di gelek çîrokan da em dibînin ku ji aliyê bûyer û motîfan va çîrok neqlê şaristanek dinê dibe. Ji çîroka avakirina Xwedaya cîhanê heya çîroka herî navdar ya tofanê, çîroka zayîna Musa, Habîl û Kabîl, kûl û êşên Eyûb, çar melaîket, heft deriyên binaxê an jî dojehê, heft xwişk û birayek, heft qatên asûmanan, sê kurên qralek, çîroka Qeşto, dara jiyanê, şahmeran, hejmarên di çîroka Mîrzamiheme, motîfên ajalan û hwd.

ZIMANÊ PIRANIYA SEMBOLÊN KEVIN DIŞIBE HEV

Di gelek lêkolînan de tê îddîakirin ku dîrok ji welatê Muyan dest pê dike. James Churchward piştê xebata xwe ya pîncî salan rêzepirtûkek ku qala axa wenda ya Muyan dike. Piştî ku zimanê sembolên li ser kevirên weşartî ji brahmayên Hîndê hîn dibe, li gelek şaristaniyên wek Misir, Amerîqaya Latîn (Meksîka) Yewnan û Mezopotamya digere û dibîne ku zimanê piraniya sembolên kevin dişibe hev. Churchward dibêje ku Musa zimanê sembolên welatê bihuştê (Mu) pir baş dizanibû û bingeha olên yekxwedayî bi vî zanînê avakir. Û dîsa dibêje ku ji xwe şaristaniya Misiriyan bê hay ji dîroka muyan, bi aweyek cuda vê dizaniyan. Yanê li gorê Churchward kesên ku ji welatê Muyê ji ber tofanê revîbûn bi aweyekî, bi baweriyên xwe ve, di nav salên gelek dirêj de heya Misirê hatibûn û bi xwe re anîbûn. Li Misirê dîrok hatibû jibîrkirin lê sembol û motîfên baweriyê bi aweyek xwe dabû jiyîn. Heman tişt li Hindîstanê de jî li ber çevê Churchward dike. Lê bi ferqek ku brahmayên Hîndû gelek tiştan xwe jibîr nekirine û dîroka xwe bi nivîsan ve neqil kirine. 

Di navbera sembolên Churchward û sembolên stêrknasiyê da çîrok û xwendin jî hene. Churchward li gorê xwendina dîrokê rave kiribe jî baweriya welatê winda û ên şaristaniyên kevin ku çîrokên wan bi devkî heya roja îro hatine, gelek dişibine hev. Xwendina Churchward dîrokî be jî sembolên ku bi me ra parve dike û sembolên Sûmeriyan an jî ên Yewnanan bi piranî sembolên xwedayên asûmanan in. Xwedayên asûmanan raste rast stêrk û gerstêrk in ku îklîman ava dikin, demsalan diguherînin, belavkirina bereketê di destê wan de ye, nesîp û qismetê însanê jî ew belav dikin, mirin û zayîn jî di destê wan de ye.

Di beriya baweriya yekxwedayî da şaristaniyên wek Sumer, Yewnan, Hînd, Maya û Misiriyan bi baweriya Xwedayê zêdetir, baweriya xwe bi bandora henera roj û heyvê, stêrk û gerestêrkan anîne ku bandora henera wan berbiçav bûye. Mesela hersê şaristaniyên ku li ber devê çemên Firat, Nîl û Ganjê jiyane, cotyarî kirine mecbûr mane ku demsalan baş bizanin. Baş bizaniyan da ku dema tov danînê, lehiyê û zivistanê bizaniyan. Û tê zanîn ku teqwîmên pir baş jî ji van şaristaniyan derketine. Li gorî derfetên wan deman ji bo teqwîmên wiha serkeftî pêwistî bi temaşe û baldariya gelek baş û gelek salan divê. Piştî ku bandora stêrkan li ser xwazayê hatiye dîtin her stêrkek bûye wek xwedayek.

WELATÊ WINDA DI BIN TOFANEK DE MAYE

Di nav sembolên welatê winda da darek heye û marek xwe li dora darê lefandiye. Churchward dibêje ku dar sembola welatê buhiştîn ê Muyiyan e û mar jî sembola Xweda ye. Em vî sembolê di gelek cihan da dibînin ku herî dawî ew dar di nav tofanekî da hatiye xêzkirin. Churchward dibêje ku welatê winda di bin tofanek mezin da maye û dîsa tofan û welatwêraniyê bi dara têkçûyî ravekirine. Em vî darê di çîroka Înannaya Sumeriyan da jî dibînin ku di çîroka Înanna da tofanek rabûye, dara jiyanê bi kokê va rabûye û marek wek kûrm xwe lê pêça ye, dirzîne. Înanna darê ji marê difilitîne û dibe di bin çemê Firatê da dîsa datîne. Em di du çîrokên di demên ji hev cûda de ku hatinê neqşkirin dibînin ku domandina hev in. Welatê winda da mar Xweda bû, darê diparast, lê di Sumeriyan da mar bûye kujerê darê û neyar. Ku ji xwe Muyiyan bi neqşa herî dawî gotine ku Xweda bû neyar.

MAR DI ASTA XWEDAYÎ DE BÛ

Em çîroka Şahmeran jibîr nekin ku motîfek e. Di vî motifê de şîfaya marê heye û îxaneta însanê bi bandor e. Mar şîfayê dide însanê lê însan lê îxanetî dike. Mar di gelek çîrokên kurdan de bi aweyên cûda xwe dide nîşan. Carna şîfa be jî carna jehr e. Û di çîrokên cîhanê de jî dîsa xwe bi du aweyan wek yê Muyiyan dide nîşan. Him aliyê erênî ku wextek Muyiyan ew wek xweda xêz kirine li darê pêçane û him jî wek îxanetkar xêzkirine. Ev motîfa marê di gelek çîrokên cîhanî de jî wisa di nav dubendiyê de derdikeve pêşberê me. Helbet hemî motîf jî bi du rengan xwe didin nîşan lê mar di asta Xwedayî de bû ji ber wî motîfek balkêş bû. Me ji bo wî ew wek mînak da nîşan.

Tiştek ecêb di stêrknasiya Babîlyan da jî mar heye, birca sêzdemîn e û henera şîfayê ye, derman e û di heman demê da neyar e, neyarek bidizî ye. Yek ji wan sembolên Muyiyan ew e û wêneyê Xwedayan dide nîşan, marê heftserî ye. Di wergera pirtûkê ya tirkî da ‘khan’  hatiye nivîsîn lê dibe ku ‘xan’ be. Sembola vî marê jî neqşa Xwedayan e. Yanê heft Xwedayê Muyiyan hebûye, serê her marekî di cihê Xwedayek da ye. Di zanîna stêrknasiyê da heft gerstêrk (berçîs, keywan, zave, behram, gelawêj, neptûn, ûranûs) hene. Gelek malbatên stêrkên bêlebat hene û li gorî stêrknasiyê her yek karekî wî ya ku li ser jiyana însanê bibandore heye. Di çîrokên me yên devkî da jî dêwa heftserî heye û wek neyarên ku kesan ceza dike tê ravekirin. Em xwe jibîr nekin ku Muyiyan jî mara xwe xistibûne neyar û wisa pê bawer kiribûn ku Xan ew ceza kirine. Dîsa di çîroka Sumeriyan da Înanna dema tê cezakirin ew dişînin binaxê û ew bi heft deriyan va derbas dibe. Li ber her deriyekî da nobedarek heye û her yek nobedarek wesfekî wê ya Xwedavendiyê jê distîne û ew dimire.

Helbet hewce nake ku em qala çîroka tofanê bikin ku di Muyiyan da jî heye, di Sumeriyan da jî, di Tewrat û Quranê da jî… Avakirina cihanê jî di Muyiyan da bi avê û hêkê yanê tovê dest pê dike, paşê bi ax û rojê û di heft rojan da temam dibe. Di Tewratê da jî erd û ezman ji hev cê dibin, ruhê Xweda li ser avê da digere… Dîsa di vî çîrokê da jî Xweda cîhanê di heft rojan da ava dike. Di destpêka avakirina Yewnanîyan da jî mînaniyek heye lê cûdahî jî hene. Mnk: piştî ku erd û ezman (mêzatî-nêzatî) ji hev cê bûn, şêş Xwedayên mêza û şeş Xwedayên nêrza (Okeanos, Knos, Lapetos, Rhea, Mnemosyne, Tethys, Kolos, Hyperîon, Thîa, Themîs, Phoebe, Kronos) peyda bûn. Di vî mîtosê da jî ji xeynî hejmara heftî, hejmara 12an derdikeve pêşiya me ku ev jî 12 bircên li dora rojê ne.

ZANISTA DERÛNIYÊ Jİ XWEDIYÊ SEMBOLEKÊ YE

Carl. G. Jang di pirtûka xwe yê ‘însan û sembolên xwe’  (kabalci.2016.îst) da qala xewek dike û di wî xewê da çar bahên pîroz, bi çar goşeyan va tên. Jang xebatên xwe bi piranî li ser ‘arketîpê’  yanê bîrahevparê kiriye û li ser sembol û baweriyên kevin baş xebitiye. Lê dîsa ji bo vî xewa keçikek piçûk ku çar bahên pîroz dibîne bi baweriyên olî û herî dawî bi teslîsa sêhevkî (xweda, bav û kur- Îsa) va girê dide. Çar bahên pîroz di stêrknasiyê da wek çar stêrkên malbata qralan ên bakur-başur- rojava-rojhilat xwiya dike. Aldeberan, Anteres, Regulus û Fomalhaut. Her yek ji van ji gerestêrkan jî bibandortir in ku piraniya nexşeyê ew rêvedibin. Ev çar stêrk di welatê Muyiyan da jî wekî çar bahên bihêz derbas dibe û di olên monoteîzmê yanê yekxwedayî da jî wek mîlyaketên Cebraîl, Ezraîl, Mîkaîl, Îsrafîl cihê xwe girtiye ku pêywir, kar û henera wan dişibine hev. Mnk: Mîkaîl sermîlyaket e û rêveberê xwezayê ye, Aldeberan jî rêvebira deriyê rojhilatê ye, di birca cêwiyê da ye û karê wî jî rêveberiya rast û durustiyê ye.

Zanista derûniyê jî xwediyê sembolekî ye û ‘sêçirq’ e. Ji bo vî sembolê dibêjin ku ‘psî’  ye, di elîfbaya yewnaniyan da hejmara 23yan e, Romayiyan vî yekê zivirandine û peyva psîkiyatrî çêkirine. Latîniyan peyva psîkiyatriyê ji bo perperokê emilandibûn lê piştî wextan ji bo ruhê… Di heman demê da sembola gerstêrka Neptunê jî sêçirq e û yek bi yek sembola derûnînasiyê jî ê Neptunî jî heman tişt e. Neptun di stêrknasiyê da temsîliyeta ruh, derûnî, xew, sêhr, tiştên neberbiçav, xeyal,  başî û nexwaşiyên bi vî va girêday dike. Mala wî mala dozdeyan, birca wî jî masî ye û di stêrknasiyê da mala ku nayê xandin, nayê dîtin, nayê zanîn mala dozdeyan e.

EM ÇIMA NABÊJIN DU SAL Û DU ŞEV?

Mijara heftan jî mijarek giran e ku Uranûs di heft salan de fetla xwe ya zodyakê temam dike. Ev jî wateya dûr dide nîşanê me ku Uranûs di hejmara heftan de bi bandor e. Di heman demê de gerstêrka herî dûr yek ji wan jî ew e. Gerstêrkên nêzîk jî hene ên dûr jî. Gerstêrkên nêzîk di tebeqeyên nêzîk de cih digirin û bandora wan tenê bi rojan çê dibe lê bandora gerstêrkên dûr ên ku bi salan di nav çembera çerxa felekê de dizivirin êdî dirêj e û bi salan nabore. Mesela Kronos ku em jê re dibêjin Keywan an jî ewropayî dibêjin Saturn di sê salan de gera xwe yê bircek temam dike û li gorê stêrknasiyê bandora wê sê sal e. Di nav sê salan de di kîjan mala kesan de be ew sê sal didome û bandora wê bi salan dimîne û piranî bi bûyerên neyînî ve tê girêdan.

Dibe ku ji vî baweriyê qala hejmaran di nav çîrok û civakê de cih girtîbe. Mînak stêrka Mişteriyê an jî Jûpîterê gera xweyê bircek di nav salekî de, gera xweyê zodîakê jî di nav deh an jî dozde salan de temam dike. Hejmara dehê an jî dozdehê jî dîsa bi aweyek di nav jiyana me de cih girtî ye.

Bi ya min hejmara tevgerên stêrkan û hejmara salên bûyer ên di nav çîrokan û hejmara di nav zimanê me de ku cih girtî ye ne tesadûf e. Mesela em çima nabêjin du sal û du şev? An jî şeş şev dawet hat kirin, an jî heşt bira bûn? Yanê hejmara tevgera stêrk û hejmara salên çêbûna bûyeran ku hev digirin tesadûf nîn e.

Bî vî aweyê gelek sembol, motîf û îmaj hene ku bêne ravekirin, nirxandin. Di destpêka jiyanê da îmajên ku vegeriyane motîfan û bi sembolan heya roja îro hatine çawanin, di nav demê da çawa guherîne, wate û karê wan çiqas dişibine hev û hwd. Heya ji destê me hat me xwest sembolên stêrknasîyê bi aweyekî berawirdî bi we ra jî par va bikin. 

Çavkanî / gazeteduvar

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin