Mûsa Em

Mûsa Em

Hemû nivîsên nivîskar >

Jîyan, li Awrûpayê çawa ye?

A+A-

Xerîbî û ”Behîşta” Avrupayê

 

Dema ewên ku li welat dijîn, mîrov ji wan pirs bike, ewê bêjin: ”wana li nav rehetî û dewlemendîyê da dijîn, kêf, kêfa wana.”

Lê, carekî em rewşê wan, ji alîyê “hundir” jî mêze kin:

Hinekên me, bes niha û îroyê dikarin bifikirên, lê ewên ku navbera jîyanê xwe yê îro û jîyanê xwe yê sibê de, aheng û balansek çêkirine jî hene.

Naverokê jîyanên wande kar, zarok, malbet, heval û mal heye. Ji xwere rêçek jîyanê dîtine, peyda kirine, rewşa xwe, rastîya xwe qebûl kirine. Ji jîyana xwe yê rojane ra hinek mena û nuansan dîtine, û ji rewşê xwe razîne! Civata ku li nav da dijîn qebûl kirine, ziman, jîyan, edet û çande yê wan welatan ra heta xalekî entegre jî bûne. Her çi qas ji parçekî ciwatê Avrupa ya rastîn nebin jî, lê dîsa xwe jî nêzîkê wan dihesibînin.

Jîyana xwe ya malbetî da, serkeftîne, tikilîyên navbera dê û bavan da ahengek û balansek çêkirine. Enerjî yê wan, sebr û tehemulê wan geleke, wextê xwe dane perwerdebûyêna zarokên xwe, zarokên wan, an dixwînin, an jî xwedî tehsîlekî ne.

Dor alîyekî, dost-heval û hemwelatîyên wan hene. Ew têkilî û hevaltîyana ji jînanê wanra reng, şad û xweşbûyinek dide.

Ji şev û rojên xwe razîne, dikarin rakevin, hinek gazincên wan, ji kêmquwetbûyin û ji tendûristîyê wan bibe jî, lê dîsa, ji halê xwe memnûn in.

Grûbek ji me, tahsîlek qedandine û karên wan hene, têkilî û danûstandinên wanê baş bi vê civatê va heye, xwe êdî ji vê civatê dihesibînin. Welatê ku jê tên, an jî, ji kîjan sedemê hatine vira, problemên û doza wî welatî, wan ra êdî tiştek nabêje. Bi her awayî, rûhî û fîzîkî xwe parçekî vê civatê dibînin. Li dilê wanda cîyê heskirinê û li mejîyê wanda cîyê  fikr, raman û hizrên ji bo Kurdistanê nemaye. Têkilîyên xwe bi hemwelatîyên xwe  bi temamî qut kirine.

xeribi-001.jpg

Lê hinek ji me, tu dibê qey ji bo wan wextê îro qet tune ye. Jîyana îro, û wextê ku têda dijîn wana qet eleqeder nake. Ew seat, roj, hefte, û heta salên ku li nav dijîn, ne ji bo wan e. Ew parçekî van demana nînin. Ji xwe re bes ji bo pêşerojê dijîn, û ji bo bes pêşerojê hene. Karên wan heye, lê jê team nagrin, zarokên wan hene, lê tu dibêjî li mal mêvan in.

 Hinekên me, ziman û adetên welatên ku li nav dijîn, gelek baş dizanin, têkilîyên xwe da pir zîrek in, û bi sedan kes ji vê civatê nas dikin, lê dîsa jî xwe, ji vê rûhîyeta xerîbtîyê nikarîn xelas bikin. Ne bi wan ra dost, heval û cîran bûyin, ne jî bi wan ra zewicandin têra wan dike. Pir caran li jîyana xwe da valahyîyek, kêmasîyek û ecêbîyek dibînin. Team û ew zewqa ku dipên an jî dixwazîn, nikarin bigrin.

Vana têkilî, helwest, xeberdan, ji rabûn- rûniştinên xwe, û ji xwe dikevin şikê. Ew kirinên wanê berê ku, wan bi sedî sed pê bawer bûn, nika ji van ra bi gûman tên. Ew zêdetîyên, ew kêmasîyên û ew cewtîtîyên ku, van berê li vê civatê da didît, niha ji van ra pir normal tê. “Ew çima wilo dikin, an ji ew çi ecêb in”, vana berê digotin û difikirîn, bes niha anormalîyê bes xwe da dibînin.

Mîna ku li ber benda xeyalek an jî hêvîyekî ne. Ewê ji bo wan, ji derva tiştekî an jî guhertinekî mezin çêbe, û ewê jîyana wan ra duzanekî bide, jîyana wan rast û xweş bike.  Mejî, xeyal û fantesî yê wande bahoz û tûfan diqewime, tiṣtê ku jîyanên wan ji bingehê biguherîne, bûyerên ku li jîyana wanê monoton da, xweşbûyinekî peyda bike difikirin.

Jîyana wan ê berê, zarokbûyin û xortanî ya wan ê ku li paş wan maye, bi wan va dijên, bêrîya wan rojana dikin, hîn xewnên wan demên derbaz bûyî dibînin, heyfê xwe bi wan rojan tînin, tiştên ku nekirine, nikaribûne bikin an jî negihîştine bikin, dilê wan bi wan dişewite. Xeyala dêy, bav, xûşk, bira, malbet û hevalên wan tê ber çavên wan. Hesreta wan dikşînin û bêrîya wan dikin.

Civata ku li nav dijin, ji bo wan tu meanayek nade, xwe li rastîyê, bi civatê va tu têkilî û eleqe yê wan tûneye. Berê çawa li bajirekî, an jî li gundekî Kurdistanê de dijîyan, niha eynen wilo li vir dijîn.

Qet nebe li welat dor alîyek wan hebû, karêbû wana feam û qebûl bikira, lê li vir wana jî pir kêm an jî tûnene. Team û ew zewkê kû dipên an jî dixwazîn, nikarin bigrin. Li nav tenêtîyekî da dijîn, ew jî barê wan pir gran û bêtehamultir dike.

Rewşa wanê malbetî da tevlihevî û kaosek heye, dê û bav li hev nakin. Zarok, tenê, li halê xwe tê hîşten. Enerjî û hulqê dê û bavan pir kême, an qet tûne ku bi zarokên xwe ve mijûl bin.

Zaf problemên zarokan bi dayik û bi bavan, bi dibîstanan û bi hevalên wan ra çêdibe. Zarokên wan, li dîbîstanan rehet nînin, nikarin bala xwe bidin, û xwe ji dersên xwe ra konsantre bikin. Xwendinê nîvcû dihêlin. Li jîyana wan da valayîyek mezin çêdibe, ne dikarin bixwînin, ne jî dikarin karek bikin. Bi rehetî dikevin torê çeteyan û hînê vexwarin û kişandinê dibin.

Îcar hinekên me, traumayên û depressionên wanê mezin, şevên wanê pir dirêj hene. Bi şev nikarin baş razin, li xewnên xwe hîn jî eskeran, polîsan û kabûsan dibînin. Tim westîyayîn e, tendûristîya wan da, bi dehan problemên wan hene, rojê lepek heb û dermanan dixwin, lingek wan li mal û lingek li ba doxtoran e. Fysoterapeut, psykoterapeut û doxtor bûye parçekî jîyanê wanê rojane.

Nexweşîyên wanê nefsî, gora civatê ku li nav de dijîn pir bilintir bûye. Hinekên wan ji nexweşîyên Post Traumayê zû taqawît bûne, û bê alîkarîya heb û doxtoran nikarin rojên xwe derbas bikin.

Pir caran, hêvî, payin û daxwazên wan ji bo jîyanek xweş û bextewar li alîyek e, rewş û rastîya jîyana wan li alîyek dine ye, van du alîyana nêzîkê hev hanîn ûsa rehet nîne!

Ev bes çend mînak in ji jîyana penebarên ê Avrupayê ne, bê şik ev nuansana gelek in. Ev jîyana xerîbîyê li ser me gişka tesîrek mezin hîştîye, ṣopa vê tesîrê paqijkirin jî usa hêsan û mumkin nîne. Lê, li vir hostetî ev e, mîrovê çawa bikaribe van şopan kêm bike, û bi van ve, jîyanek normal û xweş bijî!

Hevalekî minê pir hêja û delal heye, dema ku ji wî dipirsim: ”Deza, hal û ehwal senîno?” bersîva wî, “wilo halê min zeyê halê helawçî ya no.” Rastîyê wî jî, dû 30-35 salên jîyana vî welatê, pir mîrov xwe hîn jî mîna qereçîyek, an jî mîna mirtibek vî welatê, mîna masîyek ava gola wê çîkyayî, an jî mîna teyrekî baskên wî şikestî dibîne.

Her çiqas ji alîyê bes aborîyê, li Avrûpayê bi nîsbî, jîyanek rehet hebe jî, lê jîyana xerîbî yê pir zehmet û giran e.

3.06.2017

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin