Jûra Avahîsazan banga xwedîlêderketina Baxçeyên Hewselê dike

Jûra Avahîsazan banga xwedîlêderketina Baxçeyên Hewselê dike

.

A+A-

Li Jûra Avahîsazan a Diyarbekirê derbarê rewşa Baxçeyên Hewselê de civînek çapemeniyê hat lidarxistin. Di civînê de hat amajekirin ku talankirina Hewselê berdewam e. 

Li Jûra Avahîsazan a Diyarbekirê derbarê rewşa Baxçeyên Hewselê de civînek çapemeniyê hat lidarxistin. Di civînê de hat amajekirin ku talankirina Hewselê berdewam e û ji bo berjewendiyên bazirganiyê û jiholêrakirina nirxên dîrokî Hewsel tê talankirin.

Ji aliyê Yekîtiya Jûrên Endazyar û Avahîsazan a Tirkiyeyê (TMMOB) ve li Jûra Avahîsazan a Diyarbekirê ji bo balkişandina ser rewşa Baxçeyên Hewselê civînek çapemeniyê hat lidarxistin.

Beşdarên civînê amaje kirin ku Baxçeyên Hewselê ku wek Mîrateya Çandî ya UNESCOyê tê qebûlkirin, di bin metirsiyeke mezin de ye û her ku diçe talana wê kûrtir dibe.

Akademîsyenê Berê yê Zanîngeha Dîcle yê Beşa Beytariyê Zekî Kanay da zanîn ku li Hewselê 607 cûreyên nebatan, 635 cûreyên ajalan hene.

Bal hate kêşan ku gelek cûreyên nebatan û ajalan an hatine tunekirin, an jî di bin xetereya nemanê de ne, ku Hewsel bi hezaran salan e bûye navendeke girîng a şaristaniyê.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku rewşa resen a Hewselê her ku diçe xirab dibe û ji bo berjewendiyên bazirganiyê tê bikaranîn û li aliyekê jî bi van kiryaran tê xwestin ku bi talankirina Hewselê nirxên dîrokî jî ji holê werin rakirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê hewl were dayîn da ku berpirsên UNESCOyê werin Diyarbekir û talana li ser Hewselê ji aliyê wan ve jî were dîtin.

(K24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin