Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Li Tirkîyê Kurd herdem zirkur bûn

A+A-

Di medyaya Tirkîyê da nûçeyên derbarê peyana derbeya eskerî da hêj germahîya xwe diparêzin, weha dixuye ku ev rewş dê hêj jî boja.

Manşet û nûçeyên sereke, dûr û dirêj qala çawanîya şeva peyana derbeyî û jimarên girtîyan û karmendên dewletê yên ku ji kar hatin dûr xistin dikin, daku ev her roj bêhtir dibin.

Bûyer didin zanîn, ku “li gel hişk, ter jî dê bişewite”, jixwe ew hêrsdarî û vekêşan dê ji dereke da liber bavêje, lê dem divê.

Bi ya nûçeyan dor hatîye çewsandina dewrûberên rikber, taybetî HDPê ku di derbeyên bere da jî her weha dibû.

Di hemû derbeyên eskerî da Kurdan, kurdên welatparêz û bi giştî rêxistinên bakurê Kurdistan’ê zirara herê mezin didîtin û hêj îro jî, birînên wan rojan nehatin kewandin.

Her derbeyên eskerî li pey xwe wêrankarîyekê berda; gellek kes hatin kuştin, jîyan di zîndanan da diçilmisîn, paşerojên tarîkirî û xerakirina hemahengîya nava civatê…

Îro dîsa civata Kurd beramberê êriş û rojên tarî ye.

Weha dixuye, ku desthelat û serokkomar di bin navê nüve vesazkirina dewletê da, bi mebestê “roj ev roj e, ew derfet herdem bi destnakeve” tevdigerin.

Bêşik, wekî derbeyên berê ew jî dê heta dereke here û paşê liber bavêje.

Eger, ev derbe bi serketa, gelo encam dê çawa bûbûya, taybetî bona tevgera siyasîya bakurê Kurdistan’ê?

Bûyer, qewimîn û biryar û helwesta desthelatê û serokkomar nêşitên nexêrê ne.

Hêj peyana derbeyê nahatibû têk birin, di berbanga sibeha 16î tîrmehê da serokkomar gotibû, “ew (derbe) qencîya (lutif) Xweda ye”.

Ev peyamek balkêş bû, wate, êdî dê kanibe wek daxwaza dilê xwe tevbigere.

Ango, kesên dûr an nêzik ne telve derbeyê bûn, heta derbarê ti agahdarî jî nebûn, taybetî dewrûberên siyasîyên bakurê Kurdistan’ê dê bikevin ber pêla çewsandin û desteser kirine.

Weha jî dibe, ji HDPê û hinek kadiroyên DBPê dest pê kir.

Jixwe, helwestên serokkomarî, serokwezîr û rayadarên AKPê jî gellek balkêş in, dibin sedema endişe û fikarê.

Bi giştî, metirsîyek heye, bona paşerojê ev, di helwest û peyamên desthelat û serokkomarî da xwe dide der.

Ewil, serokkomar her du serokên partiyên rikber vexwend koşkê xwe, paşê serokwezîr, dibetîyek mezin e ku li ser şîreta wî, serdana serokên partiyên rikber kir, lê ya HDPê nekir.

Paşê, li Stenbul’ê mîtingek bi navê “mîtinga demokrasi û şehîdan” hat lidarxistin, partiyên rikber vexwendin, lê HDPê dîsa wekî zirkur li derva hat hiştin.

Dibe, ku hinek kes bejin ma HDPê bihata vexwendin û beşdarê mitîngê bûbûya, dê çi bigota?

Ev mijarek din e, kesên heta îro nebawerbûn jî, divê fêla dewletê û serokkomarî bibinin.

Li hinek cîhan êrişî kurdan kirin, ji hikûmet û serokkomarî li dijî van êrişan ti deng derneket û hêj jî dernakeve.

Vê carê, bi avahîya Stenbulê, Qerayazîya Erzurimê, Erdexanê û li hinek navçeyên din, êrişên li ser HDPê dest pê kir.

Paşeroja kurdan, HDPyî bin û nêzikî PKKê bin, an welatparêz bin, herweha partî û dewrûberên siyasîyên bakurê Kurdistan’ê û rewşa rojavayê Kurdistan’ê jî ne ewle ye.

Ji ber, ku mînakên derbeyên din hêj nehatine ji bîr kirin.

Helwesta herê xerab jî, bi mebestê nüve vesazkirina saziyên dewletê û makezagonek nûh, an paketek guhertina hinek xalên makezagonê hevdîtinên di navbera her sê partîyan da, ku dîsa HDP li derva hat hiştin, ye.

Di amarên nûve vesazkirinê da, Kurd tine ne.

Dibe, ku hinek bipirsin gelo HDPê jixwe ne partîyekî Kurdistanî ye, amarên dervahiştina wê, wate ne dervahiştina Kurdan e!

Weha dixuye, lê mebesta desthelatê dervahiştina Kurdan e, ji ber ku li bakurê Kurdista’ê beşe rêxistinî ya cıvata Kurd di bin banê HDPê da ye.

Nûve vesazkirina saziyên dewletê bi çend helan va girîng e.

Yekem, naverok, birêvebirina karûbar, zagon û rêziknameyên ku divê him ne dijî demokrasiye bin û him jî di navbera beşên civatê da wekhevîyê biparêzin.

Bi deh hezaran kes ji kare xwe hatin/tên avêtin, li şûna vana kesên nû divê.

Nûha pirs ev e, bi deh hezaran kesên nû dê çawa bêne pişandin, gelo her sê partî dê lihev bikin, her yek ji wana, bi qasî hêza xwe dê kadiroyan bi destxweva bîne, an na?

Eger weha be, ji niha va divê em zanibin, ku nêzikî pêncî hazar kes dê wek karmend bêne peywirdar kirin, lê rêjeya kesên Kurd dê gellekî nizm bimîne.

Heçku eger li ser rêjeya serjimariyê li berçav bên girtin, ev 20% ye.      

Bi her hêlê va paşeroj na ronahîye, weha dixuye ku bûyer û qewimînin îro bayê ber baranê ye.

Bi bawerîya min, tene rêyek heye, bona ewlehîya gele Kurd û wekhevîya nüve vesazkirina di saziyên dewletê da, ev jî yekrêzîya tevgerên sîyasî yên bakurê Kurdistan’ê ye.

Eger, bi yek dengî li hemberê helwesta desthelatê û serokkomarî bêt rawestandin, seknek hevpar, dikane giranîya xwe bavêje ser nüve vesazkirinê û helwesta dewletê.

Gotina dawî, him bona nüve vesazkirinê û him jî bona destpêkirina pêvejoyekî aştiyê, herweha dawî hatina şer û pevçûnan, pêkhatina layê Kurd bi yek dengî divê.

Mebesta min ji layê Kurd ne HDPê û PKKê tene bi sere xwe ye, bila ew serkeş bin, lê piranîya dewrûberê siyasîyên bakurê Kurdistanê ye.

Îro tam dema vê gava dîrokî ye.

12.08.2016/Dusseldorf   

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin