BI PERSPEKTÎFEK NETEWEYÎ Û DEMOKRATÎK, ANALÎZA PARADÎGMAYA ENTEGRASYONÊ (3)
Zinar Soran
7) Çend têbinî û xalên balkêş ji “Banga Aştî û Civaka Demokratîk“
7.1) Sersebebê pirsa Kurd û Kurdistanê dewleta Tirkîyeyê ye; lê divê muhasebeya vî şerê zêdeyî 40 salî jî bi awakî objektîf bê nirxandin.
Di “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” de, Abdullah Ocalan bi awakî zelal diyar dike ku PKK hê di salên 1990î de mîade xwe dagirtibû û hebûna wê bê wate mabû:
“Di warê teorî, bername, stratejî û taktîkan de bandora rastiya pergala reel-sosyalîst a sedsalê li ser vê avabûnê çêbûye. Di salên 1990’ê de, ji ber sedemên navxweyî hilweşîna reel-sosyalîzmê, şikestina înkara nasnameyê li welat û pêşketinên azadiya ramanê bû sedem ku PKK wateya xwe biborîne û xwe zêde dubare bike. Ji ber vê yekê ew jî wekî yên din hatiye dawiya jiyana xwe û pêwîstî bi fesihkirina wê heye.„ (Banga Aştî û Civaka Demokratîk, Abdullah Ocalan)
Bêgûman, mijara şerê PKK yê ku zêdeyî 40 salî berdewam kir, mijarek taybetî û piralî ye. Divê ev mijar bi serê xwe, bi awakî berfireh û objektîf ji alîyê pispor, lêkolîner û siyasetmedaran ve bêne nirxandin û encamên pêwîst jê bê derxistin. Lê ez vê gavê dixwazim li ser daxuyanîya serokê PKK Abdullah Ocalan ya ku di vê bangê de bi awakî zelal li xwe mukur tê ku “di salên 1990î de, êdî pêwîstîya hebûna PKK bê wate mabû û xwe bi awakî bêwateyî dubare dikir”, hinekî rawestim.
Weke tê zanîn, di 15 tebaxa 1984an de, di serokatîya Abdullah Ocalan de PKKê bi armanca “Kurdistanek serbixwe, demokratîk, sosyalîst û yekgirtî” dest bi şerê çekdarî kir. Ji bo vê armancê bi dehhezaran keç û xortên kurdan beşdarî nav vî şerî bûn. Di vî şerê di navbêna dewletê û PKKê de, bi dehhezaran keç û xurtên kurdan hatin şehîd kirin, bi hezaran kesên sivîl hatin kuştin, bi milyonan kurd û kurdistanî neçar man ku ji ser erdên bav û bapîrên xwe bar bikin; li bajar, bajarokan û metropolên Tirkîyeyê bi cih bibin; di gelek waran de rûbirûyî, zilm, zordarî, birçîbûnê bibin; herweha rûbirûrîyî asîmîlasyon û jenosîda ziman û kultara xwe ya dîrokî, û dewlemend bibin. Herweha çend hezar gûnd û wargehên kurdan hatin, şewitandin, wêrankirin û kavilkirin.
Di vî şerî de, êrîşên dewleta Tirkîyeyê yên hovane ne tenê bi Bakurê Kurdistanê ve sînorkirî man. Di encamên êrîşên hovane yên dewleta Tirkîyeyê de yên bi behaneya hebûna gerîlayên PKK li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî bi hezaran ciwan, kal, pir û xelkên bêguneh hatin qetil kirin; gelek bajar, bajarok, gundewar û navçeyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê hatin dagirkirin û wêran kirin. Nişteciyên wan deran mecbûrî koçberîyê hatin hiştin, terorîst û cîhadîstên îslamîst li wan deran hatin bichkirin û demografêya gelek navçeyên Kurdistanê hatin guherandin…
Eger em encam û zerarên şerên heta salên 1990 bidin alîyekî; gelo wê kî hesabê vî bedelê mezin û fatûra giran yên şerên di navbêna dewleta Tirkîye û PKKê de yên salên 1990 û heta niha bidin? Gelo miletê Kurd di vî şerî de, çiqas bedel da û li hemberî vî bedelê giran çi bi dest xist?
Gelo di encama vî şerê malwêranî de, miletê Kurd welatê xwe ji binê dagirkerîyê rizgar kir û ew azad kir?
Em daxwaza weletatekî rizgarkirî bidin alîyekî; gelo miletê Kurd herêmek, bajarek ya jî gundekî Bakurê Kurdistanê azad kir û li ser vê xaka bav û bapîran desthilatdarîyek siyasî, azad û demokratîk ava kir?
Gelo bi kêmanî hebûna miletê Kurd û Kurdistanê bi awakî fermî hate qebûl kirin û ew weke şirîkekî damezrêner yê dewletê hate qebûlkirin?
Gelo zimanê kurdî weke zimanekî fermî û perwerdeyê hate naskirin; asîmlasîyon û jenosîda li ser ziman û kultura kurdî hate rakirin?
Gelo dewleta Tirkîyê mecbûr hate hiştin ku wan şert û mercên xwe yên danîne ser peyman û qanûnên navneteweyî rakir û ew bi cih anî?
Bi kurtayê, gelo vê dewleta dagirker û kolonyalîst, di encama vî şerê zêdeyî 40 salî de kîjan mafên neteweyî, demokratîk, kulturî û mirovî yên herî ji rêzê yên miletê Kurd û kurdistanîyan qebûl kir û ew xiste jiyanê?
Bêgûman sersebebê esasî yê hebûna pirs û pisgirêka miletê Kurd û Kurdistanê û vî şerê malwêranî û hovane dewleta Tirkîye bi xwe ye. Lê alî û berpirsiyarekî vî şerî jî serokê PKK Abdullah Ocalan û PKK ye. Ji xwe Abdullah Ocalan jî di “Manîfstoya Aştî û Civaka Demokratîk“ de diyar dike ku ew berpirs û alîyekî vî şerî ne û loma jî divê mixetabê dewleta Tirkîyeyê jî ew bi xwe bin:
“Encamê ku em dikarin ji vê derxînin, `ancax yên ku şer dikin dikarin lihevdû werin`. Ango ne hêzên duyem û sêyem, ne hêzên navbên û mutefîq, ancax yên berpirsîyarîya şer li ser milên wan in dikarin berpirsyartîya bidin ser milên xwe. Ji ber ku aştî bi qasî şer meseleyek cidî û girîng e. Û berpirsiyartîya pirsek weha girîng, tenê yên ku di dereceya yekem de berpirsiyar in dikarin bigrin ser milên xwe.... yên ku şer dikin dikarin aştîyê pêk bînin. Mixetabên din ne di wê hêza ku bikaribin aştîyê pêkbînin de ne.
Ew di rêza duyem de ne ya jî alîgir in. Însiyatîfa esasî ya kesên pêşengîya vî karî dikin bi xwe ye...“ (Serxebûn, hejmar 521, gulan 2025)
Bêgûman mixatab û berpirsîyarê rawestandina vî şerî û danîna çekan, dewleta Tirkîye; Abdulah Ocalan û PKK ye. Lê eger “însîyatîf û berpirsiyarîya esasî yên alîyên şer dewleta Tirkîye û PKK” bin; wê gavê divê herdu alî berpirsiyarîya encama vî şerê jî bigrin ser milên xwe; muhasebe û hesabê vî şerî jî bidin gelên Kurdistanê û Tirkîyeyê.
7.2) Abdullah Ocalan pirsa miletê Kurd û Kurdistanê, weke pirsa miletekî bindest û welatekî dagirkirî pênase nake.
Pirsa miletê Kurd û Kurdistanê, pirsek neteweyî, demokratîk, civakî û mirovî ye. Pirsa mafê çarenivîsa miletekî bindest, welatekî dagirkî û dabeşkirî ye. Lê Abdullah Ocalan di “Banga Aştî û Civaka Demokratîk“ de, pirsa miletê Kurd û Kurdistanê, weke pirsa miletekî bindest û welatekî dagirkirî nabîne; ew vê pirsê, weke pirsa mafên neteweyî, demokratîk û kulturî yên miletê Kurd û kurdistanîyan jî pênase nake. Berevajîyê wê, ew mafên miletê Kurd yên neteweyî û kulturî weke “netewepestîya tundî“ destnîşan dike:
“Netew-dewletên cuda, federasyon, xweseriya îdarî û çareserîyên kulturalîst ku encama pêwîst a neteweperestîya tund in, nikarin ji sosyoloiya civaka dîrokî re bibin bersiv.“
Abdullah Ocalan dixwaze pirsa miletê Kurd û Kurdistanê di nav sînorên “Komara Demokratîk ya Tirkîyeyê“ de sînordar û hefs bike.
Bêgûman; weke her miletekî bindest, mafên miletê Kurd jî heye ku bi awakî azad û demokratîk “qedera xwe bi destê xwe tayin bike”. Ev mafekî herî xwezayî ye û li gorî biryar û hiqûqa Yekitîya Neteweyan jî mafekî herî rewa ye. Di warê mafê çarenivîs û awayê çarenivîsa xwe de jî yê ku biryara dawî bide, miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê ne. Ne kesek, ne jî partîyek bi serê xwe nikare di vî warî de li ser navê miletê Kurd û kurdistanîyan biryarê bide; mafên miletê Kurd yên bingehîn û rewa tune bihesibinî û wan mafên di binê “îpotekan“ xîne.
Di warê mafê qedera xwe tayinkirina azad û demokratîk de, nimûneya “Referandûma Serxwebûna Kurdistanê“ ya ku di 25ê îlona 2017an de li Başûrê Kurdistanê pêk hat, nimûneya herî zindî û dîrokî ye. Di vê referandûmê de, teva hemû zext û guvaşên dewletên dagirker û kolonyalîst; teva pirs û pirsgirêkên navxweyî yên nava hêz û partîyên Başûrê Kurdistanê û teva lidijderketina hinek dewletên ku weke piştgirên doza Kurdistanê dihatin dîtin; miletê Kurd û pêkhateyên kurdistanê bi awakî azad û demokratîk çûn ser sindoqan û bi rêjeya %93an ji bo serxwebûna Kurdistanê gotin ERÊ!
Ew kesên piştgirîya vê tespîta ku dibêje “Netew-dewletên cuda, federasyon, xweseriya îdarî û çareserîyên kulturalîst ku encama pêwîst a neteweperestîya tund in, nikarin ji sosyoloiya civaka dîrokî re bibin bersiv.“ dikin, ya jî di vî warî de bêdeng dimînin; divê carek din li ser vê daxwaz, helwest û îradeya miletê Kurd û kurdistanîyan ya “Referandûma Serxwebûna Kurdistanê” bi hûrgilî bifikirin!
7.3) Çekdanîn û fesixkirina PKKê
Di “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” de, xalek girîng jî daxwaza Abdullah Ocalan ya di warê çekdanîn û fesizkirina PKKê ye. Abdullah Ocalan di vê bangê de dibêje ku di van şert û mercên îro de, êdî hebûna PKKê û şerê çekdarî dem û mîadê xwe dagirtiye û bê wate maye. Wî bang li PKKê kir ku kongerya xwe bicivîne, biryara danîna çekan bigre û xwe fesih bike:
“Banga ku Birêz Devlet Bahçelî kir, îradeya ku Birêz Serokkomar nîşan da û nêzîkatiyên erênî yên partiyên din ev pêvajo ava kir û ez jî di vê pêvajoyê de banga çekdanînê dikim û berpirsyariya dîrokî ya vê bangê hildigirim ser milên xwe. Çawa ku her civak û partiya hemdem ku hebûna wê bi darê zorê nehatîye bidawîkirin, hûn jî bi dildarî Kongreya xwe bicivînin û biryaran bistînin; divê hemû kom çekên xwe deynin û PKK xwe fesih bike...“
Banga Abdulllah Ocalan ya di warê “çekdanînê“ de, bi awakî giştî ji alîyên partî û rêxistinên siyasî, dezgehên sivîl, civakî û raya giştî ya kurdan ve bi êrênî hate pêşewazî kirin. Herweha ev bang ji alîyên gelek dewletan jî weke gavek erînî hate dîtin. Ji bo ku li jor min bi kurtayî behsa zerar, ziyan û bedelê vî şerî kirîye, ez naxwazim li vê derê vê mijarê dubare bikim.
Weke tê zanîn; di van 15-20 salên dawî de ji dervî çend çalakîyên xwekujîyê, çalakîyên çekdarî yên PKK li Bakurê Kurdistanê pêk nehatîye. Ango şerekî çekdarî li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê nemaye. Gerîlayên PKK bêtir li navçeyên Qendîlê, Başûrê Kurdistanê bi cih bûne û dem dema di nav wan û hêzên Başûrê Kurdistanê de şer û pevçûn çêbûn. Di van şer û pevçûnan de gelek kurd hatin kuştin û gelek kurd jî neçar man ku dev ji gund û warên xwe berdin û koç bikin. Ji alîyê din jî dewleta Tirkîyeyê bi behaneya hebûna PKKyê bi berdewamî operasyon û êrîşên leşkerî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê pêk anîn. Di encama van êrîşên hovane de gelek kurd hatin şehîd kirin; gelek gund û herêm hatin wêran kirin. Herweha dewleta Tirk gelek navçeyên Rojava û Başûrê Kurdistanê jî dagir kir û kurdên wan deran neçar man ku koçber bibin. Loma jî teva ku mirov nikare bawerîya xwe bi dewleta Tirkîyeyê bîne; çekdanîna PKK dikare hinek behaneyên dewleta Tirkîyeyê ya operasyonên leşkerî yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê asteng bike.
Lê divê mirov pêvajo û prosesa çekdanîna PKK , plan, armanc û siyaseta dewleta Tirkîyeyê ji nêzîk ve taqîb bike. Di vî warî de du pirsên girîng derdikeve pêş ku divê mirov li ser raweste. Gelo gava PKK çekan dînê û li hemberî Dewleta Tirkîyeyê dev ji şerê çekdarî berde, wê dewleta Tirk leşkerên xwe ji Başûrê Kurdistanê vekşînin? Gelo gava pêvajoya çekdanînê ya di navbêna dewleta Tirkîye û PKKê de bi dawî were; wê PKK jî hemû hêzên xwe yên leşkerî ji Başûrê Kurdistanê derxîne û wê rêzê li desthilata Dewleta Federe ya Herêma Kurdistanê bigre? Gelo Abdullah Ocalan vê xweşbînî û toleransa li hemberî dewleta Tirkîyeyê, Bahçelî û Erdogan nîşan dide, wê li hemberî Hukûmeta Herêma Kurdistanê, rêzdar Barzanî û Telebanî jî nîşan bide? Ji ber ku di beyanên Ocalan de şopên berevajîyê vê yekê têne dîtin:
“Li ser navê min ji Barzanî û Tabanî re vê mesajê bişînin ku `ev pêjoya ku me bi Komara Tirkîyeyê re dest pê kirîye, em dixwazin bi we jî re dest pê bikin` û hevdîtineke hazirîyê pêk bînin. Lê divê ew bi min re hevdîtinê bikin, ew we ciddî nagrin. Ji bo ku ez muzakerevanên serekî me, divê ez bi wan re rûnim.
Ezê bi wan re peymanekê çêbikim. Ev peyman, wê peymana aştî û demokrasîyê be. Li gorî vê peymanê wê çek bêne danîn. Divê êrîş nekin, dorpêç nekin, eger çiprîskekê dahî li me xin, ezê dest bi şerê wan bikim. Ezê bi xwe pêşengîya vî şerî bikim. Eger nêzîkahîyek şaş çêbibe, ezê dev ji şerê bi Tirkîyeyê re berdim, bi wan re şer bikim.” (Protokola Heyeta Îmaralîyê ya bi Abdullah Ocalan re. 30-05-2025)
8) Kongreya 12an ya PKK û “Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk“
Piştî banga Abdullah Ocalan ya 25ê sibata 2025an ku di 27ê sibata 2025 de bi raya giştî re hate parve kirin; di 5-6ê gulana 2025an de, PKK li Başûrê Kurdistanê Kongreya xwe ya 12an li darxist. Di vê Kongreyê de, PKKê li gorî bang û dîrektîfa Abdullah Ocalan biryara çekdanînê da û xwe fesix kir.
Serokê PKK Abdullah Ocalan di 27ê nîsana 2025an de teva nameyekê, nivîsek dirêj bi navê
“Perspektîf ji bo Kongreya 12an“ şand kongreyê. Dûre ev nivîs bi hinek guherandinan weke
“Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk“ hate weşandin. Di vê nameyê de Abdullah Ocalan nerînên xwe yên li ser pêwîstîya fesixkirina PKKê, dawîlêanîna têkoşîna çekdarî, devjêberdana daxwaza netewe-dewletê, pradîgmaya “civaka demokratîk, siyaseta demokratîk û dadwerîyê“ dubare dike:
“Di rastîya xwe de, ji bo ku temenê xwe temam kirîye, divê PKK bi awakî resmî bê fesix kirin...
Pêwîstiya devjêberdana têkoşîna çekdarî ya li ser stratejîya netewe-dewletê, ber bi guherandina bernameya civaka demokratîk, siyaseta demokratîk û dadwerîyê, derdixîne holê. Li hemberî vê, em dikarin mafên siyaseta demokratîk û ewlekarîya hiqûqek giştî bibînin.
Ji bo ku di hemû awayên hevdîtin û pêwendîyên bi dewletê re resmîyeta PKK nayê qebûlkirin û weke unsûreke girîng dikeve rojeve, fesix pêwîst e...“ (Serxebûn, hejmar 521, gulan 2025)
8.1 Dewlet ji bo tirkan, ereb û îranîyan adet e, lê ji bo kurdan qebhet e!
Têgeha “netewe-dewletê“ ango dewleta neteweyî û gotûbêjin li ser vê mijara ne tiştekî nû ye. Ev mijar bi perspektîvên Abdullah Ocalan jî dest pê nekirîye. Gotûbêjên li ser vê mijarê xwedîyê dîrokek gelekî kevn e. Ev mijar piştî Şoreşa Fransayê ya 1789an û avakirina Komara Fransayê destpêkirîyê û heta îro jî bi awayên cûr be cûr berdewam dike. Heta niha gelek lêkolîner, nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedaran li ser vê mijarê gelek berhem û tezên doktarayê nivîsandine. Îro li dinyê zêdeyî 200 dewletên resmî hene ku hinek alîyê wan dişibin hevdû û hinek alîyê wan jî cûda ne.
Abdullah Ocalan ji bo li her çar perçeyên Kurdistanê li li dijî mafê dewletbûna miletê Kurd û Kurdistanê bi kar bîne, têgeha “netewe-dewletê“ li gorî xwe şîrove dike û şolî dike. Loma jî divê bi kurtayî be jî em li ser vê mijarê rawestin.
Abdullah Ocalan di bang, daxwiyanî û “Manifestoya Aştî û Civaka Demokratîk“ de bi awakî eşkere miletê Kurd weke miletekî bindest û perçekirî; Kurdistanê jî weke welatekî dagirkirî û dabeşkerî pênase nake. Ew mafê herî rewa yê “qedera xwe tayinkirinê“ ji bo miletê Kurd naxwaze û mafên miletê Kurd yên neteweyî bi hinek têgehên naveroka wan ne zelal û utopîk şolî dike. Di belgeyên Kongreya 12an de, paradîgmaya Abdullah Ocalan ya di warê “çareserîya pirsa Kurd“ de weha hatiye dubare kirin:
“Ew, perspektifa Civaka Demokratk, Welatê Hevbeş, weke hîmên damezrîner yê gelên Kurd û Tirkan dibîne; perspektîfa Komara Tirkîyeya Demokratîk û têgihîştina Neteweya Demokratîk, weke çarçeweya çareserîya pirsa Kurd dibîne û diparêze...“ (Serxebûn, hejmar 521, gulan 2025)
Abdullah Ocalan weke ku“teorî û îcadeke nû“ peyda kiribe, li ser bingeh û dijayetîya “netewe-dewletê“ ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê, herweha ew ji bo perçeyên din yên Kurdistanê jî bi tundî li dîjî avakirina dewletek serbixwe, federal, konfederal ya jî otonomîyê radiweste. Ji bo vê armancê jî ew hewl dide ku di vî warî de îdeolojî û teorîyên bêbingeh û têgehên utopîk biafirîne:
“Netewe-dewlet ji kapîtalîzmê xizmet kirîye. Û ev model modelekî kapîlast e. Sedemê hûrbûna me ya li ser îdeolojîya Sosyalîst û hewildana me ya ji bo demokratîzekirina wê ev e... Netew-dewlet weke karekterîstî desthilatperestî ye...
Netewe-dewlet li dijî sosyalîzmê ye, wê dejenere dike. Ji ber vê yekê, me hem fikir û remana netewe-dewletê û hem jî armanca wê serûbinî hevdû kir. Di şûna wê de, me got neteweya demokratîk.
“Netew-dewletên cuda, federasyon, xweseriya îdarî û çareserîyên kulturalîst ku encama pêwîst a neteweperestîya tund in, nikarin ji sosyolojiya civaka dîrokî re bibin bersiv.“
“Mao dibêje ku `desthiltdarî di serê lûla tifingêde ye`. Di serê lûla tifingê sosyalîz nayê avakirin, di serê lûleya tifingê de dewlet tê avakirin, netewe-dewlet tê avakirin ku vê ya jî îflas kirîye.“
Abdullah Ocalan bi van teorî, perspektîf û paradêgmayên utopîk, hewil dide ku mafên miletê Kurd û pêkhateyên kurdistanê yên neteweyî û demokratîk; mafê qedera xwe bi destê xwe tayinkirine; mafê avakirina dewletek serbixwe şolî bike û tune dihesibîne. Ew dixwaze bi hinek têgehên utopîk û xav ku naverokên wan ne zelal yên weke “Komara Demokratîk“, “Civaka Demokratêk“, “Welatê Hevbeş“, “Neteweya Demokratîk“, “Komara Tirkîyeya Demokratîk“, “Konfederalîzma Demokratîk ya Rojhilata Navîn“ miletê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê “entegreyî“ dewletên dagirker Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîyeyê bike. Bi vî awayî miletê Kurd “kedî“ bike û statukoya wan dewletên dagirker û kolonyalîst biparêze:
“Rêber Apo dema berî Peymana Lozanê û Qanûna esasî ya 1924na ku bûye sedemê pirsgirêkên pêwendîyên Kurd û Tirkan, weke referens digre û perspektîfa Welatê Hevbeş, weke hêmên damezrîner yên gelên Kurd û Tirkan dibîne; perspektîfa Komara Tirkîyeya Demokratîk û têgihîştina Neteweya Demokratîk, weke çarçeweya çareserîya pirsa Kurd dibîne û diparêze...“ (Serxebûn, hejmar 521, gulan 2025)
Li gorî perspektîfên Abdullah Ocalan, netewe-dewlet nikare bibe mekanîzmeyek çareserîya pirs û pirsgirêkan. Dewlet nakokî, pirs û pirsgirêkan diafirîne; weke encamê neteweperestîya tund dewlet nikarin ji sosyoloiya civaka dîrokî re bibin bersiv.
Eger “netewe-dewlet bersîva sosyolojîya civaka dîrokî nade” ji bo çi Abdullah Ocalan li dijî netewe-dewleta tirk, ereb û farisan dernakeve?
Ji bo çi ew dixwaze li van dewletan jî pêvajoyên weke “pêvajoya” li Tirkîye dest pê bikin û miletê Kurd “entegreyî“ wan dewletan bibe?
Eger “netewedewlet bersîva sosyolojîya civaka dîrokî nade”, ji bo çi îro li Cîhanê 212 dewlet hene?
Hinek ji van dewletan, nifûsa wan ji milyonekê kêmtir in. Weke nimûne, Luxembûrg, Malta, Andora, Dominika, Monako û hwd. Ji 212 dewletan 193 dewlet endamên Yekitîya Neteweyan in û li ser çarenivîsa bûyer û pêşhateyên dinyayê; herweha li ser çarenivîsa miletê Kurd jî biryaran didin. Li Kurdistanê nifûsa kurdan zêdeyî 50 milyonî ye, lê ew ne xwedîyê dewletek serbixwe ye. Kurdîstan weke welat û kurd jî weke miletekî serbixwe di Yekitiya Neteweyan de nayê temsîl kirin û mafê wî yê dengdanê tuneye.
Gelo, gava li Cîhanê ewqas dewlet hebin û gelek ji wan dewletan nifûsa wan kêmî milyonekê bin, ji bo çi mafên dewletbûnê ji bo miletê Kurd û kurdistanîyan “bersîva sosyolojîya civaka dîrokî nade”?
Divê vêya baş bê zanîn ku eger miletê Kurd û kurdistanî li ser axa bav û bapîrên xwe yên qedîm bi awakî rasteqîn nebin xwedîyê statuyek siyasî û nebin desthilatdar, “ew dê nikaribin goristanên xwe dahî biparêzin“!
Teorî û perspektîfên xeyalî û utopêk yên Abdullah Ocalan yên di warê dijîtîya netewe-dewletê de, ne tenê bi pirs û pirsgirêkên Tirkîye û herçar perçeyên Kurdistanê ve sînorkirîye. Ew dixwaze “kirasekî navneteweyî“ ji van “teorî û perspektîvên“ xwe yên xeyalî û utopîk bidirû; ji pirs û pirsgirêkên Rojhilata Navîn, Filistîn û Îsraîl, sosyalîzmê, Yekitîya Neteweyan re jî “teorî û perspektîfên nû“ biafirîne û ji wan pirs û pirsgirêkan jî re çareserîyan pêşkêş bike:
“Min dev ji netewe-dewletê berda. Sosyalîzm bi şer nayê avakirin. Bi pêknîna civaka demokratîk dikare ava bibe. Ezê di pêş de kîtaba wê binivîsim...
Perskektîfa dema me ya nû netewa demokratîk, aborîya ekolojîk û li ser bingehê komunalîzmê ji nû ve avakirina civatê ye... Civaka demokratîk programa siyasî ya dema nû ye. Armanca wê ya dewletê tuneye...
Wê encamên vê pêvajoyê ne tenê herîmî bin, dê encamên wê yên enternasyolaîstî jî hebin. Pêwîstîya Konfederalîzma Herêmê weke pêwîstîyek misoger derdikeve pêş. Dermanê jahra şerê Îsraîl û Filîstînê, şerên mezhebî, nakokîyên netewe-dewletî, Konfederalîzma Demokratîk e.
Yekitîya Neteweyan ya ku li ser bingehê netewe-dewletan hatiye avakirin îflas kirîye. Di şûna wê de, dikare Yekitîya Netweyan ya Demokratîk bê bicihkirin. Ne tenê netewe-dewlet, divê neteweyên ne dewlet in jî di nav de cih bigrin. Li Tirkîyeyê, bilêvkirina `Dinya ji pêncan mezintir e` gotinek girîng e...
Bêgûman şaşîyên tevgera Filistîn çêbûn. Rêgez û prensîpa çareserîya netewe-dewletîyê, rikeberîya çareserîya li ser esasê du dewletan, di dîmenê Xezayê de dawî li filistînîyan anî. Çawa ku di salên 90î de li Moskovayê dawî li sosyalîzma netewe-dewletê bi dawî hat; netewe-dewletîya utopîya îslamî li Xezayê bi dawî bû. Li Tirkîyeyê jî CHP, yanî îdeolojîya Kemalîst ji salên 90î û vir ve di netewe-dewletîya hişk de îsrar dike, qedîya. Ne ji Sovyetê û Çînê ba, wê Îran ji zûde biqedîya. Dewletên din yên ereban bi petrolê dijîn...
Bi kurtayî; rengvedana vê modelê li herîma Rojhilata Navên, dikare bi `Yekitîya Neteweya Demokratîk ya Rojhilata Navîn` ya jî `Konfederalîzma Demokratîk ya RojhilaNavîn` bê formulekirin...“
Bi kurtayî; li gorî teorî, îdeolojî û perspektîvên Abdullah Ocalan, eger em gotina “Demokratîk“ bînin pêşîya pirs û pirsgirêkan, em dê bikaribin wan pirs û pirsgirêkan çareser bikin! Weke nimûne, ne Komara Tirkîyeyê, “Komara Demokratîk ya Tirkîyeyê“; ne Sosyalîzm, “Sosyalîzma demokratîk“; ne netewe-dewlet, “neteweya demokratîk“; ne civat, “civata demokratîk“; ne Yekitîya Neteweyan, “Yekitîya Neteweyan ya Demokratîk“ û bi vî awayî em dikarin lîsteyê dirêj bikin!
Weke tê zanîn, dewleta Tirkîyeyê li ser esasê înkar, îmha û asîmlasîyona miletê Kurd û pêkhateyan û weke dewletek dagirker û kolonyalîst hatiye avakirin. Ev zêdeyî 100 salî ye jî vê siyaseta xwe dididomîne. Qanûna Bîngehîn ya vê dewletê jî li ser stûnên “yek milet, yek dewlet, yek al û yek zimanî; li ser esasê welatê Tirk, hebûna wî ya ebedî û yekparetîya Dewleta Tirk ku nayê perçekirin” hatiye damezrandin. Ev stûn û easên ku Qanûna Bingehîn li ser hatiye avakirin nayên guherandin û heta gotûbêj dahî li ser wan nayên kirin.
Bi dewletek weha dagirker û bi siyasetek weha nîjadperest ku karbidestên wê tehamul nakin dayiyek kurd li “Komîsyona Piştgirîya Neteweyî Biratî û Demokrasîyê.“ bi kurdî bipeyive, dê çawa “Komarek Demokratîk Ya Tirkîyeyê” bê ava kirin, bi serê xwe mijara gotûbêjek taybetî ye.

