Rêber Hebûn

Rêber Hebûn

Niviskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Diyalektîka mirin û nefretê

A+A-

Mirin nîşana vemirandinê ye, û berevajî çalakiya tevgerê ye,xewindaran nîşan dike, yên bi dû jiyanek e kêm derd ketibûn,  û çêkerê mirinê kuştinê fêrbûn, û xwe bi baweriya olî ve bi çek û  rext kirin, û pêşiyên wana baş zordariyê bi xelata xwedayî ve girêdan, dema wana deqê fêr kiribûn, ê wana  kiribûn e ji ol re pasvanek î, û ji erdê re têbirên xwedê, em meyze dikin çawa bawerî dibin e şûrek î dirêjkirî di destên yên pê bawer de,û wana ji mirovahî û dilnermiyê ve rizgar kiribûn, û hîştibûn e bibin hewesdarê xwînê,û çawa dîroka dirindî bi pirbûna sînaryoyên xwe ve dûbare dibe, û şanoya  pêkhatî bi kiryarê lîstikvanên xwe yên rastîn ve li ser erdê de dijwar dibe, çawa ol dibe sînaryoyek î  li ser depê rewşê de bi tîpdarî tê pêkanîn, bi rêya lîstikvan , qurbanî û kujeran ve, û li vir jî huner beranberî bûyera a tê jiyankirin bindikeve, û roman jî li pêş kesên yên êş kişandin e bindikeve, û nivîskar jî li rex hevgariya kesên din de binketin, ji bilî yê ku rewş bi hurgiliyên wêna ve jiyan kirî ye, û di wî de bîngehên hevgarî û lîstina afrênerî  bi heman demê ve temam bûye, bi ewqasî kîn mêjiyên takesê tundirew hatibû birin, û ji rewşa wî ya mirovî hatibû derxistin, yê bi sirûştiya xwe ve ji dîtina xwîn û laş ve dilerize, û wî ji her tiştê ku bi cinav ve hatiye girêdan rût dike, û dibe ku gotara nefretê  bi derbasbûna dîrokê ve hatibe bikaranîn ji bo ku mirov ji mirovahiya xwe derkevin, û bi baweriyê ve bi koratî ve bên e girêdan, ta ji bo wana re bibe li ser her tiştî, ji ber vê yekê qurbanî zêde dibin, ligel berdana ragihandinê  ji vê cureyê ji gotarê re , bi berdana jehriyê bi taybetî li ser pirbûna şêweyên peywendiya civakî de.

Bikaranîna ol di kuştinê de bûye bazirganiyek e belavbûyî,  qezencê tîne û pêkanîna ecnîdeyan  bêhtir hêsan dibe bi rêya perekirina komên olî ve û rûmendariya wan bi rêya mîrên wana ve û kanîbûna wanî gotarbêjî di kişandina bijardeyê xortan bi hemî şêweyên heyî ve.

Bandora rewanbêjiya  heyî bi gotara olî re dixebite, li ser bidestxistina ramanê takesê bilmez, û misoger e ku ev dibe ji kevintir alavên bi bandor li ser hizr û hişmendiyan ve ji kevinê dîrokê ve, û hemî bîrdoziyên gelemperatî  li ser şopê wana meşîn, di pîrozkirina xwe û bervepêşkirina hînckarên xwe ji bo nefretê ji aliyê dijî xwe ve, û bihane dabûn e wan jî bi kuştin û çavtirsandina kesên yên ne li gorî bîrdoziyên wana ve, û gelek kes bi navê ol miribûn, wek ku gelek kes jî mirin bi navê zorenga qatî ve, û di vir de em dibînin ku sivîlbûn tenê bergek e di dema ku yên hişmendî û hatinan zeft dikin , dijminatî û nakokiyên bê dawî  di nav xelkê de gurtir dikin.

 

Û destê bîrdoziyan bi qestî serberjêrkarî û zordarî bê berhelistî kiribû, û em dikarin agehdar bin ku pêşsazîkirina çavtirsandina olî li ser bingeha nefreta pîroz hatiyê duristkirin, û eger mirovek î oldar bi dest xistibû û hizrê wî vegirtibû wê di her derfetê de amade be , ku êrîşê kesê ji wan nefret dibe bike, û ev tişt hebûna sivîlbûna rastîn mandele dike, lê li paş hevokên bedew de kêmbûna evîn û pirbûna axaftina hingivîn vedişêre, û dûlaneyî wisa dibe nexweşiyek e bilez belavbûyî, û di vir de helbestvanê Birîtanî Corc Gordûn Bayrun 1 dibêje : ( Nefret ew hestê herî dem dirêj e û bê sînor e, xelk di kêlîkek e bi lez de hezdikin , lê bi hêminî û bênfirehî nefret dibin.)

Tiştê ku em li dor wê dizîvirin , ew pêygerîna li ser qonaxên nefretê, û cîgirbûna wê di ne hestî de , û pişt re rabûna ragihandina raberkirî bi lezdayîna xelkê li ser nefretê bi cureyên wê û dananê wê mîna azadiya derbirînê.

Çi terorek pêkbûyî ku bi rêya wî hestê setembarî di hundirê hizr de gur dibe, û ev yeka bi demê re tê guhertin û dibe vexwendinekê ji tolhildanê re, û berî wê tê birin bi lêdanên zorkar ve ji aliyê armancbûyî re, ji ber vê yekê çespandina raman û cîgirkirina wî di hundirê takesê bawermend de, destê wî tê berdan, û barê wî ya mayînbûyî tê danîn. Û çendîn komên  yên bikarhatî di kuştin û wêraniyê de pir in, ji ber ku tim zemînek e dewlemend   ji mezinbûn û zayîna wana re heye, bi taybetî hebûna ekranên ragihandî û rêya pargirtina wê ye layangirtî, ji ber cengên navxweyî pişta xwe dide artêşbûna ragihandinî, ( Sûrî û Kurdistanê wek nimûne)  û dûbarkirina zorenga (Sinî – Şîiî) bi rêya ( Biraderên Misliman û ricîma Elesed) û kurdistanî bi rêya ( Nefretbûna Ocelanî2 – Barzanî3) an ( Barzanî – Talbanî4).

Dewlet hene wê çênebana eger roparta nefretê yê wan damezrandibûn e neba, wek nimûne Tirkî, ji ber ku pala xwe bê sînor dabû li ser nijadperestiyê, ta piştên hêza xwe bi wê damezrîn e ,bi rêya nefretbûna hêmana tirkî ji çi kesê ne Tirkê pak re, û kuştina mirovê Kurd  ji ber ku bi netewa xwe ve girêdayî ye, ji bilî ew kurdê yê kurdîtiya xwe mandele bike û xwe wek Tirkek î bibîn e, wê çaxê mafê wî ye ku mîna Tirkek î ne pak bijî, û bi rêya girêdana Erebîtiyê bi Islamê ve dewletên Erebî ava bûn, û netewa wê ya liyangirtî  bû mîna şûrek î dirêjkirî li ser stûyên kêm netew û netewên ne Ereb de, û li Ewrûpa û cîhanê heta niha nefretbûnek e hundirî ji Cihûyan re heye, û dijminatiya Samiyan rewşek e jiyanbûyî ye, û nikare yê Cihû  Cihûtiya xwe aşkere bike, ji ber ku li ser xwe ji kuştin û êrîşê ve ditirse û  herwiha rabûna rastê tundirew û vegera bîrdoziyên netewî.

-----------------

1- Corc  Gordûn Bayrun , an  Lord Byron: ( 22 .01.1788 Ingêltra -19.04.1824 li Yonanê) helbestvanek î Ingilîzî ye, ji pêşdarê helbesta Romantîk e.

2- Ocelanî : çav li dameznerê partiya Karkerên Kurdistanê Ebdûlah Ocelan.

3-Barzanî: çav li şoreşgerê kurd Mella Mustefa Mihemed Evdul Selam Ebdûlah Barzanî 1903-1979.

4- çav li dameznerê yekîtiya niştîmanî  Kurdistan Celal Husam Edîn Nor Elah Norî Talbanî 12.11.1933- 03.10.2017.

Em di cîhanekê de ne li ser nefretê avabûye, û ev tişt mîna tiştek e xuristî binav bû ye, û çavkaniyên terorê tên e kedîkirin bi serpereştiya gelek dewletan  bi awayek î nepenî, û bi taybet dewletên yên dibêjin ku em şerê terorê dikin, û armanca ew terora a ku sînoran derbas dike ew e bîrbûna dîroka dirindî yê ku nehatibû dîtin, û li vir jî feylesûfê helbestvanan Bavê Ela Elmarrî 1 ol dîtibû xapandin û endeze ye, desthilatdaran bikaranîbûn ji bo armancên xwe yên bi qezencê ve girêdayî, û hişmendiyan serdest kiribûn, ji bo bên e kedîkirin  ji devê roparta nefretbûnê dema got:

Şiyar bin ,şiyar bin  ji ber ku olên we ji pêşiyên we ve ye xapandinek in û em li vir jî meyze dikin ku her nefretek ê mînakên wê di dîrok û bûyerên xwînî de ye, û ji dergehên ew demborîna ya hatibûye siyasetkirin ve ye.

 Ew roparta ragehî ji bo neferetbûna ragehê beranber derketibû ,ji ber hîn bermayên xwe hene di cîhana sivîl de berî cîhana paşdemayî,  ji ber ku dirêjbûna Rastê tundirew û dijminatiya Samiyan hembêzkirinek e pêşî ye  ji her girtinheviyek e dibe ku li deriyan bixe bi derbasbûna demê ve,û em dikarin nefretê mînandin bikin bi wê xwarina yê li ser agirek e hêdîka tê kelandin, li rex rewşên yên raman û nerînan diafirînin û wana jî zeft dikin, û ew rewş bi erdnîgariyê ve darizandî ye, bi taybetî ve ew navçeyên gurbûyî  bandora xwe li ser sînorên yên hatin e danîn dikin,  û rewşa guherbar qameyên ji kuştin û sazkirina dirindîtiyê li pêş kamêreyan  de aşkere kir, û ricîmên zanistdarî di rojhilata navîn de  bi serneketin û nikarîbûn rewanê ragehî qut bikin, û tenê xwe bi bergê zanistdariyê û sîstema komarî ve veşartibûn, lê bi rastî ve xwe di paş têgehên parçebûn û nakokiyên olî ve parastin, û herwiha pala xwe dabûn e  li ser  paşmayiyê ji dîtina wana ji  ricîma fermendariyê re , û ew bi xwe ji qeraliyê ve nêziktir e, û ji ricîma komarî û yaseya sivîlî ve dûr e, û çi ramangirên xwedan cergê bilind nedîtibûn ta ku bikaribin ew ramangir bi zîrekî û wêrekî mîna Nêtşe 2, Rênêh Dîkart 3, Hîdger 4 û Can Bul Sarter 5 berz bibin, sedem ew e ku roparta ragehî a tundirw  û bîrdoziya gelemperatî a sosialîzim li hemberî çi pêngav ,an şoreşek e zanyarî de sekinîbûn.

---------------- 

1-  Bavê Ela Elmarrî: (973-1057 ) ew Ehmed e kurê Ebdulah e kurê Silêmanî Qudayî a Tenoxî a Marrî, helbestvan,ramangir , wêjevan  û rêzimanvanek î ji sedema dewleta Ebbasî ye.

2- Nêtşe: ( 15.10.1844- 25.08.1900)  Firêdêrîş Fîlhêlm Nêtşe bîrnas, rexnegir , helbestvan û awazjenek î Elmanî ye.

3-Rênêh Dîkart : ( 31.03.1596-11.02.1650) Bîrkar, bîrnas, û fîzîkvanek î Ferensî ye bi bavê Felsefa nûjen navdar e

4- Hîdger: Martin Hîdger  (20.09.1889- 26.06.1976) Feylesofek î Elmanî ye.

5- Can Bul Sarter: (21.06.1905- 15.04.1980) feylesof, romannivîs, nivîskarek î şanogerî ye Ferensî ye.

 

https://youtu.be/9NUMZNz33hQ

 

Önceki ve Sonraki Yazılar