FAYSAL TAŞKIRAN: RICA MIN JI REWŞENBÎRÊN ME EWE KU FERQA PAKÊ BIBÎNIN

FAYSAL TAŞKIRAN: RICA MIN JI REWŞENBÎRÊN ME EWE KU FERQA PAKÊ BIBÎNIN

.

A+A-

Faysal Taşkıran

Birêz Bûbê Eser di facebook a xwe de ev kurte nivîsa belav kir:

Bûbê Eser dibêje;

Yên siyaseta bakurê Kurdistanê bi rêve dibin; PKK û dewleta tirk bi xwe ne. Bê wan li BK gaveke jî nayê avêtin. Ji ber vê ye hin siyasetmedarên partî û rêxistinên me berê xwe didin wan da ku ew jî bibin xwediyê xwe û çend kurtîlan,

Li bakur siyaset bûye berjewendî. Loma herkes berê berjewendiya xwe, ya malbata xwe difikirin û yên vê jî didin pkk bi xwe ye.

Mirov nema dikare baweriyê bi siyaset û siyasetmedarên bakurê Kurdistanê bîne.

Yên tu pê bawer; dibîne ku ji bona çend kurtîlan cihê xwe li ser navê siyasetê li ba pkk digire.

Yên din jî ji bona pozbilindiya xwe nikarinn bêne ba hev û daxwaza gelê xwe ye yekîtî an bi din sîwaneke neteweyî de bi hevre kar bikin. Ji ber ku ew jî tam ne zelal û şefaf in…’’

Min jî di binê wê nivîsê de ev agahdarî parve kir:

‘’RICA MIN JI REWŞENBÎRÊN ME EWE KU FERQA PAKÊ BIBÎNIN

Ez dibêjim neheqî ye ku meriv hemû partî û serokan bixe eynî mêzînê… PAKê û serokê wê pir bi zelalî xwe îspat kirine ku derdê wan ne parlamenterî ye; derdê wan ne berjewendîyên şexsî, grûbî, ez ezî û koltix e… Herweha PAKê û serokê wê pir bi zelalî xwe îspat kirine ku, ji bo yekitîyê ne serokê PAKê, ne navê PAKê ne xetên sor in…

Berîya hilbijartina 7ê Hezîrana 2015ê , HDPyê ji PAKê re teklîf bir da ku ew jî bikeve nav ‘tifaqa hilbijartinê’. PAKê jî got ‘Heger HDP daxwazên esasî yên neteweyî, demokratîk ên miletê Kurd bixe deklerasyona xwe ya hilbijartinê, HDP partîyeke Tirkîyeyî jî be, em dikarin tifaqê bikin’. Lê HDPyê xwe neda ber tifaqeke li ser prensîban; HDPyê bes dixwest çend parlamenteran bide PAKê û PAKê jî bixe nav wê tifaqa xwe. Lê PAKê got ‘Em ne li dûv parlamenterîyê ne. Heger li ser prensîban lihev kirin nebe, em nakevin nav tifaqa hilbijartinê’. Û PAK wê demê neket nav wê tifaqê.

Paşê berîya hilbijartina 24ê Hezîrana 2018ê PAKê û çar partî û hereketên Kurdistanê teklîf ji HDPyê re birin, gotin ‘Hûn xwe wek partîyeke Tirkîyeyî jî pênase bikin, heger hûn daxwazên esasî yên neteweyî, demokratîk ên miletê Kurd bixin deklerasyona xwe ya hilbijartinê em dikarin tifaqê bikin’. HDPyê û 5 partîyên Kurdistanî li ser 6 xalên ku daxwazên esasî yên neteweyî, demokratîk ên miletê Kurd îfade dikirin li hevdu kirin. Lê hîna ku ev lihevkirin nehatibû ragehandin, rêvebirê KCKyê Mustafa Karasu got ‘HDP ne amadeye bi partîyên Kurdistanî re li ser prensîban tifaqekê bike’ û HDPyê jî ew 6 prensîb tune hesiband û nexist nav deklerasyona xwe ya hilbijartinê. Paşê HDPyê teklÎf ji 5 partîyan re bir got ‘bêyî lihevkirina li ser esasê prensîban, em çend parlamenterîyan bidin we, hûn jî di lîsteya me de cîh bigirin’. Lê di serî de PAK û partîyên din ev teklîfa red kirin û ji ber çend parlamenterîyan neçûn bi HDPyê re tifaq nekirin.

PAK û Serokê wê yê ku du caran, parlamenterî ya ji %100 hatîye ber derîyê wan, bi zelalî gotîye ‘Heger li ser prensîban em li hev nekin, em ji bo parlamenterîyê tu tifaqan nakin’. Ango PAKê û serokê wê bêyî teredut di vê derbarê de xwe îspat kirine.

Herweha Serokê PAKê ji raya giştî re aşkere kiribû ku, ‘Em Parlamentoya Tirkîyeyê wek cîhê çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê nabînin. Ev pirs bi lihevkirina nûnerên herdu miletan dikare li ser maseyê bi guftûgoyên sîyasî bê çareser kirin. Lê em hibijartinan jî ji binî ve red nakin. Bi taybetî jî hilbijartinên şaredarîyan gelekî girîng in. Lê sonda parlamenterîyê jî pirsgirêkeke mezin e. Ji bo me ya esasî ew e ku em platforma hilbijartinê bikin platformekê ku daxwazên miletê me em bînin ziman. Heger em û HDP lihev bikin jî, wek Serokê PAKê ezê ne berendamê parlamenterîyê bim. Emê hinek hevalên xwe bikin berendam’.

Di meseleya yekitîya partîyan de jî PAKê bêyî şik û bêyî teredut xwe îspat kirîye. Serokê PAKê bi dehan caran gotîye ’Yên dikarin bibin yek bila bibin yek; yên nikarin bibin yek bila tifaq û hevkarîyan bikin; yên nikarin hevkarîyan bikin bila di nav dîyaogê de bin; yên nikaribin di nav dîyalogê de jî bin bila dijminatîya hevdu nekin’. Û Serokê PAKê bi dehan caran gotîye ‘Em bangî wan partî û grûbên ku bername, sîyaset û rêbaza wan wek me, nêzî me ne dikin da ku em di nav yek partîyê bibin yek. Partîyeke yekgirtî ya neteweyî, azadîxwaz, demokrat, Kurdistanî pêwistîya gelê me ye û em wek PAK dibêjin ne serokê me , ne navê partîya me ne astengin li ber yekitîyeke bi vî rengî. Tu serok û tu nav ji doza azadîya Kurdistanê ne bi qîmetirin, ne mezintirin, ne pîroztirin’.

Belê PAK û Serokê PAKê îro jî her li ser vê rêbaza xwe xebata xwe dimeşînin. Lê mixabin tu partî û grûb wek PAKê bi zelalî xwe nadin ber yekgirtineke di nav yek partîyê de. Lê helbete ne mimkune ku em hemû Kurdan bixin nav yek partîyê û ev ne rast e jî. Yên nikaribin bibin yek, bila tifaq û hevkarîyan bikin. Di vî warî de jî PAKê xwe îspat kirîye ku ji bo hevkarî û tifaqên neteweyî, niştimanî her dem amade ye û her dem dikarin fedekarîyan bikin.

Daxwaz û rica ya min ji rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurdan re ewe ku, bila neheqîyê li PAKê nekin, bila ferqa PAKê û yên din bibînin , bila vî alîyê çêker ê PAKê bibînin. Ez bang dikim ku yên di vî warî de xwedî rexne û gazindin bila li vê helwesta çêker a PAKê xwedî derkevin û zextê li hemû partî û alîyên din bikin.

Belê, PAKê û serokê wê pir bi zelalî xwe îspat kirine ku derdê wan ne parlamenterî ye; derdê wan ne berjewendîyên şexsî, grûbî, ez ezî û koltix e…

Li gel rêz û silavên xwe.’’

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin