Ziman û niştîman
Cano AMEDÎ
Ziman, sembola hebûnê ye
Ziman, remz û nîşana jiyanê ye!
Ziman, stûna hişmendîya netewî ye!
Ziman, di heman deman de hêz û qeweta desthilatdarîyê ye.
Ziman, li dijî dagirkerî û sîstema mêtingehîyê pergala têkoşîn û berxwedanê ye!
Ziman Netew e, Ziman Ax e, Ziman Welat e!
Ziman, kilîda derîyê dîyalog û têgiştinê ye.
Ziman, dînamoya çêkirin û xirabîyê ye. Ziman ji bo nezanan çeka xirabîyê ye; ji bo zaneyan jî bingeha serkeftin û pêşkeftinê ye.
Rojev, di bin bandora mij û dûmanê de dîl bûye. Bêdengî û bê helwestî derî li tifaq û hevkarîyan asê dike. Dagirker û peyayên wan li ser mêrga me, li welatê me hespên xwe dibezînin. Di kûraya asoyê de her diçe, pêlên ba û bahozên nû xuya dibe. Lê mixabîn, xewnên salên rabirdû, nexweşîyên îdolojîk, ego û berjewedîyên kesayetî rê li ber demsala bêaqûbetîyê xweştir dike. Bayê kûr, bayê mirinê ji bakûr ve geş dibe. Bi giranî bandora xewa mirinê girantir dibe.
Pêwist nake em ji hevre gotinên gilover û qirase bibêjin. Pêwist nake em bi “teorîyên” heft reng cîh li hev teng bikin. Em bixwazin an nexwazin, divê em jibîr nekin gava keştî av bigire reşayî dûr û xeyal e. Derya ne qeder e, lê rastîya jiyanê ye.
Divê, em tu car ji bîr nekin bav û bapîrên me bi hezaran gotinên zêrîn gotine, rê nîşandane, şîret û tecrubeyên xwe bi me re parvekirine û weke mîratek dîrokî li pey xwe hiştine. Ev xezîna hanê weke felsefa jiyanê rûpelên nû radixe ber me.
Ez dixwazim bi çend gotinên pêşîyan derd û êşa xwe bi civatê re parve bikim. Hêvî dikim her gotinek di jiyana me de bibe pergala ronahîyê, rêbaza hişmendîya netewî û bingeha hevkarîyek neteweyî…
“Em ji xelkê re dost û yar in
Lê em ji hev re gur û mar in
Em ji xelkê re cîh û war in
Lê em ji hev re erdê sar in
Em ji xelkê re dengbêj in
Lê em ji hev re lal û gej in
Em ji xelkê re hevîr in
Lê em ji hev re kevir in
Em ji xelkê re şîr in
Lê em ji hev re şûr in “
Em ji xelkê re kakil û gûzin
Lê em ji hevre zinar û lat in
Bila dil bi dil be, tûrikê parsê li mil be.
Suwarê hespê xelkê hertim peya ye.
Ji zana bipirse, ji nezana bi tirse!
Roja we xweş û geş be, kedkarên doza netewî… Bi hişmendîya netewî tevbigerin, li ser bingeha berjewedîyên milletê KURD têbikoşin…


YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin