Xidir ÛSO

Xidir ÛSO

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Derbarê Siyaseta Rojhilatanavîn û rewşa Kurdan de

A+A-

Xidir USO

Dema em behsa Rojhilatanavîn dikin, wek erdnîgarî, Başûrêrojavayê Asya ye. Ev jî Kurdistan, Enedol, Erebîstan, Îran, Welatên Kendavê û heta Misirê digire nava xwe.

Rojhilatanavîn, di seranserê dîrokê de, di pêwendîyên navnetewî, sîyasî, aborî û çandî de hertim bûye xwedî rolekî girîng. Sebebên asasî ya siyaseta van welatan xwanê dike, bi rewşa aborî ve girêdayî, dewlemendîyên sererd û binerd û girîngîya vê herêmê ya jeo-polîtîk û jeo-stratejîk e. Loma kîjan hêz li cîhanê serwer bûbe, pêşî bala wan vê herêma kişandiye û xwestiye li vê herêmê serwer bibe.

Serwerên sedsala 20an, dewletên emperyal, piştî Şerê Cîhanê I. bi taybetî Birîtanya û Fransa beşekî mezin yê vê herêma ku di bin destê Împaratorîya Osmanî de bû, dagîr kirin û li ser nexşe bi xetkêşê, perçe kirin û parve kirin. Dewletên van welatan, bi tekoşîn, berxwedan û serhildanên millî, pêşî wek manda û piştre jî wek dewletên serbixwe derketin dika dîrokê. Her çend Serek û rêberên wek Şêx Mahmûdê Berzencî û Malbata Barzanîyan ji bo heman mafî, berxwe dan û şerê rizgarîyê meşandin û dewlet jî avakirin, lê bi lîstikên Tirk û Farisan jî Îngîlîzan bi hemî hêza xwe desthilatbûna Kurd fetisandin. Li Rojhilatê Kurdistanê jî Qazî Muhamed, Komara Kurdistan avakir. Lê dîsa bi heman sebebê, di parastina statukoya şerê cîhanê I. de hat israrkirin. Vê carê jî Sovyet û Amerîkî jî xwe dan kêleka Îngîlîz, Tirk û Îran; mîna Komara Agirî, Komara Kurdistan li Mahabad jî fetisandin!

Piştî Şerê Cîhanê II. ku yek ji serketiyê vî şerî Sovyet jî berê xwe da vê herêmê; Sûrî, Iraq, Misir û beşek Yemen bi xwe ve da girêdan. Amerîka wek hêza aborî û leşkerî ya emperyal, li ser navê hemî kapîtalîzma cîhanê ya statukoparêz, bi rêya Turkiye, Îran, Siûdî û dewletên herêmê yên biçûk pêşî li firehbûna Sovyetê girt.

Piştî xwetasfîyekirina Sovyetê, Rejîma Baas ya Sadam ku wek hêzek êrîşkar ya leşkerî Kuweyt dagîr kir û li dijî Îsraîl bû tehdîtek vekirî, Amerîka li ser daxwaza rêvebirên dewleta Kuweyt û bi koalîsyonek Dewletên Hevpeyman, hêzên Sadam ji Kuweyt paqiş kir, bi hevkariya hêzên Kurd û Şîa, destwerdana Iraq kir û dawî li rejîma Baas ya Sadam anî. Li Iraq bi avabûna Hukumeta Herêma Kurdistan ya federal, piştî avabûna dewleta Urdun (1946) û Îsraîl (1948), statukoya piştî Şerê Cihanê I. ku ji alî emperyalîstên Rojava hatibû tayinkirin, dîsa hat guhertin.

Li Rojhilatanavîn, him hêzên herêmî û him jî hêzên navnetewî, her dewletek ku xwe xurt dîtiye, xwestiye li vê herêmê serwer bibe û hertim bi hêzên dijber, di nava berberîyê de bûne. Di salên piştî Şerê Cîhanî II. bi giranî Amerîka bi rêya Tirkî, Îran û Siûdî serweriya xwe li ser Rojhiltanavîn domandiye.

Bi guhertina rejîma Îran û avakirina komara Îslamî re, Îran xwe ji siyaseta Amerîka qetand, xwe nêzî Rûsya û Çîn kir. Piştî guhertina rejîma Iraq, her çend Iraq wek dewletek ji koalîsyona Erebên Şîa, Suna û Kurdan hat avakirin jî lê ji bo giraniya serjimara Şîa wek hukumet partî û koalîsyonên partiyê Şîa li Iraqê serwer bûn. Bi vê firsendê dewleta Îran ya Şîa destdirêjiya Iraq kir, bi rêya hevalbendên xwe hêdî hêdî dewleta Iraq xist bin kontrola xwe û hêza Heşdî-Şabî ya çekdar avakir û ji bo berjewendiyên xwe bikaranî. Bi xebatên Qasim Suleymanî, bi PKK, Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK), rejîma Sûrî û Hizbullaha Lubnanê û Hemasê re girêdanê xurt çêkir. Piştî şerê Sûrî yê navxwe destpêkir, rejima sûrî jî wek ya Iraq xist bin kontrola xwe. Mîna Iraq, li Sûrî, Lubnan û Yemenê jî hêzên çekdar yên wekaletê bikaranî û bi rêya van hêzan him xwest rejîmên hevalbendê xwe biparêze û xurt bike, him êrîşî Îsraîl bide kirin û him jî Amerîka/hêzên hevpeyman ji Iraq û Sûrî biqewirîne.

Turkîye, piştî rejima AKP ya bi îdeolojîyek Neo Osmanî bû hukumet, dest bi meşandina siyasetek ku li alema Îslamê serwer bibe kir. Leşkerê xwe şand zêdetir ji 20 dewletên Musluman. Wan jî hin hêzên wekaletê avakir û him jî fîîlen destwerdena Iraq, Sûrî û Lîbya kir. Şerê navbêna Ermenîstan û Azarbeycan cixirand û vekirî alîkarîya Azarbeycan kir. Bi bahaneya şerê bi PKK re beşek axa Kurdistanê ya Başûr û beşek Başûrêrojava dagîr kir. Eşkere hêzên wek, Artêşa Azad ya Sûrî (Ixwan, Ensar, Turkmen û Elnusra) û di bin re jî alîkarî û piştgirîya DIÎŞ kir. Pêşî xwest rejîma Sûrî birûxîne û hevalbendên xwe bike hukumet, lê di serî de, Amerîka û hêzên hevpeyman ku li dijî DIÎŞ şer dikirin, nehîşt ku di bin wesayeta Tirkî de rejimek bê serî û piştre Rûsya û Îran rê li ber Tirkî girtin ku rejima Baas biguherîne. Ji ber ku Tirkî piştgiriya rêxistinên terorîst yên Îslamî dikir û ji bo ku endamê Nato û hêzên hevpeyman bû, ji welatê Nato veşartî û eşkere gelek rexne û bertek hatin. Di hin warên leşkerî, aborî û sîyasî de Turkîye xistin bin gemaroyê. Turkîye wek hertim dest bi şantajan kir. Pêwendiyên xwe bi Rûsya, Çîn û Îran re xurt kir, hetta ji bo ku Amerîka F-35 nefirot Tirkî, wan jî mûşekên parastinê yên Rûsî S-400 kirîn. Turkiye ji alîkî de xwe xistiye bin baskê NATO û bi piştgirîya NATO, li her alî Kurdan dikuje û ji alî din jî tu biryarê dewletên Konseya Ewlekarîya Yekîtîya Netewan nasnake û li gor berjewendîyên sîyaseta xwe tevdigere. Ne di şerê Îran û Iraq, Şerê Azerî û Ermenîstanê, şerê Ukrayna û Rûsya, şerê Îsraîl û Ereba û ne jî di şerê Lîbya û Sûrîye yê navxwe de, dewleta Tirk tu biryarek navnetewî û Ewropa pêkneaniye.

Piştî êrîşa Hamasê, Îsraîl dest bi paqişkirina dora xwe kir. Xeza hilweşand û Hamas bêkêr kir. Hizbulah li Lubnanê qedand. Li Sûrî, hêzên Îran û rêxistinê pêve girêdayî yek bi yek rûxand û berteref kir.

Di heman dem de Amerîka, Fransa û hêza hevpeyman jî vala nesekinî. Di planên xwe de rolekî vekirî nedan Tirkî, lê Tirkî bi tumî jî ji çav dernexistin. Bi hevkariya Siûdî û Qeter HTŞ (Heyet Tahrîr eş-Şam) û hin rêvebirên hukumeta Esad anîn ba hev û di demek kin de hukumeta Baasê hilweşandin û hikumeta demî avakirin. Bi reva Esed ji Sûrîyê, Îran û Rûsya jî mecbûr bû ku hêzên xwe ji Sûrî vekişîne.

Tirkî ji bo li Sûrî Kurd mafekî bidest nexe, xwe nêzî hukumeta HTŞ kir; bi gelek sozan, bi taybetî li dijî Kurdan, şîret û pêşniyarên xwe li rêvebirîya HTŞ kirin. Ji bo hêzên HSD ji dewrê derxe jî qaşo li dijî DIÎŞê, bi çar dewletên herêmê re hevakriyek avakir. Ev helwesta Tirkî li dij berjewendiyên Israîl e; loma li dij Tirkî berteka pêşî ji Îsraîl hat. Lê wer xwanêye Amerîka û Fransa jî vê siyaseta Tirkî zêde ciddî negirt û hevkariya xwe bi hêza Kurd re berdewam kir. Amerîka û Fransa, di avakirina Sûrî ya nuh de, li dijî siyaseta Tirkî û Îranê Siûdî û Qeter derxist pêş. Heta niha pêşî Îsraîl, piştre Amerîka û Fransa, dixwazin li Sûrîye dewletek ne navendî ya ku di serî de mafê Kurdan û hemî pêkhate xwe temsîl bikin, avabibe.

Bi wergerandina rejîma Baasê re, dewleta Tirk ket nava tirs û tatoleka ku li Başûrêrojavayê Kurdistanê jî wek başûr dewletek federal ava bibe. Serok û rêvebirên dewleta Tirk vekirî gotin: “şaşiya me li `Bakurê Iraq` kiriye, em li `Bakurê Sûrî` ducar nakin!” yanî em destûr nadin ku desthilatek Kurd li Başûrêrojavayê Kurdistanê jî çêbibe. Loma Serokê partiya nîjadperestên Tirk (MHP) Devlet Bahçelî, daxuyanî da û got: “madem serekê terorîsatan Abdullah Ocalan dibê: `destûr bidin ezê ji vê dewletê re xizmetê bikim`, bila serokê terorîsta were meclisê û partiya xwe fesixkirin bide!”

Ya rastî ew bû ku ji roja Serokê pkk Apo hat Turkîye got: “ez amade me pkk belav bikim. Lê rêvebirên dewleta Tirk gotin: “pêwîstiya me bi hebûna pkk heye, em naxwazin wê tasfiye bikin.” Piştî daxuyaniya D. Baxçelî, rêvebirên dewletê mesaja pêşî banga ku bi Apo dan xwendin, bê qeyd û şert teslîmbûna pkk û hemû hêzên bi pkk ve girêdayî bû. Apo, di daxuyanîya ji bo çareseriya doza Kurd jî got: “dewleta netewî ya serbixwe, federasyon, xweseriya herêmî û çereserîyên kulturalîst ji civaknasiya dîrokî re ne çareserî ne!..” Yanî ji miletê Kurd re tu maf ne pêwîst e!

Helbet wek hêzek zerarê dide berjewendiya Kurdan, helwesta fesixkirina pkk erênî ye, lê çekberdana hêzên Kurd li Başûrêrojava, ne li fêda Kurdan e û ne li fêda pêkhateyên li Sûrîye û Kurdistanê ne jî. Îsraîl, Amerîka û Ewropa jî li fêda xwe nabîne. Loma bi hevkarî û navbêncîtiya Amerîka, Fransa û hêzên Başûrê Kurdistan û Mesûd Barzanî Konferansa Yekîtîya Kurd li darket. Yekîtîya hemî hêzên Kurdistana Başûrêrojava pêkhat û daxwaza Federasyonê hat îlankirin..

Ji alî din Amerîka, Ewropa û Îsraîl, dixwazin Rojhilatanavîn li gorî berjewendîyên xwe dîzayn bikin. Ji bo vêya jî divê rejima Îran jî bêt hilweşandin û miletên di bin nîrê vê rejîma hov de jî rizgar bibin.

Heta milet û pêkhateyên di bin nîrê rêjimên dewleta Îran û ya Tirkî rizgar nebin û demokrasî saznebe, li Rojhilatanavîn tu demê aştî û aramî jî pêknayê.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin