Li Îranê Piştî Kuştina Jîna Amînî Heta Niha Çi Qewimîn?

Li Îranê Piştî Kuştina Jîna Amînî Heta Niha Çi Qewimîn?

.

A+A-

Desthilatdarên Komara Îslamî ya Îranê rûbirûyê mezintirîn xwepêşandan salên borî ne, piştî kuştina keça Kurd Jîna (Mahsa) Amînî ya 22 salî, di dema ku ew li Tehranê ji alîyê polîsên exlaqî desteserkirî bû.

Ji dema desteserkirina Jîna Amînî û heya niha dem û rêza bûyeran bi wî rengîye :

13 Îlon – Jîna Amînî ya ji bajarê Saqiz ya li eyaleta Kurdistanê ya Îranê ji ber “ lixwekirina cil û bergên ne guncaw” li Tehrana paytexta Îranê ji alîyê polîsên exlaqî ve hat desteser kirin.


16 Îlon - Amînî piştî ku ketibû komayê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Polîsê Îranê dibêje ku piştî bo "perwerdehîyê" wan Amînî birine navenda hêzên ewlekarîyê (qereqol), wê krîza dil derbaz kiriye.

Lê, malbata Amînî dibêje ku li ser lingên wê birîn hebûn û ew polîs ji mirina wê berpirsîyar dibînin.

Serokomar Îbrahîm Reîsî daxwaza lêpirsînê kir. Xwepêşandan li ser medya civakî û li kolanan destpê kirin.

17 Îlon - Di merasîma binerdkirina Amînî ya li bajarê Saqizê li Kurdistanê de xwepêşandan hatin darxistin.

Hêzên ewlehîyê dijî xwepêşanderan gaza hêsir bi kar anîn. Xwepêşandan li paytexta eyaletê belav bûn. Dirûşmên "mirin bo dîktator" dihatin bihîstin, hin jinan çarşefên xwe jixwe dikirin.

18 Îlon - Xwepêşandan li serenserî Îranê belav bûn. Bi sedan kes li derdora Zanîngeha Tehranê kom dibûn û dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” diqîryan.

19 Îlon - Li bajarên Reşt, Meşhed, Îsfehan û Tehranê xwepêşandanên girseyî pêk hatin û di navbera hêzên ewlehîyê û xwepêşanderan de pevç ûn derketin.

Rexistina mafên mirovan ya Kurd Hengaw ragihand ku li bakurê rojava – eyaleta Kurdistanê - çend kes ji alîyê hêzên ewlekarîyê hatine kuştin.

Amerîka banga hesabpirsîna ji berpirsîyarên mirina Amînî kir, "piştî birînên ku di dema desteserkirin polîsan de pêk hatin".

20 Îlon - Xwepêşandan zêdetir belav bûn. Di hewlekê bo kêmkirina alozîyan, alîkarekî rêberê olî Ayetullah Elî Xamineyî ragihand ku wî bo sersaxiyê serdana malbata Amînî kiriye û peyama Xamineyî ya xemginîyê êşkeş kiriye.

Karbidestekî Îranê jiber kuştinên li Kurdistanê komên terorîst tawanbar kir.

21 Îlon - Îranê giheştina platformên medya civakî Instagram û WhatsApp asteng kir.

Çavkanîyên fermî heşt kuştîyên di xwepêşandanan de piştrast kirin, di nav wan de endamekî polîs û endamekî Basîc, milîseke tundrew ya dilxwaz ku piştgirîya Komara Îslamî dike.

Xamineyî goateke pêşkeş kir lê wî behsa xwepêşandanan nekir.

22 Îlon - Xwepêşanderan li Tehran û çend bajarên din navendên hêzên ewlekarîyê û meşînên polîsan şewitandin.

Serokkomar Îbrahîm Reîsî got ku "kiryarên kaosê" nayên qebûlkirin.

Wezareta Îstixbaratê hişyarî da ku beşdarbûna xwepêşandanan neqanûnî ye.
Amerîka dijî polîsên exlaqî yên Tehranê tole ragihand.

23 Îlon - Komara Îslamî li gelek bajaran meşên bo piştgirêya dewletê rexistin kir û meşvanan banga darvekirina xwepêşanderan kirin.

Artêşê hişyarî da ku bo lawazkirina Komara Îslamî "stratejîyeke şeytanî" tê bi kar anîn û soza bersîva bi pîlanên curbicur yên dijminan da.

Televîzyona dewletê ragihand ku hejmara kuştîyan giheştiye 35 kesan.

24 Îlon – Nobedarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) opozîsyona çekdar ya Kurdên li Îranê bi beşdarbûna xwepêşandan tawanbar kir û piştre êrîş bir ser bingehên wê yên li herêma Kurdistanê ya li bakurê Îraqê.

Serokkomar Îbrahîm Reîsî got ku divê Îran bi biryardarî bersva xwepêşandanan bide.
Televîzyona dewletê ragihand ku hejmara kuştîyan giheştiye 41 kesan.

25 Îlon - Medya Îranê ragihand ku wezareta derve ya Îranê gazî balyozên Brîtanya û Norwêcê kiriye, jiber ku ew ‘destwerdanê’ dikin û ew ragihandina dijminane ya medya yên ser xwepêşandanên li serenserî welêt.

26 Îlon - Tehranê, Washington bo têkbirina aramîya Îranê, bi karanîna xwepêşandanan tawanbar kir.

27 Îlon - Li dehan bajaran di navbera hêzên ewlehîyê û xwepêşanderan de pevçûn derketin.

Tevî givaştinan, li ser medya civakî weşandina dîmenên ji hundirê Îranê berdewam kir ku xwepêşanderan dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" diqîryan, dema ku jinan çarşef, berrûk û serpoşkên xwe ji xwe dikirin û dişewitandin.

28 Îlon - IRGC pirtir êrîş bir ser bingehên opozîsyona Kurd yên li bakurê Îraqê, ku li gor ragihandinên fermi herî kêm 14 kes zarokek hatine kuştin.

Çavkanîyên Kurd yên li Îraqê ragihandin di êrîşên dronî de herî kêm 10 bingehên opozîsyona Kurd yên li Îranê hatine armanc kirin.

Reîsî got ku mirina Amînî her kesekî li Komara Îslamî "xemgîn" kiriye, lê hişyarî da ku "kaos" nayê qebûlkirin.

29 Îlon - Rexistina Mafê Mirovan ya Îranê ku navenda wê li Norwêcê ye, ragihand ku herî kêm 83 kes di nav wan de zarok jî di xwepêşanan de hatine kuştin.

Komîteya Parastina Rojnamevanan dibêje, hatiye zanîn ku hêzên ewlehîyê herî kêm 28 rojnamevan girtine.

30 Îlon - Televîzyona dewletê got ku mîlîtanan li bajarê Zahedan navendeke polîsan gulebaran kirine û ew bûye sedema pevçûneke.

Televîzyonê herwiha ragihand ku 19 kes hatine kuştin ku IRGC got çar hêzên wê û Besîc hatine kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan ya Îranê ku navenda wê li Norwêcê ye, piştre hejmara kuştîyan wek 40 kesan dîyar kir.
R

êxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) dîyar kir ku, wan nasnameyên 52 kesan pênase kiriye, yên ku ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve di tepeserkirinên di navbera 19 û 25’ê Îlonê de hatine kuştin, ku piraniya wan bi guleyên rastîn hatine kuştin.

1 Cotmeh - Li bajarên wekî Tehran, Îsfehan, Reşt û Şîrazê xwepêşandan berdewam kirin.

Her wiha li Washington, London, Roma, Madrîd, Stenbol û bajarên din yên derveyî Îranê jî bo piştvanîya xwepêşanderên li Îranê meş hatin darxistin û hinek jinan porên xwe jê kirin.

2 Cotmeh - Li zanîngehên liseranserî Îranê xwepêşandanên xwendekaran derketin pêş. Li zanîngeha Şerîf ya Tehranê, di navbera polîsên ûxwendekaran re pevçûn derketin.

Mafên Mirovan ya Îranê ragihand ku heta niha li seranserê Îranê 133 kes hatine kuştin.

3 Cotmeh - Di axaftina yekê ya ser xwepêşandanan de, Rêberê olî Ayetullah Alî Xamineyî bo hêzên ewlehîyê piştgirîya xwe tam dîyar kir.

Xamineyî got ku mirina Amînî "dilê min ji kûr ve şikand". Wî bi berdewamî ew wek "bûyereke tal" bi nav kir û got ku rûdanên

Wek bersîva Xamineyî, Îranîyan li gelek bajaran dirûşmên "Em guhertina rejîmê dixwazin" û "mirin ji Xamineyî re" qîrîyan.

4 Cotmeh - Serokê Amerîka Joe Biden ragihand ku wê hemberî karbidestên Îranê ku ji tundîtûjiya dijî xwepêşandaran berpirs in toleyan ragihîne.

Serokkomar Reîsî li parlemenê banga yekîtîya neteweyî kir û got ku xwepêşandanên didomin planeke dijminên Îranê ne.

Çavkanî: VOA Kurdî

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin