“Heta rewşa Şingalê weke niha be xelk venagere”

“Heta rewşa Şingalê weke niha be xelk venagere”

.

A+A-

Rewşa penaberên Şingalî yên li kampên Duhokê her ku diçe xirabtir dibe û Rêveberê Giştî yê hemahengiya qeyranan a Wezareta Navxwe dibêje, “ji destpêka meha Tîrmehê ve Neteweyên Yekbûyî alîkariyên ji bo penaberan rawestandiye û hemû rêxistinên mirovî vedikişin. Endamê Parlamentoya Iraqê Mehma Xelîl got, “Heta rewşa Şingalê weke niha be xelk venagere.”

Kurdên Êzidî yên di kampan de jiyaneke zehmet dijîn. Hikûmeta Iraqê û hemû rêxistinên navdewletî, di nav wan de Netewên Yekbûyî, pişta xwe dane Kurdên Êzidî yên di kampên penaberan de û ew dibêjin, ji bilî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ti kes li wan xwedî dernakeve. Xeyala keça Ezidî ya ku ji destê DAIŞê hatiye rizgarkirin, mala ku ew û 8 kesên ji malbata xwe tê de dijîn metreyeke din bê mezinkirin.

Renc Sengawî serdana Kampa Şarya ya Duhokê kir û bi malbateke penaber a Êzidî re axivî. Bavê wê malbatê Şehab Ehmed e ku dayik, hevjîn û şeş zarokên wî di êrîşa li ser Şingalê de ji aliyê DAIŞê ve dîl hatibûn girtin.

Şehab Ehmed anî ziman, “Em jiyaneke dijwar dijîn, kes alîkariya me nake, bi şevê ji tirsa ku dê agir bi konên me bikevin xew nakeve çavên me. Hikûmeta Iraqê hinek xorak wek alîkarî didan me ku gelek ji wan dîroka wan di ser re derbas bibûn lê niha wê jî naşîne.”

Şehab piştî rizgarbûna malbata xwe ji destê DAIŞê, bi alîkariya meriv û nasên xwe çend blok kirîne û jûreke bi dirêjahiya du bo çar metre lê kiriye û dibêje, “Tenê daxwazeke zarokên min ji min heye, ew jî, bikaribim metreyekî din li jûra me zêde bikim.”

Keça mezin a malbata Êzidî Ebîr Şehab diyar kir ku dema ew ji aliyê DAIŞê ve dîl hatin girtin ew 9 salî bû û heta niha jî roja ne xweş ji bîra wê naçe û dibêje, “Jûra me gelekî biçûk e û xwezî bavê min rojekê metreyeke din lê zêde bikira da ku me hemûyan bihewîne.”

Hikûmeta Iraqê guh nade penaberên Şingalê

Endamê Parlamentoya Iraqê Mehma Xelîl, Hikûmeta Iraqê bi piştguhkirina Êzidiyan tometbar kir û got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê her du jî berpirs in ji çareserkirina rewşa Êzidiyan, min pirsgirêkên Êzidiyan gihandiye parlamentoyê û Hikûmeta Iraqê. Kazimî serdana kampa Êzidiyan kir û soz da ku pirsgirêka Şingalê çareser bike û piştî wê ez 8 caran çûm ofîsa wî lê her heşt caran jî derew li min kirin.”

Mehma Xelîl dibêje, “Rêkeftina Şingalê ya ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê û nûnerê Neteweyên Yekbûyî de hatibû îmzekirin, hemûyan jî xema wê nexwarin. Iraqê çavên xwe ji xaka Şingalê û cihê wê yê stratejîk birriye lewma naxwaze pirsgirêk çareser bibe û xelk vegere ser mal û halên xwe.”

Mehma Xelîl got, “Parêzgarê Mûsilê mehane 28 milyar dînar ji bo avakirina Şingalê terxan kiriye lê lijneya ku ji bo xerckirina wê pereyê hatiye destnîşankirin, wî pereyî didizin û gendeliyê dikin.”

Mehma Xelîl her wiha anî ziman, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê niha mehane 45 milyon dolar ji bo penaberên Şingalê xerc dike û parêzgarê Mûsilê jî mehane 28 milyar dînar ji bo avakirina Şingalê terxan kiriye û lijneyek damezrandine ku heta niha wê lijneyê civînek jî nekiriye.”

Êzidî venagerin Şingalê

Mehma Xelîl diyar dike, heta rewşa Şingalê weke niha be xelk venagere û dibêje, “Ev penaber ji ber nebûna rêveberiyeke rewa, hebûna hêz û milîsên cuda, girtin û revandina xelkê Şingalê, naxwazin vegerin. Yekane çareserî pêkanîna Rêkeftina Şingalê ye.”

Mehma Xelîl li ser astengiyên li pêşiya vegera penaberên Şingalê anî ziman, “Hikûmeta Iraqê ji me re rastiyan nabêje û komên çekdar ên neqanûnî derbasî Şingalê bûne. Ti xizmet ji bajêr re nayê kirin. Rewşa lijneya ku ji bo qerebûkirina penaberan hatiye destnîşankirin ji ber gendeliyê diyar e çi dikin.”

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin