Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê qeyrana aborî kûrtir dibe

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê qeyrana aborî kûrtir dibe

.

A+A-

 Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hêdî hêdî encamên qeyrana aborî li ser kar û kargehan jî tê dîtin û amar nîşan didin ku eger tedbîr neyêne wergirtin, dê bi hezaran kes bêkar bimînin.

Hem li aliyê Tirkiyê û hem jî li Bakurê Kurdistanê, ligel kûrbûna krîza aborî, ji ber zêdebûna hejariyê û bilindbûna enflasyonê, hejmara kargeh û dikandarên ku îflas dikin roj bi roj zêde dibe. Li gorî Rojnameya Esnaf û Tomarkirinê, li Tirkiyê di nava sê mehan de 29 hezar û 360 esnafan îflas kirine.

Esnaf Seyît Yaman dibêje: “Her kes dizane ku krîzek mezin heye. Giraniya bîberê û giraniya bacanên reş heta 20-30 lîreyan zêde bû. Li vir xwaringehek ku hebû, ew jî hat girtin. Çima, ji ber ku kîloya bîberê bi 40-50 TL bikirin, hûn çawa dikarin vekirî bimînin? Eger mişteriyên vê derê ne biyanî bûna, eger biyanî nehatana vir, heta niha ev der jî dê hatiba girtin. Lêçûnên me li gorî berê zêde bûne.”

Li Tirkiyeyê her ku xelk hejar dibe hêza wan ya kirînê jî dadikeve. Gihiştiye wê astê ku xelk ji sifreya xwe ya rojane gelek tiştî kêm bike bo debara wan bibe.

Esnaf Ozlem Şahin jî got: “Min piştî pandemiyê dikan vekir lê bi ya min beriya wê baştirbû.  Rewşa giştî baştir bû. Ez li şerîkeyekê midûrbûm haya min ji bihayan hebû. Rûn berê bi 70-80 lîre bû niha bûye 150 lîre. Hûn bifikirin ferq çi ye. Ez ji hevjînê xwe re dibêm em her tiştî bifiroşin û biçin derveyî welêt. Ji ber ku tu hêviya me nema. Em niha tenê ji neçarî berdewam dikin.”

Li Tirkiyê rêjeya hejariyê gelek bilind bûye, ji şîrê zarokan bigre heta sotemeniyê hemû pêdiviyên jiyanê giran bûne. Xelk bi mûçeya kêmane nikare bijî û asta kiryariyê jî daketiye.

Esnaf Orhan jî got: “Helbet bandorek neyênî heye. Ne ku nîn e. Hin mişteriyên me êdî tiştên erzantir distînin. Hêza stendinê ket lê dîsa jî şikur. Em li ber xwe didin da li ser xwe bisekinin. Em hewl didin îdare bikin.”

Saziya Amarên Tirkiyê (TUIK) 4ê Nîsanê raigihand, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê enflasyona meha Adara 2022ê %5.46 e û ya salane %61.14 e, lê Grûpa Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) jî ragihand ku rêjeya enflasyona salane %142.63 û ya Adara 2022ê jî bi rêjeya %11.93 zêde bûye.

Rawîn Stêrk / Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin