Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

HDP û Rewşa Nû

A+A-

HDP, di navbera salekê de çend caran xwe di ser „xendeq"an re qevizand û wek ku dua wan qebûl nebû,  bi dû van qevzên xwe de çi ji me re hişt, bê hesabe. Bêpirsiyarî, bêhelwestek hesabdanê, ev karasetek mezin û bi tehlûkeye. Cûreyek bêberpisiyarîya kirinan bi xwe ye. Yanî dema ku di qada siyasetê de hûn hebin û  xwedî hêz û soz bidin netewa xwe û ji bona piştgirîyê dengan bixwazin; divê hûn xwe ji hesabdanê re jî amade bikin. Ziman û helwesta berpirsiyarîyê jî li cem we hebe.

Lê ev helwest li cem HDPê tuneye.  Ev jî zîhnîyetek ku "ez çi bixwazim dibêjim û dikim, belê bila kesek hesab ji min nepirse, ez ji hesabpirsînê re ne vekirî me" A din jî herkes baş dizane ku bê Abdullah Ocalan û PKK, HDP ne tişteke(!) Gotina wan bi serê xwe ne hêjaye pîvazekê jî. Ji ber ku ne serbixwene û hevsarê wan di destê cîhên din de ye. Yên ku wan kirine serok û wekîl, ew dikarin di hewlekê de wan berteref jî bikin.

Di dema „şerrê xendeqan û daxwaza xweserîya demokratîk"de ez diqêrîyam û min digot ku li Bakurê Kurdistan ev enerjiya dînamîkên Kurdan û netewî, ne ji bona bidestxistinên mafê netewa Kurd; ji bona şerê îktîdara dewleta kolonyalîst î navxwe tê xerckirin. Ji Nisêbîn, Silopî, Cizîrê, Uludere, Beytûşebab, Varto, Sîlvan heta Lîce, Hani û Qulpê bûyerên ku qewimîn e ev bi xwe ne. Wek ku bi destê dijmin dar têkeve kulmozê û meqes di destê dijmin de her moza ku ji qulê derkeve, serî bêt jêkirin, bingeha provaqasyonan avadibe. Ev bajarokên Kurdistan î ku bi salan e cewherên Kurdperweriyê parastine û hinbêz ji tekoşîna rizgariya netewî re vekirine, tên hilweşandin. Dikevin bin metirsîyê û zorî koçbarkirina ku herin metropolên Kolonyalîstan dibin. Hin şerê nav hêzên iktidara dewleta kolonyalîst li Kurdistan, li ser axa kurdan dimeşe û dînamîkên netewî li Kurdistan zerarê dibînin. Kurdistan dibe qada şer. Kurdistan hildiweşe, netewa kurd koçber dibe û nirxên dewletbûnê zezarên mezin dibîne.

Lê Wekîl, serokên Şahredarîyan, Cîgir û serokên HDP bi yek devî dan dû gotinên rayedarên PKK û di kolanan de „tilîyên xwe kirin çetel",  dixistin nav çavên me û digotin „yên ku li Nisêbîn, li Sûr/Amed, Cizîr û Şirnex têk çûn AKP ye. Şerrê me serkevtî"ye(!) „yên ku piştgirîyê nade vî şerî û direve xayîne!" Bi van gotinan gaz didan tevlihevîyên bajaran û dibûn sebebê geşkirina şerr. Lê îro Serokê HDP, Salahattîn Demirtaş derketîye û bersiva Serokê KCK Cemîl Bayik dide û  dibêje: „em qebûl nakin şer derbasî bajaran bibe." Û li ser sebebê jî dom dike:
„Di ‚pêvajoka aşitîyê" de me ji hikûmetê re got 'di nav me de provakator hene û muhtemelen paralelin' û ‚me bahsa hebûna hêzek ku guh li hikumetê nake' kir"(!)

Dema ku min ev gotara Salahattin Demirtaş xwend, min di ber xwe de got „rojbaş Salahattin!" Xwedîyê kiryaran gîhan armanca xwe. Tu êdî mîna yekî ku li Xançepepek, kulmek genim di derst de û li ser banî dide wan kevokên xwe yên kedî û teqle û di ber xwe de jî ji wan re serpêhatîyên xwe yên wêrek bêje, ji me re metequlkan dibêje. Ma siyaseta Kurd eve? Tu yê bi vî haweyî berpirsiyarîya „6 milîyon dengdêr û 15 milîyon nufûs" bike?

Salahattin didomîne û dibêje:

„Di dema ku komkujî li Cizîrê pêk dihat, me ji Wezareta hundur pirsî, got ‚tiştên balkêş dibin, em nikarin bidin rawestandin". Min got 200 însan tên şewitandin û tu wek wezîr nikare bide sekinandin, divê ev bêt şopandin."(!) Gelo hat şopandin û serê şopandinê gîha Kê?

Pir partî û siyasetmedar, ronakbîr, rîhsipî û nivîskar, qenaatmendên Kurdan li henber  Îlankirina "Xweseriya Demokratîk"û „şerê xendeqan" derketin û rexne kirin. Tilî danîn ser hewdanên tevgera hêzên paramilîter yên dewleta tirk û bi dostanî ji we re, ji PKK re gotin; ev şer ne karê aqilane, vî şerî bisekinînin"(!) Rahmetîyê Tahir Elçî li ber çavê me gişan bi provakasyonek hevpar û wek şanoyê, ji ber van gotinan jiyana xwe liser kir.

Wek HDP we  li henber vê çi kir? Ji dêlva hûn guh bidin gotinên yên wek me û wek Gorbuhişt Tahir Elçî; we rabû cenazeyê Tahir Elçî jî ji bona van karesatên biqirêj bikar anî. Ma ev bû berpirsiyarî? Ma Ev bû dîtina pêşerojê û karesatên dewleta tirk li Kurdistan?

Li ser pêvajoka karên „amadekirina kaosa ji bona hewldan a leşkerî" pir tişt hatin nivîsandin. Hûn û PKK hatin îqaz kirin. Hin HDP û hin jî PKK ji van gotinan re guhê xwe girt an jî li hesabê wan nedihat û bi ser de jî digotin; „Hûn xayîn in"!

 Ev dibûn û kesek nêzî hesabdanê jî nedibû. Xwe berpirsîyar jî nedidîtin. Mina mele ku li ser mezel ji cemaatê dipirse û dibêje „we ev kes nas dikir û hûn wî çawa nas dikin?" Cemaat jî bi yek devî bibêje „rahma xwedê lê be!" û hertiş diqede..Siyaset ne wusaye û ev ne berpirsiyarîya 15 milîyon Kurd e!

Piştî „hewldan a leşkerî" rewşa Tirkan hat guhertin. Pêvajokek din destpê kir. Destpêka vê pêvajokê jî Mitînga ku li Stenbol „Yenî Kapi" hat pêşkêş kirine. We jî daxwaz kir ku hûn di nav wê girsa dest bixwîn de cîhê xwe bigirin, lê wan we qebûl nekir. Ne ku we wan Qebûl nekir!Çima? We pir xwest ku hûn di nav "ji nûve avakirin û restorekirina dewleta tirk" de cîhên xwe bigirin, lên wan got "cîhê we di nav me de tuneye, em nikarin hesab bidin şehîdên xwe"(!) HDP jî ji vê gotinê diljikestî ma! Lê HDP ti carî wek tirkan jî nebûn berpirsîyarên şehîdan!

A rastî eve:

Bi van karesatan; li Bakurê Kurdistan, serê werîsê  tekoşîna rizgarîya kurdistan ketiye destê dagirkeran û gav bi gav ji bona xurtkirina sîstema kolonyalîst û pêşîgirtina avakirina dewleta netewî a Kurd û Kurdistan ev ev enerjî tên bikaranîn. A xeter ewe ku ev cewhera vê enerjiya netewî ji rêk û edeba netew û niştimanî derketiye û bi destê tevgerek ku "dijî netewîbûnê" û "dijî dewletbûnê" vê enerjiyê ji bona xurtkirina sîstema kolonyalîst bikartîne. Wateya "Xweseriya Demokratîk" di virde xwedî rolek mezin e li henber Tekoşîna Rizgarîya netewa Kurd. Li Bakurê Kurdistan, roj bi roj ji kurdan re jiyan zahmettir û astengtir dibe, hêviya dûdirêjiya tekoşîna netewî dişkîne. Hêvîya avakirina dewletek serbixwe dişkîne. Dînamîkên netewî ji hev perçe perçe dike û dixe bin metirsîyê. Ji bona ku girseyek pir mezin ji bingeha welat biqete û koçberî metropolên kolonyalîst bibe; ev enerjiya ku bi dînamîkên netewîbûna Kurdan derdikeve holê, wek "çeka hilweşandina nirxên netewî" têt bikar anîn bi destê wê hêza ku li Bakurê Kurdistan ku enerjiya van dînamîkan di destê xwe de digire.

Hûn wek HDP û wek PKK çima van rastîyan nabînin?

Ne tenê HDP û PKK  van rastîyan nabîne, bi kirinên xwe pêşîyê jî digire û dibe asteng. Mêze bikin, bi van gotinan hûn çawa mêzêna tirkan tije dikin û daxwaza karmendîyê ji tirkan re dikin:
„Bi raya min ev fersetek mezin bû. Ku dewleta tirkan aqlê xwe têxista dewrê; fersendek sedsale li pêşîya me bû. Heger ev nehata revandin, wê Tirkîyek din derketa hole. Erdogan bi fermî ev fersend binpê kir. Fersendek dîrokî bir teslîmî türkperwer û nîjadperestan kir. Civat piştî hewdana leşkerî vekirî rû bi rûyî metirsîyan bû."

Çima? Ma karê Kurda ye ku "fersendên sedsalane" ji tirkan re û ji dewleta tirkan re bi xwîna xwe amade bikin? Ka ew girseya ku hûn dibêjin „6 milîyon dengdêr û 15 milîyon nifûs"? Ji bona wan çi di tûrikê we de heye? Wê jî ez bêjim: Mirin, kujtin, komkujî, talan, asîmilasyon, bêdewletbûn, koçberî û perîşanî, mahacirî...

Dagirkerîya tirkan û dewleta wan bi Tayip Erdogan re dest bi van kirinan nekirû ye. Pirsgirêka Kurd û Kurdistan ji emrê we û yê Tayip Erdogan pir pir kevintir e. Çareserîya vê pirsgirêkê jî di asta pirsgirêka netewî û doza xakê netewî de çareser dibe.

Parastina "aşitiyê" li Kurdistan, teslîmkirin û şikenandina dînamîkên tekoşîna rizgariya netewî bi xwe ye. Netewek ku ketibe tevdigera xurtkirina nirxên netewîbûnê, xwestinên ne "aşitî" ye(!) Serhildan û tevdigerînên wê ji bona çareserkirina mafê çarenûsî ye. Avakirin û geşkirina nirxên dewletbûnê bi xwe ye. Li ser çi esasan wê bi dijmin re "aşitî" çêbibe? Heta ku hêzên dagirkeran li seranserê Kurdistan serdestî dolivgeriya Kurdistan bin, ji dijmin "aşitî tê xwestin? Bila kes kesî nexapîne, di van şert û şûtan de, daxwaza "aşitî"yê teslîmbûna tekoşîna rizgariya Netewa Kurd bi xwe ye(!) Heger pêşiya vê neyê girtin, wê dînamîkên tekoşîna Rizgariya Netewî derbên mezin bixwin. Şer tê sekinandin, lê "aşitî" bi çareserkirina pirsgirêkê re tê.

11.08.2016

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin