Kî û çi wê Iraqê rizgar bike?

Kî û çi wê Iraqê rizgar bike?

.

A+A-

Adil Baxewan / Rûdaw

Li dewletekê ku li ser çarçoveyek qanûnî ya tekûz hatibe avakirin ku têkiliyên hêzê di nav pêkhateyên cuda yên civakî de organîze dike, hilbijartin wek diyardeyeke demokrasiyê tê dîtin û kêm caran guman li ser nirx û rola wê ya navendî tê kirin.

Li dewleteke piştî şer, gelek caran hilbijartin ne tenê ne çareseriyeke aştîxwaz a sistkirina nakokiyan e, lê sedema sereke ya tîrkirina wan e jî, xasma dema ku encamên wan dibin mijara dubendî û nakokiyên kûr. Ev jî wisa dike ku hilbijartin li pêşiya avakirina civakê li ser çanda demokrasiyê bibin kelem.

Lewra, em bi arîşeyeke bingehîn re rûbirû ne: Di rewşa dewletên piştî şer de û dema diçin nav proseya derbasbûna ber bi demokrasiyê ve, eger di lidarxistina hilbijartinan de lezgînî were kirin û ger hilbijartin bi tena serê xwe bibe armanceke bilind, girîmaneya berfirehbûna nakokiyan û bilindbûna astên veqetînan lap xurt dike.

Lê di heman demê de, ger bi çend hêncetên cuda ji pêwîst zêdetir were lipaşxistin, dê careke din civakê rûbirûyî girîmaneya herdemîkirina rewşên demkî bike û çarçoveyên awarte bike asayî û ev jî dê bê guman proseya derbasbûna ber bi demokrasiyê ve astengdar bike.

Li navbera 2003 heta 2022 li Iraqa piştî şer, gelek caran hilbijartin sedema sereke ya dorfirehbûna derz, dubendî û rûbirûbûnên siyasî û civakî bûn. Pêşî li navbera her sê pêkhateyên mezin yên şîî, sunî û kurdan. Bi radeyekê ku her hilbijartinekê sînorê navbera pêkhateyan tîrtir kirine û ew bêhtir ber bi otonomiyê birine; otonomî wek bêbaweriyeke pir mezin li hember hevdî.

Paşê hilbijartin tê û derzan vediguhêze nav pêkhateyan bi xwe jî. Bi radeyekê ku êdî dîtina ziman, berjewendî, sembol, xewn, bendewarî û girewên hevpar li navbera lîstikvanên siyasî di nav pêkhateyan de jî dibe karekê herî dijwar.

Kî dikare ji wê yekê guman bike ku derza navbera bloka Sedrî û bloka Çarçoveya Hemahengiyê ne li heman asta derza navbera kurd û şîeyan be, heke ne zêdetir be jî! Kî dikare ji wê yekê guman bike ku derza navbera PDK û YNKê ne li heman asta derza navbera sunî û şîeyan be, heke ne zêdetir be jî!

Piraniya deverên ku ji wan re tê gotin welatên piştî hevrikiyê (post – conflict) gava digihin van qonaxên hestyar tavilê dabaşa pirsa reforma sîstemê û sererastkirina destûrê dikin û wisa bawer dikin ku çareseriya tikîtenê ya derketina ji kolanên girtî û kirîzên kujer reforma sîstemê û sererastkirina destûrê ye. Lê di rastiyê de ev bi tenê wehma elîteke şikestî ya rewşa piştî hevrikiyê ye. Baştirîn destûra cihanê, eger neyê cîbicîkirin dê bi tenê nola parçe kaxezeke bêkêr û bêwate bimîne.

Dibe ku destûra niha ya Iraqê yek ji destûrên herî baş li tevaya Rojhilata Navîn be, lê vê baştirînbûnê Iraq ji kirîzan rizgar nekir. Çunkî elîtên iraqî bi ser neketin ku destûrê veguhêzin ser ketwareke şênber.

Ger li Iraqê tiştek mabe ku heta niha jî giring be, bê şik ne sererastkirina destûrê ye. Lê lihevkirina li ser çend mekanzîmên şênber ji bo cîbicîkirina destûrê ku hemî aliyan piştrast bike ye. Lê li milekê din, çênabe destûr mîna teksteka pîroz û neguhêr ji bo her dem û cihekê were mêzekirin û qet neyê sererastkirin.

Berevajî vê yekê, danîna demê ji bo sererastkirina destûrê pir giring e. Wek mînak her 10 salan carekê mafê pêkhateyên Iraqê hebe bi awayekî dezgehî destûrê sererast bikin ji bo ku bizanin di ku de û heta ku derê hatiye cîbicîkirin û eger êdî ew destûr caba daxwaz û bendewariyên wan nede, mafê wan hebe ku doza sererastkirina wê bikin, heke na bi areûzmendî biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.

Arîşe di wê yekê de ye ku beşeke zêde ya iraqiyan ne razî ne destûr peymaneke civakî û siyasî ya navbera wan be û naxwazin destûrê wek encama rûbirûbûna rewşeke objektîf û proseyeke dîrokî û çend lîstikvanên taybet bibînin.

Gelek iraqî destûrê bi tenê wek lojîka hegemonî û derbirîna piraniya hejmarî û rengvedana têkiliyên hêzê dibînin. Di rûbereke wiha de, mijara bihevrejiyana bi awayekî dilxwaz û aştîxwaz ji tevaya wateyên xwe tê valakirin.

Beşeke herî zêde ya lîstikvanên ku niha û li vir doza sererastkirina destûrê dikin, bê guman ne ew lîstikvan in ku dixwazin bi rêya sererastkirina destûrê, rewşa bihevrejiyana dilxwaz a pêkhateyan baştir bikin, lê ew lîstikvan in ku dixwazin bi rêya karê sererastkirinê, hegemoniya xwe baştir li ser yên din ferz bikin.

Bêtirî derfetekê li ber destê iraqiyan hebû ji bo ku teşeyeke kêrhatî ya bihevrejiyanê bibînin, ji bo avakirina dewleteke dezgehî, ji bo lihevkirina li ser pergaleke siyasî ya vekirî, lê ji ber gelek sedemên piralî, ew derfet yeko yeko ji dest dan.

Hemû nîşanên ku ji Bexdayê digihin m tu geşbîniyê çênakin. Tu yek ji wan bi hêla modela Afrîqaya Başûr ve naçe ku karîbû dewleteke tendirust û bihevrejiyaneke dilxwaz a piştî hevrikiyê dirust bike. Lê belê bi hêla Kenyayê diçe ku civakeke hilweşiyayî û dewleteke şikestî çêkir.

Ev hemû nîşanên babetî rasterast ji me re dibêjin: Iraq nexweş e û di jûra neştergeriyeke dijwar de ye û pir zehmet e ku hilbijartinên asayî yan pêşdem, sererastkirina destûrê yan reformkirina sîstemê wî rizgar bikin.

Tiştê tikîtenê ku bijîşk dikarin di vê jûra neştergeriyê de bikin derzîlêdan û benckirina demkî ye. Heke na dahatûyeke herî trajedî li benda Iraqê ye.

* Dr. Adil Baxewan: Rêveberê Navenda Fransî ya Lêkolînên li ser Iraqê.

.Çavkanî

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin