Siddik Bozarslan

Siddik Bozarslan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Şîretek ji Mele Hesenê Botî, derbarê Beşikçi û M. E. Bozarslan da! (II)

A+A-

Siddik Bozarslan

Sala çû (2024), min xeberek ji dostekî xwe bihîst. Dostê min dibêje ku dostekî wî yê mela ji Farqînê heye ku bi emir, nifşek / neslek di pêşîya me da ye. Ew Melayê Farqînî gotîye ku dema wan “Kitêba Axatî û Şêxîtî li gora Îslamîyetê” dîtine; wek sê melayên Farqînî saz dane hev û sond xwarine ku li kê derê rastê Muftîyê Kulpê Mehmed Emîn Bozarslan bên, ew dê wî bikujin. Ev Seyda dema behsa wê demê û kitêbê kirîye, ew têra xwe girîyaye û gunehên xwe bi xwe anîye da ku ew wê demê çi qas nezan bûne û li ser rîya şaş bûne. 

Dema min wê xeberê ji dostê xwe bihîst, ez jî ketim nava xeyalên cîyêreng yên salên 1960î.

Qasî ku ez pê hesîyame û dizanim: heval û dostên herî zêde yên Seydayê Bozarslan ji Farqînê bûne û kurdperwerên xas bûne û di wan salan da mirov dikare bêje ku kurdevînî û welatevînî ya herî xurt li Farqînê hebûye; lê digel wê rastîyê jî hew qas fanatizm û nezanîn hebûye ku sê mela dikarin di nava xwe da biryereke hew qas seqet bistînin û di rîya xwe ya şaş û fanatizmê da înadê bikin. Dibe ku wan bêaqilan ji malên şêxan û axayan bûne û loma mamosta Bozarslan, mehkûmê mirinê kirine, bê ku li kitêbê rexneyan bixin. 

Ew demên ku li jor me behs kir ku Mamosta Beşikçi kitêba xwe ya ewil li ser kurdan nivîsîye û loma ew ji zaningehê tê avêtin û dikeve zindanê; wê demê, yanî despêka 1970yî da nufûsa Turkîyê 35 milyon bûye. Pir balkêş e ku di civata zanîngehan (universiteyan) da kesekî / a tirk jî piştgirîya Beşikçi nekirîye. Ev numûne, nîşana civata tirk radixe meydanê ku hemî zanayên tirk, nivîskarên tirk, rojnamevanên tirk, xwendayên tirk, hatine kedîkirin bo Sistema Ankarayê. Bi tabîreka dî, laş û mejîyên fikirandina civata tirk adeta bi zencîrên hesinî hatine hepiskirin ku tu kesek nikaribe bi azad bifikire û fikrên xwe, daxwazên xwe, raxîne meydana civatê. Bi tabîreka dî, civata xwenda û zanayên tirk ya wê demê, ji tirsan adeta ker û kor û lal bûne û nikaribûne gotinek jî jibo Beşikçi bejin û rexne li Nîzama Ankarayê bixin. Loma Beşikçiyê qedirbilind, yekemîn rewşenbîrekî tirk e ku Lihevhatina Civata Tirk (anayasa/qanûnaesasî), yanî bi tabîreka dî hukmê tirkbûnê yan jî tirkîtîyê qebûl nekirîye û li dijî wê adeta bi tena serê xwe serhildanek li dardxistîye ku ev hewildan, bi çend gotinan mirov nikare bide xuyakirin. Ev risma civata tirk, cîyê analizeke taybetî ye. Li vir ez dixwazim bi çend hevokan behsa nasnameya tirkîyîyê jî bikim jibo we rêzdaran.

Divê em bînin bîra xwe ku felsefeya tirkîtîyê, yanî bi awayeke dî felsefeya yek miletî, yek welatî, yek zimanî, yek alayî û heta yek dînî û yek mezhebî; di berîya salên 1914-1915an da bi rêvebirên Îttihat-Terakîyê ku komkujîya ermen û kurdan çêkirine, despêkirîye û heta îro berdewam kirîye. Di despêka avakirina Komarîya Turkan da jî di bin rêvebirîya Kemal Paşa da ku paşê bûye Ataturk, yanî bapîrê tirkan; di bûyerên 1919-1920 an da li Koçkirîyê, di 1925an da di Bizava Şêx Seîdê Pîran da, di 1927-1932an da li Agrîyê û di 1937-1938an da jî li Dersimê, wê Felsefeya Genocide (Komkujî-Tunekirin) yê xistine nav jîyana miletê kurd. 

Dema mamostayê hêja Îsmail Beşikçi, di despêka 1970yî da li Dadgeha Eskerîyê ya Fermandarê Sirtê-Dîyarbekrê, bingehên lihevhatina tirkîtîyê û tirkbûnê red kir û pênûsa xwe adeta wek xencerek li Sistema Rejima Ankarayê xist û qul kir, civata tirk, hema bêje bi tevayî hatibû hepiskirin. Loma di serî da zanîngeh û hemî dezgahên çapemenî û haydarîyan piştgirî nedan Beşikçi, berevajê wê hin nivîskar û rojnamevan êrîşên neheqîyê birin ser Beşikçi. Yek ji wan nivîskarê navdar jî Aziz Nesin bû ku heqaret li Beşikçi kiribû; lê piştî wextek ew mecbûr ma ku doza lêborînê ji Beşikçi xwest û bi vî awayî neheqîya xwe raxist meydanê. Ew xoşevîstê rûmetê, li Turkîyê bi tena serê xwe bûbû îstîsnayek. Lê piştî 50 salî cara ewil bû ku 1128 akademisyen ji zanîngehên cuda derketin meydanê (11.12.2016) û adeta hukumetê dan ber tîrên xwe yên rexnekirinê. Mirov texmîn dike ku ji ber sedemên cuda yên ku belavokê ecibandine, lê îmza nekirine, dikare jimareya wan bi hezaran zêde be. 

Ev belavok, adeta kimya Hukumeta AKPyê xirab kir û loma di serî da Receb Tayyip Erdogan û hemî rêvebirên hukumetê, li wan akademisyenan hatin xezebê û gelek ji wan bêkar man, hin ji wan çûn zindanan û cezayê razana zindanê xwarin. Hukumeta AKPyê bi emelên xwe ketibûn nav rewşeke welê ku entellektuelek dema piştgirîya wan dikir, di heman wextê da şexsîyeta xwe jî wenda dikir. Ev pratik hat radeyek ku entelektuellên ku piştgirî bidana AKPyê qet neman. Loma ew belavoka aştîyê jibo hukumetê û rêvebirên AKPyê bû wek tehdîdek.

Önceki ve Sonraki Yazılar