Ewropa li hember ezmûneke dijwar - Arîf Qûrbanî*

Ewropa li hember ezmûneke dijwar - Arîf Qûrbanî*

.

A+A-

Arîf Qûrbanî

Her çiqas hemû olên esmanî û di piraniya destûrên welatan û rêziknameyên partiyên siyasî de, giringiyeke pir mezin bi wekhevî, azadî û dadmendiyê hatiye dayin, lê çesipandina wan karekî herî zehmet e û dijwar e werin cîbicîkirin.

Pişka herî zêde ya şer, pirsgirêk, hevrikî û nakokiyên îdeolojî û siyasî yên serdemê, bi van sloganan çirûsk didin. Lê di tu dem û heyamekê de jî nikarîbûn wek ku reklam û propogandeyê dikin, wan bikin ketwar.

Heke em venegerin kûrahiya dîroka desthilata stemkar a xîlafetên îslamî û propogandeyên hevparî û wekheviyê yên çepger û qomonîstan û em wan welatan bikin mînak ku xwe niha li ser asta cîhanê wiha nîşan didin ku herî zêde pabendî van hîman in, ne ku tenê di demboriya wan a dûr û nêzîk de, lêbelê di dem û kêlîkên ku reklama wan prensîban dikin, li ser bingeha cudahiya nijadî herî zêde cudakariyê dikin.

Amerîka û welatên Ewropayê ku herî zêde reklama wan prensîban dikin mîna ku li hundirê welatên xwe hemû cudahiyên xwe li ser hîmê bîr û baweriyên olî û rengê çerm û şêwe û ziman derbas kiribin, ev prensîb yan têgîn kirine hênceta desttêwerdana li welatên din û sepandina hegemoniya xwe li ser beşeke cîhanê, lê siyaseta navxwe ya welatên wan tiştekî din ji me re dibêje.

Zêdebarî ku Amerîka li ser cendek û xwîna jenosîda hindiyên sor hatiye avakirin, heta nêzîkî çarêka dawî ya sedsala borî jî, tew mafê çermreşan nebû li xwaringeh, otêl û di nav minîbus û trênan de rûnin.

Hemû hewl, têkoşîn û qurbaniyên ku seba derbaskirina van cudakariyan hatin dayin, piştî 11ê îlonê bi hênceta şerê terorê û bi awayekî din li hundirê Amerîkayê derketin holê, lê vê carê li hember civaka îslamî.

Heta niha jî, zindanên wan bi kesên ku tawana wan a tikîtenê misilmanbûna wan bû, tijî ne. Ji wê çaxê ve, bi sed hezaran kes ji Amerîkayê hatin qewitandin û mafê rûniştinê ji wan hat standin.

Li welatên Rojhilêt jî, Amerîka serkirdatiya wan şer û desttêwerdanên ku bi navê şerê terorê sepandibû dikir. Encamên şerê terorê û rûxandina Efxanistan û Iraqê, desttêwerdanên wê li welatên din mîna Sûriye, Lîbya û Yemenê, bi sedema wan bi milyonan merivên bêsûc bûne qurbanî.

Ne ku ne berdestkirina azadî, dadmendî û wekheviyê bû, lêbelê stemkarî, nedadî, tawan, kuştin û parçe parçebûna civakan jê peyda bû; bi awayekî ku heta 100 salên din jî nayê çaverêkirin asayî bibin.

Welatên Ewropayê ji bilî ku ji sedsalên navîn û heta dawiya Şerê Cîhanî yê Duyem herî zêde dagirkarî û stemkarî li hember ol û neteweyên din pêk anîn, li hundirê welatên xwe bi xwe jî di qonaxên pir xwîndar ên hevkuştin û nepejirandina cudahiyan de derbas bûn.

A ku di çend dehsalên borî de jî mîna geşbûn û derbaskirina cudahiyan disêwirandin û heta radeyekê modeleke cudatir dimeşandin ku bi saya wê bûbûn navenda bihevrebûna hemû reng, ol û zimanan; tevî ku hêj bi temamî ne mûmkin bû ev pejirandin ji yasa û zagon û dezgehên dewletê ji bo nav civakê were veguhastin û bibe çanda civakên wan, lê bûbû mînakek ku gelek milet û neteweyên dinyayê xewn pê didîtin.

Lê şerê Rûsya û Ukraynayê rastiyeke tal derxist holê ku ne tenê li ser asta welatiyên wan, lêbelê di hinavê hikûmetên wan û navendên destûrî û qanûnî de, navendên ku herî zêde reklama wekhevî û dadmendiyê dikirin û dixwestin wek modeleke cîhanî Ewropayê bikin mînak ji bo sêwirandina nemana tu cure cudakariyekê li ser hîmê ol û rengê çêrm.

Di awayê reftara wan de li hember ukrayniyan derket holê ku canê cudakarî û nedadmendiyê xwe melisandiye û ji mafî wî ye ku di her çax û kêliyekê de nola heyamên tarî yên demboriyê sax û zindî bibe.

Hemû biryar û tevdîrên ku Yekîtiya Ewropa û cuda cuda jî li ser asta navxwe ya welatên wê ji bo awayê reftara bi koçberên ukraynî re derxistin, pir cuda ne ji yên berê li hember gel û neteweyên din.

Tew giha astekê ku li hin navçeyan iraqî, efxanî, sûrî û afrîqî ji cihên xwe hatin qewitandin û li kampan hatin bicihkirin ji bo ku ukraynî li cihên wan rûnin.

Vê cudakariyê bi radeyekê reng veda ku li gelek torên civakî mîna TikTok, Facebook, Twitter û torên din, li ser asta cîhanê were qalkirin. Karîkatûr û monolog li ser wê cudakirinê tên çêkirin ku tew reftareke baştir ji hinek gelên din, bi kitik û kûçikên ukraynî re tê kirin.

Tişta ku niha tê serê ukrayniyan, jê xerabtir hat serê sûrî, efxanî, iraqî, yemenî û lîbiyan. Vêga jî bi hezaran malbatên sûrî li welatên Ewropayê hene ku piştî çend salan hêj mafê rûniştinê nedane wan, lê ukraynî her li ofîsa pêşwazîkirina seretayî mafê rûniştina sêsalî werdigirin.

Gelek kes vê cudahiyê bi dûrî û nêzîkiya cihê bûyerê ve girê nadin, ku Ukrayna nêzîktirîn derbasgeha bedena Ewropa ye yan bawer nakin ku ji ber wê yekê be ku îro amûrên gihandinê pir lezgîn in û çirke bi çirke dîmenên şer û kavilkarî û derbiderbûna ukrayniyan li ber çavan radixin û ji ber vê çendê reftara Ewropayê jî cuda ye.

Lê di wê baweriyê de ne ku ev cudakarî li ser hîmê rengê çav, por û çerm e. Çavê ukrayniyan şîn, porê wan zer û rengê çermê wan spî ye. Lewra bi çavekî cudatir reftar bi wan re tê kirin.

Niha jî bi hezaran meriv ji kurd, ereb, îranî, efxanî û afrîqiyan li daristanên Belarûsê û li ser sînorên Ukraynayê ne, lê Ewropa deriyê xwe li ber wan venake, ku dibe ku çarenivîseke xerabtir li pêş wan be, xerabtir ji kesên ku ji Ukraynayê direvin.

Van bûyeran welatên Ewropayê rûbirûyî ezmûneke dijwar kir. Gelek kes wek metirsî û geşbûna hizira cudakariyê lê dinêrin û di wê baweriyê de ne ku cudahîkirin li ser bingeha rengê çerm û cudakariya bîr û baweriyên olî ye, ku ev jî Ewropayê vedigerîne serdemeke reşetarî.

Rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin